Bêhêziya Sistema Herêmî Erebî û Çawaniya Aktîvkirina wê · 2 Pêşgotin Skolarizmê...
Transcript of Bêhêziya Sistema Herêmî Erebî û Çawaniya Aktîvkirina wê · 2 Pêşgotin Skolarizmê...
20 Gulan 2017
Bêhêziya Sistema Herêmî Erebî û Çawaniya Aktîvkirina wê
Yekînya vekolînên siyasî
Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixwe, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbarî herêma erabî û bi taybet derbarî rewşa Sûryayê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdarî û fêrkarî di warê siyasî û ragihandê de bo alî û rêkxirawên komlgeha Sûrî li ser bingehên niştimanî Sûrya yî.
Navenda Heremon çalakiya xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û sivîl ê, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyan li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûrî yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê.
Navenda Heremonbo Vekolînên Hemdem
1
Naverok
Pêşgotin ....................................................................................................................................................... 2
Yekemîn: Dîmenên Bêhêzî yê ................................................................................................................. 2
Dûwemîn: Sedemên Bêhêzî yê ............................................................................................................... 5
Siyemîn: Armancên Bêhêzî yê ................................................................................................................. 6
Çaremîn: Danûstanidna Sistema Erebî bi Bilobata Sûriya yê re ...................................................... 8
Pêncemîn: çawaniya aktîvkirina Sistema herêmî erebî ..................................................................... 9
Encam ......................................................................................................................................................... 11
2
Pêşgotin
Skolarizmê reweşek nû pêdakir, bi taybet di asta pêşberkî yê de, ku dewlet nema şiyanên
xwe heye di danûstandinan de digel mercên pêşberkiyên di navbera dewletan de, ev yek bû
sedema damezrandina komelên herêmî mezin wek hêzên çalak di peywendiyên navdewletî
de bi giştî, û peywendiyên abûrî bi taybet. Di dema ku Sistema herêmî ya erebî di qûnaxek
giring û hestiyar derbas dibe: parçbûn û dijatî, nakokî, lawazbûn, mandûbûn ta astê şikestinê,
tevî ku ew bi awakî fermi salana komcivînên astê bilin li dar dixe ji sala 2000an ve.
Ev yek pirsiyarn pêşkêş dike derbarê rengê Sistema Herêma Erebî: rengê sistemê û
pêkhateyên wê? Pîvan û standerên ku ev sistem li gor tê pîvandin? Astê yasîbûna sistemê ji
aliyê dîrokî ve, û her wiha di dema niha de?
Lê pirsiyar berdewam dike: çawa em dikarin nûve Sistema Herêmî Erebî ava bikin ji eliyên
nimûneya şarezaiya Sistema Erebî? Û wek rêxistinek hevkar û komkar ji hukûmet û civakên
erebî re?
Yekemîn: Dîmenên Bêhêzî yê
Ciyografiya siyasî ya erebî nîşankirî bû bi hebûna çar herêmên sereke, hevkarbûn,
dijberbûn û pêşberkbûn di navhev de, daku çend sistemên herêmî erebî pêda bibin ew jî:
Mexriba Erebî/ Rojavaya Erebî, Wadî Alnîl/ Newala Nîlê, Meşrqa Erebî/ Rojhilata Erebî, Girava
Erebî. Di hundurê wan herêman de pêşberkî hebû di pêkhateyên xwe de ku li Rojhilatê di nav
bera Sûriya û Îraqê de, û li Rojava di navbera Mexreb û Cezayîrê de, û bi awakî kêmtir di
navbera dewletên din de.
Di rastî de, ji heftiyan sedsala rabhûrî ve, rêbazek derket mijûlî rêbaza kiriyar dibû di
danûstadinên de digel Sistema Herêma Erebî, ku her yek ji wan herêmên erebî rola xwe ya
diyarkirî heye ku jiyana erebî ya hebeş li ser avadibe. Û bi despêkirina şerê Îraq- Îranê di sala
1980an de û vekişandina rola Komkara Erebî û fişara li ser dewletên Girva Erebî, bûn sedema
damezrandina (Encûmena Hevkariy Giravê) di 1981an de wek rêxistinek herêmî. Û di 17ê
Sibat/ Reşmiya 1989an de serokên dewltên Rojava Erebî pêymana damezrandina (Yekîtiya
Rojava Erebî) îmzakirin.
3
Bi derbasbûna demê hevsengiya hêzan bi aliyê bereya Giravê de çû, digel vekişandina rola
Misirê, û bê aliya Îraqê paş şikestina wê li Kûwêtê di 1991an de, û lawazbûna Sûriya yê ya ku
xwe mijûl kir bi lîstekên hevsengiya herêman de. û bi dagîrkirina Îraqê di 2003an de ku ew
yekek ji bingehên hevsengiya erebî bû, ku destbexşerî- demkî- çû bi aliyê Misir û dewletên
Bûhara Erebî di 2010- 2011an de, lê bilez ew bûhar paşketin dît bo çend sedeman, û Siûdî yê
ber pêşve hat û kontrola destbexşeriyê kir.
Di dema ku komek ji dewletan deskeftên mezin di warên abûrî û civakî û siyasî û çandî de
bidestxistin, li Ewropa (Yekîtiya Ewropa yê), Amerîka (Andîz) li Asiya (Pilingên Asiya yê), lê
mixabin dewletên erebî, tevî ew şiyanên mirovatî û abûrî yên mezin yên li ber dest, şikest anî
di avakirina Sistema herêmî de û karî be li hember arîşeyên hundur û derve raweste, ku wiha
kir ew wek sistema herêmî nîgatîv be li hember guhertinên navdewletî.
Siyaseta erebî ser bertekan ava dibe, ew bê pilanên stratîjî ye, û piraniya xwe takekesî ye,
û tije ji nakokiyan û nerînên jihev cûda ye. Û ew yek diyar bû ji dema Sistema Erebî di Hezîran/
Pûşbera 1967an de, dema Îsraîlê xaka çar dewletên erebî, Misir, Sûriya, Filestîn û Ûrdunê dagîr
kirin, û serket di valakirina cîhana erebî ji navendekê.
Îro, diyare ku Sistema erebî tê rûxandin di riya herfandina bingehên rojhilata erebî, Îraq û
Sûriya, ku despêkiri bi dagîrkirina Bexda yê di 2003an de, û di riya biriyara Deslatdariya
AlAsad Sûriya jî hat wêrankirin, ku wî bawerdikir ku Amerîka dê wî biparêze.
Dîroka şikestina avakirina sistemek herêmî erebî dîrokek ji vekişandinê ye, ku di heştyiyên
sedsala rabhûrî de serokên dewletên erebî li ser protokolên yekîtya gumerkên, û paş re bazara
erebî hevberş, bo avakirina bereyek abûrî tund. Lê paş derbasbûna dihan sal çi va biriyaran
cîbecînebû, ku bazargehiya di navbera dewletên erebî rêjeya xwe negihişt 11 ji sedî, û xwenên
pirojeyên abûriya hevbeş ser kaxezan man.
Wiha jî şerê Giravê dûwem nîşanek giring ji rûxandina Sistema herêma erebî, ku saziyên
erebî nikarîbûn çareseriyê bibînin ji nakokiyên di navbera dewletên erebî, wek Kûwêt û Îraq,
ku bû sedema avakirina hevbendiya navdewletî- erebî bi serperştiya Amerîka yê bo şerê Îraqê.
Ku ew şer opersiyona rûxandina Sistema herêma erebî, ku nekarîbû rêveberiya kirîzê bike û
çareseriyê bibe bebê destwerdana biyanî. Ku diyar dibe çawa îraq ji hevsengiya hêzên herêmî
dûrket û dergeh vekir bo dagîrkirinê di sala 2003an de.
4
Di rastî de, çend pirsgirêk hene di pênasa rsistema erebî de, li gor sistemên herêmî yên din
de, yên hatin avakirin li gor pîvanên cûda, ya giring: Yekem, binavkirina ew yekîniyên siyasî
(Dewlet) yên tevlî rêxistina herêmî dibin di astê yekîniyên siyasî serrast, yasayî, û xwedan
çarenivîs. Dûwem, Sistema herêmî ava dibe li ser bingeha weberhênan di peywendiyên
dirawsê de, bo mezinkirina sûdmedî û berjewedniyên hevbeş di nav aliyên wê de. sêyemîn,
sistemên herêmî xebat dikin li ser pêşvedana peywendiyên hevkarî û piştgîre bi
lihevguhertinê dinavbera yekîniyên ku ji ava dibe, û rêxistinên herêmî û navdewletî yên din,
ku dibe bighêje astekî bilind ji hemahengî yê (azmûna yekîtiya ewropa yê), tevî ku dibe
kêmasiyê bighîne serdariya welatî.
Wate em dikarin tîbînî bikin ku Sistema erebî çi pîvanên sistemên herêmî tune, ku
yekîniyên siyasî ku jê ava dibe ne gihane, û ew çend astengiyên xwe di asayî û serweriyê de
heye çi dinav xwe de û çi li hember yekîniyên din, lewma me astengî dît di hebûna dewletê li
tevahiya welatên erebî, ku ew wek dewletek xwedî sazî û yasa û welatiyên xwe azad û
wekhevin di maf û erkan de, lê ew rejîmek deslatdar kontrola dewlet û civakê kir, ku
nasnameyên pêş niştimanî yê hatin pejrandin (Hoz, Tayîfî, Mezhebî û Etnîkî), ku nasnameya
milet ji xwe re wek milet dereng dixe.
Û derbarê standerda dûwan, tîbînî têkirin ku bingeha peywendiyên dinavbera welatên
erebî de pir kêmin, ku zêdebariya kêmasiya lihevguhertina bazirganî, ew yek tê spandin li sere
w hevkariyê di pirojên bînasazî yê, barkêş. Xwendin, zanist û teknolojiya. ku encam wê ku
Sistema herêmî erebî weberhînan nake bi awakî pêwist di teybetmendiyên cih, û kar nake di
geşepêdana sûdemndî û berjewendiyên hevbeş de.
Û di warê standerdê lihevgirtinê û yekîtî û balpiştî yê, dobînin ku Sistema erebî xebat dike
ber jihev dûrketinê, û kar nake wek rêxistinek yekîtî nerînên hevbeş wan lihev komdike
derbarê astengiyên ku I aliyê yekîniyên siyasî navdewletî û herêmî derdikevin, wiha dike ku
aliyê erebî di cihekî lawaz de be, li gor hêzên herêmî din, wek turkiya û îran û Îsraîlê, ku ew
wek dewletên navendî xort xwedan stratîjiyên guncaw hene.
Diyar dibe ku Sistema herêmî erebî jêr gefên rêxistinên herêmî altirantîve, xwedan
nimûnên diplomasî piralî, jêr çarçoveyên hevkar pir û astên ji hev cûda. Û jêr vî rengî
navdewletî çalak, diyare ku rejîma erebî ji dervî çarçovê ye, ji ber valahiya ji hêzê vê sistemê,
5
û dûdiliya tund di daxwiyaniya erebî de ji aliyek ve û di tevgerê de, ew kir jêr deswerdanê ji
aliyê sistemên derdorê ve.
Ku hebûna hêzên herêmî wek Îran û turkiya û Îsraîlê, û navdewletî wek Amerîka Û rûsiya
li deverê bi gelek rengan bû, ku dîsan hat baskirin derbarê nexşên kevin di parvekirina deverê
û avakirina wê jêr pîvanên mezhebî û etnîkî.
Wa ew sistem naçar li hember ew erdheja rûda bi sedema deswerdana Îranê, şi Lubnanê
bo Yemenê ta Îraqê û Sûriya yê, digel nemana doza filestînî û şerê Erebî- Îsraîlî ji acendên
siyaseta erebî.
Ku komcivîna Derya Mirî ya dawî di Adar/ Avdara 2017an de hat daku nîşana wêneya nû
be ji rasteiya doseyên Komkarê.
Dûwemîn: Sedemên Bêhêzî yê
Çend kiriyar hebûn di lawazbûna xebata komkara erebî, yên gring: nebûna alavek bo
dûvdeçûna biriyarên komkara erebî, û bapebd be bi biryarên xwe, be bikaranîna rêbeza kiriyar
di cîbecîkirina armancên hevbeş de, zêdebarî nebûna nûnerên gelemperî di zasiyên wê de.
Komkara ew komkare ji hukûmetên welatên erebî, û ne komkar e ji dewletên serbixwe re,
û ew wêneya rast e ji wan hukûmetan û siyasetên wan re, û ji ber cewhera xwe ava dibe li ser
gendelî yê û (kesên kole) û binpêkirina azadiyên giştî û mafên mirovan, lewra ew Sistema
erebî yak u ji 1945an ve hat û berjewendî û melaqtî û (Kota) yên hukûmetan rêgirin li hember,
lê belê siyaseta parçîman lê veda ye, ku grûpa (Kota) rastê nabêje, li gor dilê ew dewletên ku
berjewendî bo dabîn kirin di saziyên xebata erebî ya hevbeş de.
Diyare ku dagîrkirina Amerîka yê ji Îraqê re di 2003an de û bandorên bûhara erebî di
2011an de, xala aloziya herêmî drust kir, dema bû sedema rûxandina dewletê li Îraq û Sûriya
û Lîbiya û Yemenê, ku bû sedema pêşkêşkirina aloziya girêdayî bi Avakirina Welat,
Dîmokrasiya pirreng û destwerdana derve. Digel ji hevketina hevsengiyên stratîjî li deverê, û
berzbûna aliyên ne erebî di rêxistinê de, wel Turkiya, Îran û Îsraîlê, ku ew alî bandora xwe
girngtire ji hêza herêma erebî.
6
Bê gûman, lawazbûna cîhana erebî, ji dema şikestina 5ê Hezîran/ Pûşbera 1967an de û
koçberiya Cemal Ebdulnasir di Îlûn/ Rezbera 1970an de, ji hebûna dewletk yan bereyek karîbe
piştgîriya aliyên din bike û komkarekê derbarê berjewendiyên hevbeş çê bike, yekek ji
sedemên ji karketina Sistema herêma erbî bû.
Wiha çend kiriyar hebûn di lawazkirina xebata komkar ê de:
- Wiha şerûpevçûn di navbera çend dewletên erebî de rûda liser çend mijaran, ku
sisema erebî navdar bû bi hevbend û bereyên xwe siyasî û herêmî û navdewletî, ku şiyanên
komkara alozbû.
- Diyardeya nakokiya navdewletî li deverê belav bû û diyarbû astê destwerdana biyanî
di Sistema erebî de.
- Nebûna şiyan û biriyardanê miletên erebî li dijî hukûmatên deslatdar, wate nebûn li
ser sazî û alavên komkarê.
- Nebûna alavek bo dûvdeçûna biriyar û piransîpên komkarê, û bapnedbûn bi ingeha
komê li ser biryaran, û karnekirin bi rêbaza kriyar bo cîbecîkirina armancên hevbeş.
- Nebûna dadgehek erebî bo lihevanîna nakokiyan di anvbera dewletên erebî de bi
awakî aştiyana, tevî hebûna biriyara damezrandina wê ji sala 1950an ve.
Derketina rola îranê hevsengiyên hêzan li hereêmî guhertin. Ku Îranê diyarkir pirojeyek
xwe heye bo damezrandina dewletek behêz li herêmê. Her wiha Turkiya karîbû di heyama
dehsalan de, pêşvedanek giring di abûrî yê de da, û rola xwe hebû li ser siyaseta erebî.
Siyemîn: Armancên Bêhêzî yê
Sistema herêma erebî rûberûyê astengiyên mezin dibe ku pêdivî heye bên çarserkirin, her
wiha sûdwergirtin ji ew derfetên pêdakirina çalakên positîv di pêşvedana Sistema herêmî û
peywendiyên navdewletî de.
Guhertinên navdewletî li cîhanê, bandora xwe hene li ser Sistema erebî û dozên wê, ew
yek bi sedema cihê cîhana erebî di dilê cîhanê de, û zengîniya wê ya ciyografî û abûrî û
samanên stratîjî, digel valabûnek stratîjî de, wiha kir ku bibe navçeya herîhestiyar di cîhanê de
7
derbarê siyasetên navdewletî, û rakêş ji bayxdanê re, nimaza jêr hebûna çend mijarên herêmî
be bê çareserî, di dema lawazbûna hêza Sistema herêma erebî, ku bû sedema navdewletîbûna
dozên erebî, û wiha kirk u destwerdanên derve hêsan bin, û ew jî bandora xwe hebû li ser
hêza komkara erebî, digel kiryarên derve de. wiha wêna wisa lê hat: sistemek erebî tê rûxandin
li hember sistemek herêmî berferhtir, dikare li xwe bigre û di navxwe de bihelêne, nimaza paş
bûhare erebî ku komkara erebî bêhêztir kir ku nema şiyanên xwe heye di parstina rewşa erebî,
wiha jî diyarkirina yarîzanên nû ji rêxistinên (teroristî) yên tundtûj yên ji tevgera (Birayên
Musulman) belav bû di navdewletên erebî de.
Wiha ew rola ku ji navçeya erebî têxwestin ji derve tê, û ji bilî ew kiriyare derve li gor
berjewendiyên ereban ya ne. ku berjewendiyên navdewletî yên bilin do dewletên mezin ew
pilandanên dawî ne.
Herêma rojhilata navîn yekemîn herêmên ku hêzên herêmî destwerdana kirin, bi taybet
Îsraîl, Îran û turkiya, lihmber pêşberkiya van hêzan bo guhertina sistemê, digel daxwaza hêzên
navdewletî di destwerdana karûbarên herêmî de li gor berjewendiyên xwe, di riya pirojeyên
herêmî, wek pirojeya Rojhlata Navîn Nû, Pirojeya Derya Spî û Diyaloga Derya Spî.
Sistema herêma erebî hat guhertin, û diyare ew pêngavan dide ber bi tevlîbûn dinav
sistemek nû de. ku biryar tê standin bi biriyarên takekes ji dewletên erebî ve, yên ku hilbijartin
ew tevlî bereyên navdewletî bibin, û ew hilbijart tevlî sistemek herêmî ne erebî bin.
Du di dema gefdanê de bo derbaskirina pirojeyên herêmî, cih û hêzan di Sistema erebî de
hat guhertin, ku îndamên (ser herêma erebî) hêztir dibûn di pilandana siyasetên deverê de, û
di heman demê de îndamên jêr dewletê wek hoz p tayîfî hêztir dibûn. Ev sedem bi kom bûn
sûcê jihevketina dewleta erebî ji Sistema herêmî, û dergej vekiri bo bahozên derve. Û ager ev
şîrove rast bû, dê bê tekezkirin ku guhertinek ji kokê di Sistema erebî de hat rûdan wek çawa
di Sistema navdewletî de rû da.
Niha em li berdem qûnaxek dîrokî nû de, ku pêwiste ereb tevahiya doseyan vekin, û
siyasetên nû danin.
8
Çaremîn: Danûstanidna Sistema Erebî bi Bilobata Sûriya yê re
Nayê veşartin ku şoreşa miletê Sûriya yê, ku ji dema 6 salan ve, ji nakokiyek navxowyî sûrî
bo guhertina yasayên hukum û Sistema siyasî, hatguhertin bo şer li ser Sûriya yê bo serdariya
herêmî, û xala herî balkêş nebûna karê erebî. Didema ku li ser xaka Sûriya yê, dagîkerên biyanî
û mêlîşên navdewletî û herêmî, kuştinê li hevdeverê belav dikin.
Nimûneya Sûriya bû astengiyek mezintir ji ya Libiya û Yemenê, ji ber ku Şoreşa Sûriya yê
ne çekdar bû di despêka xwe de. lewra çenda kiriyar bandora xwe hebûn li ser helwêsta erebî
derbarê şoreşa Sûriya yê li gor berjwendiyên her dewletekê, lewma çi hemahengiya erebî tune
bû, di nav de serdana Emîndarê Komkara Erebî, Nebîl Elerebî, di 15ê tîrmeha 2011an de, ku
daxwaz ji serokê rejîmê kir çareseriya polîsî qedexe bike, û rêformên siyasî despêbike. Lê ew
danûstanin nîgatîv ji aliyê çend dewletên erebî, bandora xwe hebû li ser biriyara daleqandina
îndametiya Sûriya yê di komkarê de di 12ê sermaweza 2011an de.
Diyar e ku deslata Alasad baş dizane ku biriyare komkarê pêşgotine bo kiriyarên herêmî û
navdewletî û dergeh vedike bo tevdêrên dijî bê kêmasî dorpêçkirina wê, û bi piranî
deswerdana çekdarî. Lewra wê bersiva komkaraê da bo zîvrandinin li biryarê, ku ew pesend
kir û daxwaz kirk omkar şandek erebî rêke Sûriya yê bo pişkinînê.
Lê destpexşeriya erebî, digel şanda çavêdrî şikest anî bi sedema parçîmên deslatdariya
Sûriya yê di 28 rêbendan/ çileyê dûem 2012an de, wate xebta komkara erbî giha dergehek
girtî. Û ji wê demê ve ta îro, diyar bû ku Komkara erebî peywendiyên xwe ne brîn digel deslata
Alasad de dema îndametiya wê daleqand, lê belê peywendiyên xwe digel miletê Sûriya yê de
birîn, dema çi xebat nekir bo pêşkêşkirina alîkariyan. Û dengê Komkarê derneket dema
dewletên cîhanê molten derbasbûna wan welatan li ser Sûriyan qedexekir. Û çê dibe piroje
biriyara Urdunî derbarê penaberan, di 25ê Adara/ Avdara rabhûrî de, ew yeke pejirand ku
Komkar qelsbû di karên bo penaberam ku di beyannameya encam de hat (vekolîn bo
rêbazekê bo alîkariya ew dewletên mêvandariya penaberan dikin), bo perwerdkirina wan.
Di rastî de, komcivîna yekrojî nikare ew rola erebî ya wendayî di Sûriya yê de ava bike, ku
pêdaçûn di helwêstên erebî de, di dirêjahiya 6 salan de, û mezinbûna belengaziya miletê
Sûriya yê, ne balkêş ku ew rola ku Emîndarê giştî yê Komkarê, Ahmed Abû-alxêt, bang lê kir
bo kar di Sûriya yl de, dê kêm be, û dibe encamên pêçewanî bikin, bi sedema pirbûna
9
yarîzanên di qada Sûriya yê de, ku di Sûriya y de rayên xwe berdan û xaka Sûriya yê li ser xwe
parvekirin.
Niha, û bi dawhatina Komcivîna Erebî di Adar/ Avdara rabhûrî de, biyannameya dawî çi
agehdarî neda bo dawî anîna kirîza Sûriya yê, li gor bendekê ji biyannamê ku got (xortkirna
kar bo dîtina çareseriya aştiyana ji kirîza Sûriya yê re, li gor hêviyên miletê Sûriya yê).
Û ager bêkariya erebî ya çekdarî hincetên xwe hene bi sedema deswertdana dewletên
zilhêz, lê parçîmên alîkariya darayî bo Miletê Sûriya yê ne hincetên.
Bûyerên li Sûriya yê dê bandora xwe ya nîgatîv hebe li ser demek dirêj, li ser tevahiya
welatên erebî, ku Sûriya dergehê hêminî yê û girjayî yê, û ew çavkaniya hêza cîhana erebî
dema yekgirtî û hêmin bî.û ew çavkaniya lawaz bûnê dema tevlîdan hebe, ev yek dîroka Sûriya
yê ji serdema serxwebûnê. Û dê erebê vê yekî zû bi bû encamên nîgatîv bibînin, û ne dûre
parçebûna Sûriya ya ciyografî û mirovatî û civakî bandora li ser tevahiya welatên erebî.
Pêncemîn: çawaniya aktîvkirina Sistema herêmî erebî
Komkara Erebî, ji dema damezrandina wê, çi guhertin nedît ne di pêkanîn, destûr, erk,
çavkanî, û alavên karên wê, û ji çarçoveya Sistema erebî fermi derneket, bapend bi emîndariya
giştî, wek posta Sikrêtêr, girêdayî bi komîteyên cûda, û bi hatina bûhara erebî, ku gelek astengî
derketin li hember komkarê, nikarî bû rolek nû bigre.
Çend hewldan hatin stanidn bo serrastkirina pêkhatiya komkarê û aktîvkirina rola wê, lê
di rojevê de rêform pêwiste û giring e. û diyare ew serrastkirin çend pirsgirêk rûdan derbarê:
serrastkirina karê komkarê, çawaniya ew guhertinên ku pêdivî heye tevlî başkirina xebata
komkarê.
Nûavakirina Komkara erebî dê bandora xwe ya poistîv hebe li ereban ager ber bi:
dawîkirina siyaseta serrastkirinê û dîmokratiya jiyana siyasî û civakî li her yek dewletên erebî,
û karên sazmendî bo serkeftina rewşa abûrî û civakî û siyasî û çandî erebî, û nû pilandana
karên erebî hevbeş jêr rêxistinên erebî kiriyar nerm: ewlehî, abûrî, çandî û siyasî, û hevsengiya
peywenidya aliyên navdewletî û herêmî yên cûda.
10
Wiha, diyare ku Sistema herma erebî dibe ava bibe li ser sistemên siyasî erebî ku zordarî
yê bi dawî bikin, û milet dike jîderê fermi di riya hilbijartinên azad û zelal, û lihevguhertina
aştiyana ji deslatdarî yê re, parstina azahiyên giştî, û qedexekirina zilmê, û azadkirina girtiyên
raya giştî, û tundkirina serxwebûnê, û pirrengiya siyasî pesend bike. Lewra ya pêwist dibe
sistemên hukûm yên erebî daxwazên rêformê pêkbîn, û nû bê avakirin li ser bingehên
dîmokratî, li gor rewşek nû bi sedema hevsengiyên ciyo-stratîjî li deverê û cîhanê, ku piştgîre
li ser dewletên erebî nûdem li gor yasa û maf û dîmokratî û mafên mirovan.
Û pirsgirêka sereke di cîhana erebî de dîtina rengekî komkar di çend mijaran de be bê
niştimaniya dewletê ji dest berdun. Ku pêdivî heye rolek di destê Komkara erebî de hebe (li
ser niştimanî) li hember ku dewletên îndam parek ji serdariya xwe berdin, û li hevhatin hebe
dinavbera dewletên îndam.
Li vir girngiya civaka sivîl ya erebî diyar dibe, di riya karê komkarê de (kembera
veguhestinê) dûalî bi navbera biriyara erebî fermi û komîte û rêxistinên ne hukûmî, çi di warê
siyaseta nûjen de, daku aliyê erebî ya komkarê xort bike, û alavan pêda dike bo beşdarbûna
komîtiyên civaka sivîl di nivîsandina biriyarên erebî hevbeş. Ku pêdivî heye pisporên erebî ji
derveyî (Kota) ya fermi, her wiha dibe (peymana erebî ya mafên mirovan) pêdaçûnek nû hebe,
û avakirina deslatek perlemanî gelerî erebî nûneretiya dewletên îndam dike.
Û diyare ku cewhera pêvajoyê hewldana bo li gor guhertinên cîhanî be, û sûdwergirtin jê,
û ji vir giringiya (xalên hevbeş) diyar dike, ku wiha dike her dewletek erebî serxwebûna xwe
biparize di alîiyekî de, lê di aliyekî din ve ew berjewedniyên hevbeş, lewra sistemên cûda ava
dike di ewlehî yê û hevkarî yê de, ku nivîskarê Misrî Mihemed Seyîd Ahmed got: Xala take
welatê erebî, Xala Sistema Erebî, xalên grûpên herêmî, xalên welatên rojhilata navîn, û dawî
xala dereya navendî.
Nûjenkirina rola Sistema herêmî erebî girêdayî ye bi serketina li ser çend astengiyan:
yekem, asayîkirina wateya dewleta niştimanî di ramana netewyî de. dûwem, nûjenkirina
sziyên hukûmetê li gor astengiyên siyasî û karên nû daku karîbe digel danûstandinê bike
(pêşvedana kiriyarên diplomasî, aktîvkirina peymana ewlehî û hevkariya erebî di 1995an de,
û avakirina dadgeha erebî). Sêyemîn, derbaskirina pisporên erebî di saziyên erebî de ji derveyî
(Kota) ya fermi, û avakirina deslatdariya perlemanî erebî nûneratiya dewletên îndam dike di
riya hilbijartinên zindî, azad. Çaremîn, danîna peywendiyên erebî digel dewletên derdorê yên
11
xwedan bandor li ser hevsengiyên stratîjî di rojhilata navîn de. pêncemîn, nûdanîna
peywendiyên Sistema erebî li ser astê navdewletî jêr guhertinên navdewletî, di riya
pêdaçûnekê di peywendiyên dûalî digel hêzên cîhana nû de.
Û ager wisa bû, dikarin bêjin ku komkara erebî rêxistinek herêmî ye xwedan armanc û
nerîna, û alavên xwe heye bo cîbecîkirina biriyarên xwe, û dikare hevsengiyê drust bike di
navbera cîhana erebî de û derdora xwe ya herêmî û navdewletî de.
Û diyare ku pêdivî heye bi nûdanîna stratîjiyek erebî yekgirtî, taybetmendiyên niştimanî li
beçav dibe, dê cîhana erebî bibe hevkarî yê dinav xwe de û digel herêmê de û digel cîhanê de.
Encam
Pêdivî heye bi pêdaçûnekê di peymana komkara erebî de, û di Sistema yasayên wê de, û
serrastkirna peymanê daku şiyan hebe di cîbecîkirina alavên wê û destûrpêdan bo xortkirina
sazîiyên xwe li gor pêşhatinin rojevê li ser qada erebî û navdewletî.
Lewra, pêdvî bi guhertina Sistema siyasî ya erebî mijara jiyanê ye, di serî de, tekez kirin li
ser ewlehî û hêminiya deverê û dawî anîna terorê, gerentî di veguhestina dîmokratî de,
avakirina Sistema herêmî erebî li gor hêviyên welatiyan.
Em di qûnaxek hestiyar de ne, ku vekirî ye li ser gelek berbijaran, nimaza jêr encamên
bûhara erebî, û bandorên şerê navdewletî li dijî terorê, ku hêvîyên me bi destnakevin bebê
pilan û karê stratîjî, li ser astê piştvaniya erebî.
Û daku şahiya rêformxwazê me dûrneke ji rastî yê, hêjayê gotinê ye ku agehdarî bêkirin li
ser pêwistî ku guhertinê rastrast bên rûdan, netnê rengan biguherin, wate dibe ji rêbaza niha
ya deslatdariyê bê guhertin.
Bêgûman qûnaxa bê pêdivî heye li ser hişiyariyek erebî stratîjî bi wate û alavên nû di
danûstandinê de, û tevgerek çalak û bilez, ji ber ku mijar negirêdayî bi dasekenandina sistemê,
lê amadekarî bo guhertin ji rewşek paşketî di rewşa navdewltî ber bi rewşek navdewletî nûjen.
Dê rewşa komkara erebî wiha berdewam bike ager komkarê komkara hukûmetan be û ne
(komkara dewletan) b, wek çawa wateya dewletê tê naskirin di hevguncekirin di navbera
îndamên milet û xakê û deslatdariyê. P be bê ku çareseriyek bê dîtin ji hebûna komeleyên
12
erebî di Sistema herêma erebî de, dê ew sistem şehit bimîne û şiyana xwe tune ye di
agirvemirandina çi bûyerê, wek kirîza Sûriya yê.
Lê pirsgirêk berdewam dike: gelo dê ereb serkevin di danîna nerînek berhev ji paşeroja
Sistema herêmê re, bo kêmasî berjewendiyên hevbeş bên cîbecîkirin? Yan jî qadê vala bikin ji
aliyên herêmê derve re, ku dê li ser hesabê berjewendiyên erebî be?