Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê"...

20
L eşkerên amerîkî yên hijdeh salî ku îro diçin li Afganistanê şer bikin, gava ku şerê li vê derê dest pê kir hê nehatibûn dinê. Hê di sala 2012an de M. Donald Trump gihîştibû vê encamê : «Dema veqetîna ji Afganistanê hatîye». (1) Lê belê ew jî ji selefê xwe Barack Obama baştir di gihîştina vê ar- manca xwe de bi ser neket. Çun- ku her ceribandineke vekişandina leşkerî ya dewletên Yekbûyî ji we- latekî -Sûrî, Lîbya, Kore, Alman- ya- li Waşîngtonê dibe sedema kişandina şûran. Di cih de lobîya şer dest bi qîrînê dike : Rûs li wê derê ne! Va rûs tên! Butçeya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî (738 milyar dolar di 2020î de) ji ya Rûsyayê deh qat zêdetir be jî, hejandina zingilê Moskovayê têrê dike ku ko- marger û demokrat bi hev re tirsa xwe ya mezin bi dengekî bilind bî- nin ziman. Û ew dikarin pala xwe bidin desteka edîtoryala New York Timesê. 26ê hezîranê, rojnameya amerîkî agahîyeke Central Intelligence Agency-Ajansa Îstîxbarata Na- vendî (CIA), belav kir. Li gorî agahîyê, Rûsyayê prîm dabe ser- hildêrên afgan ji bo ku leşkerên amerîkî bikujin. (2) Lê belê di bîra herkesî de ye ku çend meh berî şerê Iraqê jî New York Timesê di belavkirina çîrokên têkildarî «çekên hilweşandina girseyî» yên Saddam Huseyîn de dîsa bi role- ke dîyarker rabûbû. (3) Jixwe her kesê ku di motora lêgerîna peyvan de peyva «Rûsya» an jî «Putîn» di- nivîse, dikare pir bi hêsanî vê psî- koza dij-rûsî ya belloq a vê rojna- meya lîberal bibîne. Nûçeya sansasyonel a têkildarî Af- ganistanê -ku New York Timesê tenê 8 roj piştî ku bi heytehol weşand wekî ku jê ketîye gu- manê- bi xwe re hin pirsên din bi gewde dike. Li demeke ku ama- dekarîya vekişîna hêzên amerîkî li ber temambûnê xuya dikir, ev «agahî» bi kêrî kê tê? Gelo tu se- demeke Amerîkayê heye ku hêrs bibe tenê ji ber ku yek ji alîyên ku wê dijber îlan kirine, destekê dide serhildêrên afganî? Ji ber ku heval- benda wê Pakistan demeke dirêj e heman tiştî dike û DYAyê bi xwe jî, di navbera 1980 û 1988an de, di şerê li dijî Moskovayê de çekên herî pêşketî dan mucahîdînan û bi saya van çekan mucahîdînan bi hezaran leşkerên sovyetî kuştin? Axirê, divê mirov çawa îzah bike ku rojnameya new-yorkî ku di nûçeyeke xwe de dûr û dirêj cih dide portreyên sê leşkerên dery- ayî yên li gorî îdîayan bûne qur- banîyên «prîmên rûsî» -portreyê kesekî simbêl boq û masûlkên bazûbendên xwe diwerimandin, portreya kesekî din jî ku pir hez dikir careke din fîlmê Star Wars bibîne, yê dawî jî heyranê sê keçên xwe bû- berî her tiştî «ji bîr bike» ji me re ragihîne ku ajanseke din a îstîxbarata amerîkî, National Secu- rity Agency-Îstîxbarata Ewlekarîya Neteweyî (NSA), tu qîymet neda îdîaya sansasyonel a CIAyê? (4) Li gel vê jî, yekê tîrmehê, koalî- syoneke berfireh a parlamente- ran, demokrat û komarger, ji bo zehmetkirina vekişîna amerîkî ji Afganistanê, nirxeke mezin dan «pêşbînîyên» New York Timesê. Lê belê, awayê herî baş ê astengkiri- na mirina leşkerên bîyanî li Afga- nistanê, nebûna wan a li wê derê ye. _________ (1) Twitter, 27 sibat 2012. (2) «Rûsyayê prîm daye afganan da ku leşkerên amerîkî bikujin, li gorî rayedaran», e New York Times, 27 hezîran 2020. (3) Cf. « Fake News, şewbeke cîhanî ya sexte ?», Manière de voir, tebax-îlon 2020, ji niha ve li kîoskan tê firotin. (4) «NSA di îdîaya prîma Rûsyayê de ji CIAyê cuda difikire», e Wall Street Journal, New York, Yekê tîrmehê, 2020. Wergera ji fransî: Baran Nebar B ala medyaya navneteweyî ya li ser şervanên jin ên kurd, nemaze li dijî Daîşê, nû nîne. Dîplomat û arkeologê brîtanî Claudius James Rich (1787-1821) di kitêba xwe ya bi navê Narrative of Residence in Koordistan de wan wekî “ji jinên li welatên cînar azadtir” pênase dike. (1) Alphonse de Lamartine jî di Voyage en Orient (1841) de wan wekî “amazonan” teswîr dike û di 22yê nîsana 1854an de, kovara brîtanî Illustrated London News, Kara Fatma Xanimê (Fata Reş) wekî “keybanû an jî pêxember” pênase dike. Bêguman ev nêrîna heyrantîyê, tevlihevîya jîyana jinên kurd, an jî wekî kêmnetewe, pirsgirêkên wan ên ku li çar welatên xwedî parçeyên cuda yên Kurdistanê ne, destnîşan nake. Lê belê îmaja wan mîrateyeke dîrokî temsîl dike. Dîroka dirêj a kurdan ku bi mohra têkoşîna çekdarî û protestoyên ji bo doza neteweyî eyan e, rê li ber jinan vekir ku beşdarî sîyaset û berxwedana çekdarî bibin. Çalakîyên jinên kurd, bi taybetî di rêxistinên partîzan de xwedî şêweyên cuda ne. Ya herî balkêş, tevî rêhevalên xwe yên mêr hilgirtina çekan e. Lê belê jinên kurd beşdarî çalakîyên nepenî û lojîstîk jî bûn. Wekî mînak tedawîkirina birîndaran li Kurdistana Iraqê, aşpêjî, dirûtina cil û bergên Pêşmergeyan. Jinên kurd, bi tecrûbeyên curbicur, li hemberî pergala pederşahî rastî alozîyan hatine. Li Sûrîyeyê, li herêma xweser a Rojava; hêzên kurd, di çirîya pêşî ya 2019an (2) de tevî vekişîna hêzên amerîkî, him bi hêzên cîhadîst û him jî bi artêşa tirk re rû bi rû man. Ji ber tradîsyona xurt a çepgirî û wekhewîxwazîyê ya li Rojavayê, jinan di van pevçûnan de roleke girîng leyîst. Îlham Ahmed, hevseroka Encûmena Rêveber a Rojavayê, di vê babetê de mînakeke sembolîk e; hebûna wê û pêşengên jin ên wekî wê, nîşan dide ku Peymana Civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrîyeyê giringîyê dide wekhevîya zayendî. Li Îranê, Partîya Komala ku bingeha xwe ji qaîdeyên marksîzmê digire, xwedan gelek aktîvîst û şervanên jin e; îro, ev jin, digel rewşa zordarîyê di rêxistinên çandî û însanî de jî çalak in. Li herêma kurdan ya Tirkîyeyê, jin di têkoşîna kurdewarîyê de bi taybetî çalak in; Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), bi îdeolojîya xwe ya Marksîst-Lenînîst, ji bo wekhevîya zayendî ji destpêkê ve xwedan sîyaseteke taybet bû û jinan di pozîsyonên berbiçav de cih digirt. Di salên 1990-91ê de, piştî şerê yekem li dijî Iraqê ku Amerîkayê serkêşîya wê kir û di pey serhildana li dijî rejîma Seddam Huseyn re, di warê bidestxistina xweserîya Kurdistana Iraqê ya di 2005an de, jinan roleke cot-alî list: ew beşdarî hêzên Pêşmerge bûn û di sîyasetê de bi awayekî çalak cih girtin, ji bo wekhevîya zayendî di hikûmet û parlamentoyê de kampanya li dar xistin. Bibiryarîya wan, rê li ber hibijartina 34 jinan vekir ji bo Parlementoya Herêmî û destûr da Jinên kurd di têkoşînê de berdewam in Nazand Begikhani* __________________ Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja Netirk ya piştî albuma wê ya yekem. R. 16-17 Tebax 2020 - Hejmar 54 www.diplo-kurdi.com [email protected] 20 Rûpel R. 9 R. 10-12 R.13-14 R. 14-15 R. 19 Hubert Prolongeau Ev qeşa ye ku dihele? Ev hestê bidawîbûna cîhanê ye? Bakurê dûr mirov ji xwe ve dibe? Romanên înuîtan [eskîmoyî], ji Gronland û herweha ji Nunavutê (Canada) tên, her diçe zêde dibin... Christophe Trontin Ji bombeya H heta bigihe fetha fezayî, piraniya bernameyên mezin ên teknolojiya sovyetê li nava çar dîwarên bajarên veşarî hatin afirandin. Weke Sarov ku yek ji navendên lêkolîna li ser nukleera leşkerî bû... Kamal Soleîmanî Rojnamevan Jînda Zekioglu pirsî; akademîsyen û felsefevan Kemal Soleîmanî bersivand. Der barê mijarên wek çîroka wî ya şexsî, misilmanî, dewlet û têkilîyên neteweyî, sîyaseta kurdî û misilmanîyê de hevpeyivîneke sûdmend... Mohamed Larbi Bouguerra Heca li Mekeyê, yek ji pênc stûnên îslamê, ji bo rayedarên suûdiyê avantajeke berdewam garantî dike. Daxwaza anîna hertim zêdetir hecîyan pirsgirêkên cidî yên ewlekarî û tendirustîyê jî giran û dijwar dikin. Arthur Asseraf Di destpêka sedsala XIXemîn de rojnameyên pêşî yên erebî demeke dirêj sirf ji bo armancên îdarî weşan kirin. Di pey re, hêzên kolonyal ew ji xwe re wekî amûrek dîtin da ku bi navgîna wan rasterast xîtabî gelên xwecih bikin.. R. 3 diplomatique diplomatique MONDE LE kurdî Kî dixwaze şerê li Afganistanê dirêj bibe? Serge Halimi ______________ Walid Siti, Gewdeyên li fezayê-4, (2003), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 320X180 cm Hicham Benohoud, Bênav, 2007

Transcript of Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê"...

Page 1: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Leşkerên amerîkî yên hijdeh salî ku îro diçin li Afganistanê şer

bikin, gava ku şerê li vê derê dest pê kir hê nehatibûn dinê. Hê di sala 2012an de M. Donald Trump gihîştibû vê encamê  : «Dema veqetîna ji Afganistanê hatîye». (1) Lê belê ew jî ji selefê xwe Barack Obama baştir di gihîştina vê ar-manca xwe de bi ser neket. Çun-ku her ceribandineke vekişandina leşkerî ya dewletên Yekbûyî ji we-latekî -Sûrî, Lîbya, Kore, Alman-ya- li Waşîngtonê dibe sedema kişandina şûran. Di cih de lobîya şer dest bi qîrînê dike  : Rûs li wê derê ne! Va rûs tên! Butçeya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî (738 milyar dolar di 2020î de) ji ya Rûsyayê deh qat zêdetir be jî, hejandina zingilê Moskovayê têrê dike ku ko-marger û demokrat bi hev re tirsa xwe ya mezin bi dengekî bilind bî-nin ziman. Û ew dikarin pala xwe bidin desteka edîtoryala New York Timesê.

26ê hezîranê, rojnameya amerîkî agahîyeke Central Intelligence Agency-Ajansa Îstîxbarata Na-vendî (CIA), belav kir. Li gorî agahîyê, Rûsyayê prîm dabe ser-hildêrên afgan ji bo ku leşkerên amerîkî bikujin. (2) Lê belê di bîra herkesî de ye ku çend meh berî şerê Iraqê jî New York Timesê di belavkirina çîrokên têkildarî «çekên hilweşandina girseyî» yên Saddam Huseyîn de dîsa bi role-ke dîyarker rabûbû. (3) Jixwe her kesê ku di motora lêgerîna peyvan de peyva «Rûsya» an jî «Putîn» di-nivîse, dikare pir bi hêsanî vê psî-koza dij-rûsî ya belloq a vê rojna-meya lîberal bibîne.

Nûçeya sansasyonel a têkildarî Af-ganistanê -ku New York Timesê tenê 8 roj piştî ku bi heytehol weşand wekî ku jê ketîye gu-manê- bi xwe re hin pirsên din bi gewde dike. Li demeke ku ama-dekarîya vekişîna hêzên amerîkî li ber temambûnê xuya dikir, ev «agahî» bi kêrî kê tê? Gelo tu se-

demeke Amerîkayê heye ku hêrs bibe tenê ji ber ku yek ji alîyên ku wê dijber îlan kirine, destekê dide serhildêrên afganî? Ji ber ku heval-benda wê Pakistan demeke dirêj e heman tiştî dike û DYAyê bi xwe jî, di navbera 1980 û 1988an de, di şerê li dijî Moskovayê de çekên herî pêşketî dan mucahîdînan û bi saya van çekan mucahîdînan bi hezaran leşkerên sovyetî kuştin? Axirê, divê mirov çawa îzah bike ku rojnameya new-yorkî ku di nûçeyeke xwe de dûr û dirêj cih dide portreyên sê leşkerên dery-ayî yên li gorî îdîayan bûne qur-banîyên «prîmên rûsî» -portreyê kesekî simbêl boq û masûlkên bazûbendên xwe diwerimandin, portreya kesekî din jî ku pir hez dikir careke din fîlmê Star Wars bibîne, yê dawî jî heyranê sê keçên xwe bû- berî her tiştî «ji bîr bike» ji me re ragihîne ku ajanseke din a îstîxbarata amerîkî, National Secu-rity Agency-Îstîxbarata Ewlekarîya Neteweyî (NSA), tu qîymet neda îdîaya sansasyonel a CIAyê? (4)

Li gel vê jî, yekê tîrmehê, koalî-syoneke berfireh a parlamente-ran, demokrat û komarger, ji bo zehmetkirina vekişîna amerîkî ji Afganistanê, nirxeke mezin dan «pêşbînîyên» New York Timesê. Lê belê, awayê herî baş ê astengkiri-na mirina leşkerên bîyanî li Afga-nistanê, nebûna wan a li wê derê ye.

_________

(1) Twitter, 27 sibat 2012.

(2) «Rûsyayê prîm daye afganan da ku leşkerên amerîkî bikujin, li gorî rayedaran», The New York Times, 27 hezîran 2020.

(3) Cf. «  Fake News, şewbeke cîhanî ya sexte  ?», Manière de voir, tebax-îlon 2020, ji niha ve li kîoskan tê firotin.

(4) «NSA di îdîaya prîma Rûsyayê de ji CIAyê cuda difikire», The Wall Street Journal, New York, Yekê tîrmehê, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Bala medyaya navneteweyî ya li ser şervanên jin ên kurd,

nemaze li dijî Daîşê, nû nîne. Dîplomat û arkeologê brîtanî Claudius James Rich (1787-1821) di kitêba xwe ya bi navê Narrative of Residence in Koordistan de wan wekî “ji jinên li welatên cînar azadtir” pênase dike. (1) Alphonse de Lamartine jî di Voyage en Orient (1841) de wan wekî “amazonan” teswîr dike û di 22yê nîsana 1854an de, kovara brîtanî Illustrated London News, Kara Fatma Xanimê (Fata Reş) wekî “keybanû an jî pêxember” pênase dike.

Bêguman ev nêrîna heyrantîyê, tevlihevîya jîyana jinên kurd, an jî wekî kêmnetewe, pirsgirêkên wan ên ku li çar welatên xwedî parçeyên cuda yên Kurdistanê ne, destnîşan nake. Lê belê îmaja wan mîrateyeke dîrokî temsîl dike.

Dîroka dirêj a kurdan ku bi mohra têkoşîna çekdarî û protestoyên ji bo doza neteweyî eyan e, rê li ber jinan vekir ku beşdarî sîyaset û berxwedana çekdarî bibin. Çalakîyên jinên kurd, bi taybetî di rêxistinên partîzan de xwedî şêweyên cuda ne. Ya herî

balkêş, tevî rêhevalên xwe yên mêr hilgirtina çekan e. Lê belê jinên kurd beşdarî çalakîyên nepenî û lojîstîk jî bûn. Wekî mînak tedawîkirina birîndaran li Kurdistana Iraqê, aşpêjî, dirûtina cil û bergên Pêşmergeyan.

Jinên kurd, bi tecrûbeyên curbicur, li hemberî pergala pederşahî rastî alozîyan hatine.

Li Sûrîyeyê, li herêma xweser a Rojava; hêzên kurd, di çirîya pêşî ya 2019an (2) de tevî vekişîna hêzên amerîkî, him bi hêzên cîhadîst û him jî bi artêşa tirk re rû bi rû man.

Ji ber tradîsyona xurt a çepgirî û wekhewîxwazîyê ya li Rojavayê, jinan di van pevçûnan de roleke girîng leyîst. Îlham Ahmed, hevseroka Encûmena Rêveber a Rojavayê, di vê babetê de mînakeke sembolîk e; hebûna wê û pêşengên jin ên wekî wê, nîşan dide ku Peymana Civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrîyeyê giringîyê dide wekhevîya zayendî.

Li Îranê, Partîya Komala ku bingeha xwe ji qaîdeyên marksîzmê digire, xwedan gelek

aktîvîst û şervanên jin e; îro, ev jin, digel rewşa zordarîyê di rêxistinên çandî û însanî de jî çalak in.

Li herêma kurdan ya Tirkîyeyê, jin di têkoşîna kurdewarîyê de bi taybetî çalak in; Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), bi îdeolojîya xwe ya Marksîst-Lenînîst, ji bo wekhevîya zayendî ji destpêkê ve xwedan sîyaseteke taybet bû û jinan di pozîsyonên berbiçav de cih digirt.

Di salên 1990-91ê de, piştî şerê yekem li dijî Iraqê ku Amerîkayê serkêşîya wê kir û di pey serhildana li dijî rejîma Seddam Huseyn re, di warê bidestxistina xweserîya Kurdistana Iraqê ya di 2005an de, jinan roleke cot-alî list: ew beşdarî hêzên Pêşmerge bûn û di sîyasetê de bi awayekî çalak cih girtin, ji bo wekhevîya zayendî di hikûmet û parlamentoyê de kampanya li dar xistin. Bibiryarîya wan, rê li ber hibijartina 34 jinan vekir ji bo Parlementoya Herêmî û destûr da

Jinên kurd di têkoşînê de berdewam inNazand Begikhani*

__________________

Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja Netirk ya piştî albuma wê ya yekem. R. 16-17

Tebax 2020 - Hejmar 54 www.diplo-kurdi.com • [email protected] 20 Rûpel

R. 9 R. 10-12 R.13-14 R. 14-15 R. 19

Hubert ProlongeauEv qeşa ye ku dihele? Ev hestê bidawîbûna cîhanê ye? Bakurê dûr mirov ji xwe ve dibe? Romanên înuîtan [eskîmoyî], ji Gronland û herweha ji Nunavutê (Canada) tên, her diçe zêde dibin...

Christophe TrontinJi bombeya H heta bigihe fetha fezayî, piraniya bernameyên mezin ên teknolojiya sovyetê li nava çar dîwarên bajarên veşarî hatin afirandin. Weke Sarov ku yek ji navendên lêkolîna li ser nukleera leşkerî bû...

Kamal SoleîmanîRojnamevan Jînda Zekioglu pirsî; akademîsyen û felsefevan Kemal Soleîmanî bersivand. Der barê mijarên wek çîroka wî ya şexsî, misilmanî, dewlet û têkilîyên neteweyî, sîyaseta kurdî û misilmanîyê de hevpeyivîneke sûdmend...

Mohamed Larbi BouguerraHeca li Mekeyê, yek ji pênc stûnên îslamê, ji bo rayedarên suûdiyê avantajeke berdewam garantî dike. Daxwaza anîna hertim zêdetir hecîyan pirsgirêkên cidî yên ewlekarî û tendirustîyê jî giran û dijwar dikin.

Arthur Asseraf Di destpêka sedsala XIXemîn de rojnameyên pêşî yên erebî demeke dirêj sirf ji bo armancên îdarî weşan kirin. Di pey re, hêzên kolonyal ew ji xwe re wekî amûrek dîtin da ku bi navgîna wan rasterast xîtabî gelên xwecih bikin..

R. 3

diplomatiquediplomatiqueMONDELE

kurdî

Kî dixwaze şerê li Afganistanê dirêj bibe?

Serge Halimi______________

Walid Siti, Gewdeyên li fezayê-4, (2003), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 320X180 cm

Hicham Benohoud, Bênav, 2007

Page 2: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

"Ez di zîndanê de hatim dinê"

Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma fûtbolê ya Gorica de dilîze. Bavê wî li dijî rejîma Sedam Huseyin şer kirîye, malbata wî ji ber vê jî baz daye Swêde. Jiloan Hamad çîroka xwe weha ji me re vedibêje:

“Piştî 40 rojan em gihiştin Sovyetê, lêbelê tu dokumentek di destê malbata min de tunebû, li Bakuyê tevahîya malbata min avêtin zîndanê. Wê demê ez di zîndanê de hatim dinê. Piştre em gihiştin Swêde û ez li wir mezin bûm. Di betlaneyên dibistanê de min her tim gokê dilîst, rojekê mamosteyê min hat mala me û ji bavê min re got, divê ev zarok bibe lîstikvanê futbolê. Lêbelê bavê min swêdî fêm nedikir û ji bo ku wergêrekî peyda bike û ji mamosteyê min fêm bike, em bi hev re çûn klubê. Bi vî awayî ez bûm endamê kluba futbolê. Lê cihê klubê dûr bû wesayîta me jî tunebû. Bavê min, bi biskilêta min ez dibirim û dianîm.“

2ê tîrmehê, Večernji list (Xirvatistan)

Sê îngiliz ji ber ku piştgirîya kurdan kiribûn, hatin darizandin

Sê îngiliz ên ku li cem kurdan li dijî DAÎŞê şer kiribûn bi hinceta qanûnên terorê binpê kirine, hatin darizandin. Leşkerê berê Daniel Burke, Paul û Samuel Newey (bav û kur in) li Surîyeyê, tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê bûbûn û piştî vegeriyabûn welatê xwe, di derbarê wan de dozgerî doz vekiribû. Daniel Burke ev 7 meh in di girtîgehê de dihat darizandin. Hefteya borî ji ber nebûna delîlên ne saxlem, doza li dijî wan hat betalkirin. Dozgerê bilind ê berê Nazir Afzal jî doza li dijî her sê dilsozên YPGê rexnekir û destnîşan kir ku YPG ne rêxistineke terorîst e.

9ê tîrmehê, The Daily Telegraph (Îngiltere)

Kurdistana di bin destê Tirkîyeyê de

Dîmeneke wisa bidin ber çavên xwe; malbatek ji bo seyranê diçe cihê herî xweş ê tûristik. Li ber avê, di bin tava xweş de, keyf keyfa herkesî ye. Ev kêlîyên keyfxweşîyê ji alîyê kamarayekî ve jî tên qeydkirin. Piştî çend sanîyeyan dengê teqînekê tê, herkes direve cihekî. Di vê êrîşa hawayî de, ku li Kanimasîya ser bajara Silêmanîyê, li başûrê Kurdistanê (Kurdistana Iraqê) diqewîme, malbatek hedef tê girtin. Keywan ku yek ji endamê vê malbatê ye, qala êrişê ji me re kir û destnîşankir ku kurê wî yê biçûk birîndar bûye û hê jî parçeyên şerebnelê di serê wî de ne.

Keywan û malbata wî qûrbanîyên dawî yên çalakîyên leşkerî yên ku ji alîyê dewleta Tirk ve li herêmê pêk tên. Hikûmetê Tirk dibêje ew van operasyonan li dijî PKKê pêk tînin, lê di rastîyê de tevahîya herêma Başûrê Kurdistanê dibe armanca van operasyonan. Rastî ne mîna tê gotin e, di encama êrişên drohnên Tirk de cotkar, gundî û pêşmerge, gelê sivîl jî jîyana

xwe ji dest dide. Bêguman ev êrişên Tirkîyeyê ne nû ne, dewleta Tirk bi hinceta “têkoşîna li dijî terorîzmê“ ne tenê Başûrê Kurdistanê, herweha herêmên Efrîn û Serêkanîyê jî ku dikevin Rojavaya Kurdistanê istila kiribû û di encamê de bi deh hezaran kurd bêcihûwar hatibûn hiştin.

12ê Tîrmehê, The Jerusalem Post (Îsraîl)

Kurd lêpirsîneke nû dixwazin

Ev roj li tevahîya cîhanê ji bo kurdan sembola zext, çewisandin û kuştina wan e. 31 sal berê serokê kurdan Dr. Abdulrehman Qasimlo, tevî 2 hevalên xwe ji alîyê komandoyên îranî ve hatin kuştin. Lê îsal ji ber tedbîrên koronayê bîranîna 13ê Tîrmehê tenê bi rêya Internetê pêk hat. Cihê bûyerê li taxa sêyemîn a Vîyanayê, li kolana Linken Bahngasse bû. Kujer jî bêyî ku rastê astengîyekê werin, bi hêsanî ji Awusturyayê derketin û xwe gihandin Îranê. Ev bi salan e, partîyên kurdan ji dezgehên Awustiryayê daxwaza darizandina kujeran dikin.

Di derbarê mijarê de ji Partîya Demokrat a Kurdistanê Ali Majoudi jî, ji Wezîra Dadê ya Awustiryayê Alma Zadic re nameyek rêkir. Majoudi ji Zadic ku ev demeke bûye wezîr daxwaza lêpirsîneke nû kir. Di nameyê de weha hat gotin: “Em dixwazin di derbarê kuştina Dr. Abdulrehman Qasimlo, Abdullah Ghaderi Azeri û Dr. Fadil Rasul de pêvajoyeke nû ya lêpirsînekê were destpêkirin û em li bendê ne ku bi vî awayî dadmendîya ku ji alîyê dezgehên Awustiryayî ve hatibû ji bîr kirin, pêk were.“Ali Majoudi ji rojnameya me re jî dîyar kir, rejima Îranê him li hindurê welêt û him jî li derveyî welêt mîna berê dîsa gelek êrîşkar e, gelek kurdan davêje zindanê û wan bi dar ve dike.

14ê Tîrmehê, Die Presse (Awusturya)

Kurdek dixwaze penabertîya wî were qebûl kirin

Zanyar Rasul Ahmadi di sibata 2016an de tevî 8 penaberên din di kamyonekê de gihiştibûn Îrlandayê. Kamyona ku wan xwe têde veşartibû, li Wexfordê, bêyî ku derbasî keştîyekê bibe rastî kontrolê hatibû û ew bi vî awayî hatibûn dîtin. Ji bilî Ahmadi, serlêdana panabertîya her 8 kesan heta niha nehat pejirandin. Dezgehên Îrlandî dibêjin, li Almanya û Awustiryayê şopa tilîyên Ahmedî hatîye girtin. Li dijî vê bersivê, Ahmedî dîyar dike ku ew mexdurê şer e û bi zorê şopa tilîya wî li van welatan hatîye stendin, piştî 50 saetên rêwîtîya di kamyonê de, bêxwarin û vexwarin wan xwe gihandîye Îrlandayê.

17ê tîrmehê, Irish Times (Îrlanda)

"Me birazîya sîyasetmedarê kurd radestî Tirkîyeyê nekirîye"

Li Iraqê dezgehên kurd dîyar dikin ku wan birazîya sîyasetmedarê kurd ku Tirkîye lê

digere, radestî Tirkîyeyê nekirîye. Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî di derbarê radestkirina birazîya Salih Muslim ku yek ji sîyasetmedarên serekî yê kurdê Surîyeyê ye, ev daxuyanî da: “Derbarê qaşo kesek bi navê Daliya Mehmûd Muslim ji Herêma Kurdistanê radestî Tirkîyê hatîye kirin, em pêwîst dibînin raya giştî agahdar bikin, ku ev nûçe ti bingeheke vê nîne û nûçeyeke derewîn e.”

Ajansa Anadoluyê berî çend rojan di derbarê Daliya Mehmûd Muslim de nûçeyek belav kiribû. Di nûçeyê de hatibû gotin ku ev keça 21 salî ku demekê di nav YPGê de cih girtibû, li ser sînorê Tirkîyeyê, xwe radestî rayedarên tirk kirîye. Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dîyar dike ku Daliya Mehmûd Muslim, piştî ku ji hêzên YPJê vediqete, li gel çekdarekî din ê xelkê Bedlîsê yê bi navê Selam Remezan Mihemed ku di nava refên YPGê de bûye, peywendîyeke evîndarî çêdike û her du bi hev re biryara destberdanê didin û direvin. Wezerata Kurd dibêje, tu pêwandîya wan bi vê bûyerê tuneye.

21ê tîrmehê, Qatar Tribune (Qatar)

Kurd dixwazin bi xwe DAÎŞîyan mehkeme bikin

Fermandarê SDFê (Hêzên Demokratîk a Surîyeyê) Mazlum Abdu daxûyanîyek da me û dîyar kir ku ew dixwazin ji bo girtîyên endamên DAÎŞê yên di destê wan de, dadgehekê ava bikin. Abdu dibêje, hewldanên wan ên ji bo dadgeheke navneteweyî bi ser neketîye û neçar in ku êdî 4 hezar DAÎŞîyên ku li Surîyeyê, di zindanên kurdan de girtî ne, bi alîkarîya hin dezgehên navneteweyî bixwe mehkeme bikin. Di nava van DAÎŞîyan de 3 welatîyên Swîsreyî jî hene. Di mehên dawî de girtîyên DAÎŞê sê caran di zîndanê de isyan derxistine û ji ber vê jî Abdu dibêje; “Dîvê êdî cezayên wan were dîyarkirin û şert û mercên zindankirina wan bên başkirin.“

31ê tîrmehê, SRF (Swîsre)

Malbata min di lîsteya Sedam Huseyin de bû"

Malbata Taban Şoreş ku niha 37 salî ye, ji destê rejîma bi xwîn a Sedam Huseyin bi tesadufî difilite. Piştî xwevaşartina bi salekê, malbat xwe digihîne Brîtanyayê. Taban niha sazîyeke alîkarîyê bi rêve dibe û bi serê xwe kurê xwe yê 17 salî mezin dike. Ew wisa qala jîyana xwe dike: “Ez û birayê xwe yê mezin li Kurdistanê, li Bakurê Iraqê hatin dinê. Bavê min têkoşerekî azadîyê û helbestvanekî politîk bû. Hemû kesên ku di berxwedana gelê kurd de cih digirtin dibûn armanca Sedam Huseyin, malbata min jî di lîsteya wî ya ‘most-wandet‘ (herî zêde li wan digerin) de bûn. Wekî îro tê bira min ka polîsên îstixbaratê çawa avêtin ser mala me û malbata min zindanî kirin.“

Hejmara tîrmehê, Kovara Woman & Home (Îngiltere)

Le Monde diplomatique kurdîJi alîyê

Rûpel Multimedia GmbHve tê weşandin

Birêveberê GiştîMurat Satik

Koordînatorê Weşanê Yado Ciwan

RedaksîyonMahmûd Lewendî

Nedîm Baran

Berpirsê Hunerî yên WêneyanHasan Hüseyin Deveci

DîzaynerRecep MaraşlıFabio Biasio

Alîkarên vê hejmarê Semra PolatPerwer Yaş

Faruk MuhsinoğluBîlal Ata Aktaş

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi

diplo_kurdi

Web: www.diplo-kurdi.com E-Mail: [email protected]

Rûpel Multimedia GmbHErnst-Gnoss-Straße 1

40219 Düsseldorf, Deutschland

Hesabê BankayêDeutsche Bank

DE27 3007 0024 0999 4542 00BIC:DEUTDEDD

Le Monde diplomatique

DamezrînerHubert Beuve-Méry

Birêveberê giştîSerge Halimi

Sernivîskar Benoit Bréville

Cîgirên SernivîskarîAkram Belkaïd, Renaud Lambert

Redaksîyon Martine Bulard, Mona Chollet,

Philippe Descamps, Evelyne Pieiller, Hélène Richard, Pierre Rimbert,

Anne-Cécile Robert

Berpirsa ragihandin û weşanên navnetewî

Anne-Cécile Robert

SekreterAnne Callait-Chavanel

Berpirsa çapêMona Chollet

Birêveberê hunerîMaria Ierardi

Boris Séméniako

DokumentasyonOlivier Pironet

Navnîşan1, Avenue Stephen Pichon

F-75013 Paris

2 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ

Berhevkar: Perwer Yaş

Page 3: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Xwerexnekirin

New York Times (11 tîrmeh 2020) bi nivîsareke bi sernavê «Gelo xwepêşandan xetere ne? Li gorî pisporan bersiva vê pirsê dimîne li ser wê yekê ka kî çi protesto dike» meraqeke siyasî-pizîşkî destnîşan dike.

Gava xwepêşandêrên konservatîf ên dij-karantînayê di mehên nîsan û gulanê de li ser derencokên avahîyên Capitol li Kolumbusa Ohio, Lansinga Michigan, li hev kom dibûn, pisporên şewbê gilî û gazin ji wan dikirin û pêşbînîya zêdebûna belavbûna vîrusê dikirin. (...) Di 25ê gulanê de, qetilkirina bi awayê hovane ya George loyd ji alîyê polîsên Minneapolis ve her tişt guherand. Bi deh hezaran kesî berê xwe dan kolanan û tevgera ku hê jî didome, bi xwepêşandan û hilweşandina peykeran werimandin. Lê belê li şûna şermezarkirina lihevkombûna girseyan, zêdetirî 1300 berpirsîyarên tendirustîya gel 30yê gulanê îmze xwe danîn bin nameyeke destekê û gelek ji wan jî tevlî xwepêşandanan bûn.

Berdêla Kemerşidandinê

Kovara Die Zeit, Tîrmeh 2020, li ser malpera xwe ya Înternetê têkildarî xebateke di derbarê serwetên mezin ên alman de ku ji aliyê Ensîtuya Alman a Lêkolîna Aborî DIW (www.zeitonline.de) ve hatine tesbîtkirin, van agahîyan dide :

Pardarîya aktîf a safî -piştî jê daxistina deynan- li Almanyayê ji texmîna ku berê dihat kirin pir zêdetir dûrî wekhevîyê ye. Beşa pêşî ya dehê (ji sedî 10ê herî zengîn) nifûsê wekî ku berê dihat temînkirin ne xwedîyê ji sedî 59ê dewlemendîyê ye, lê belê kêm zêde ji sê paran xwedî duduyan e. Ji bo ji sedî yekê kesên herî zengîn, rêje ji binê ji sedî 22 hilkişîyaye nêzî ji sedî 35an. «Asta têra xwe bilind a neyeksanîya dewlemendîyên Almanyayê heta niha bi giştî girîng nedihat dîtin», li gorî Johannes König, yek ji nivîskaran. Siyasetê tesîr li vê pêşketina neadil kir.. Aborîzanê DIWê Carsten Schröder vê rewşê weha îzah dike: «Kêmkirina rêjeya herî bilind a bacê ji alîyê koalîsyona sor-kesk ve hişt ku derdorên xwedî hatinên bilind teserûfên xwe zêde bikin. Di encamê de, serwetên li lûtkeya silmê pir zûtir zêdebûn». Ji dawîya salên 1990î ve, baca ku pêşketina neadil sist dikir êdî li ser serwetan tine.

Dostên Yekîtîya Ewropayê

Piştî boykota hilbijartinên giştî ji alîyê muxelefetê ve, serokê sirbî Aleksandr Vučić şîdeta xwepêşandanan ji bo bêqîmetkirina her cure protestoyê bikar tîne û li gorî rojnamevan Milan Ćulibrk ew vê yekê bi hevkarîya sûc a Yekîtîya Ewropayê pêk tîne (Jutarnji list, 12 tîrmeh 2020, ji aliyê Courrier des Balkans ve hatîye wergerandin).

M. Vučić ne tenê karî tovê xirabîyê bireşîne nava rêveberên muxelefetê, herweha ev ên dawî ji alîyê medyayên rejîmê ve wisa zêde xirab tên nîşandan ku wextê xwe bi temamî bi xwe parastinê re derbas dikin. Pirsgirêk ew e ku M. Vučić bi vekirina muzakereyên li gel Yekîtîya Ewropayê (YE) û bi îdîaya ku endamtîya ewropî projeya wî ya stratejîk e, adeta qada livûtevgera siyasî ji muxelefetê dizî. Li ser vê noqteyê, livûtevgera YEyê neheq e. Bruksel difikirî ku di şexsê M. Vučić de ew ê li ser pirsgirêkên herêmî

û Kosovayê hevalbendekî zêdetir nerm bibîne. Di rastiyê de, Ewropa beramberî her tiştekî li vir rû dide zêde bêhnfireh û xweşbîn e, tevî ku Sirbistanê ev şeş meh in tu fasileke nû ya muzakereyan venekirîye. M. Vučić kesekî pragmatîk e. Ew Yekîtîya Ewropayê diparêze heta ku bi kêrî mayîna wî ya li desthilatîyê were. Eger pêwist be ew ê bi Rûsya û Çînê re jî heman tiştî bike.

Bayê xirab

Eger Covîd-19 bi awayekî fermî li Turkmenistanê tine be jî, serok Gûrbangulî Berdîmûhamedov ji bo tedbîrên pêşîgir ên demên dawî hatin destpêkirin, bahaneyên akrobatîk formule kirin. (Turkmenportal, 7 tîrmeh 2020, ji alîyê malpera frankofon Novastan.org ve hatîye wergirtin):

Li pey pîvandina çawahiya rewşa hewayê, navenda ragihandinê ya wezareta tendirustî û pîşesazîya pizîşkî ya Turkmenistanê tesbît kir ku tundbûneke zêde ya tozên bi bayê re ji alîyê başûr-rojhilat, bakur-rojhilat û bakur ve gihîştine ser xaka welêt. Bi armanca kêmkirina tesîra li ser tendirustîyê ya zêdebûneke muhtemel a li nava madeyên nexweşîhilgir a atmosferê, divê karmendên pergala tendirustîyê, bazirganîya perakende, veguhestina gelemperî û xizmetên din, amûrên parastina şexsî yên ji bo dev û poz bikar bînin.

Wergera ji fransî  : Sedat Ulugana

ku di sibata 2009an de Vala Ferîd wekî berdevka Parlementoya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê (KRG) were hilbijartin.

Di tîrmeha 2019an de jineke din, Dr. Rêwaz Fayeq Hussein kete şûna wê. Di dîroka parlamentoyên Rojhilata Navîn de cara ewil tişteke wisa diqewimî.

Jinên kurd, di heman demê de di têkoşîna li dijî cureyên şîdetê de jî çalak in ku ji hêla civakeke pederşahî û kevneşopî ve wekî formên cînayetên namûsê, sineta jinan (FGM), zewaca bi zorî û bin-temenî derdikevin pêş.

Beşdarîya şervanên jin ên kurd, hin teorîyên femînîst cardin radipirse, lew ew weha îdia dikin ku şer bi eslê xwe karê mêran e û ji ber xwezayîya aştîxwaz a jinan, divê jin li malê bimînin. Ev felsefeya hanê ji ber tecrubeya jinên êzidî (endamên kêmîneyeke kurd ya dînî) qels û lawaz bûye ku ew jin bûne hedefên Daişê, wekî xenîmetên şerî hatine hesibandin û koletîya seksê jî tê de, ew bûne qurbanên şêwazên curbicur ên şîdeta seksê. Dûrketina ji şerî, jinan ji encamên wêranker ên alozîyên çekdarî naparêze. Mînaka Nadia Murad, êzidîyeke iraqî û xelatgira Xelata Nobelê ya Aşîtîyê bo 2018an, nîşanî me dide ka di çarçoveya şerî de bidestxistina çarenûsa xwe bi xwe çiqasî girîng

e. Murad, di 2014an de ji hêla Daişê ve hat revandin û kolekirin. Piştî bidestxistina azadîya xwe, ji bo mafên êzidîyan û li dijî şîdeta seksê, bû parêzvaneke çalak.

Bi tecrubeyên celeb celebî, jinên kurd bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane ku gelek caran koka wan di pergala pederşahîyê de ye. Têkoşîna li dijî pratîkên newekhev ên tradîsyonel û bi ser de jî têkoşîna li dijî şîdeta dewletê şerekî mezin û zexm e ku jê re fedakarî û hişyarîyeke mezin divê. Jinên kurd pê bawer in ku projeyeke sîyasî ya pêşketî ya ku mafên wekhevîyê û edaleta civakî dihundirîne, kilîta rizgarîya esil e.

Nazand Begikhani*

Nazand Begikhani bi çarçoveya bernameya Vincent Wright Chair, mamosteya mêvan e li Sciences Po’ya Parîsê. Di heman demê de di Le Monde Diplomatique kurdî (soranî) de gerînendeya weşanê ye.

_________(1) Narrative of a Residence in Koordistan, and on the Site of Ancient Nineveh , vol. 1, Cambridge Library Collection – Archaeology, Cambridge Universtity Press, United Kingdom, 2014.

(2) Akram Belkaïd, “Tirkîye û Rûsya nexşeya Bakur-Rojhilata Sûrîyeyê ji nû ve xêz dikin” Le Monde diplomatique, çirîya paşî 2019.

Wergera ji îngilîzî: Bîlal Ata Aktaş

3TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Jinên kurd di têkoşînê de berdewam in (Dewama R. 1)

JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ

HEJMARA NÛ YA «MANIÈRE DE VOIR»

Sextekar û Dîmenên Xapînok

Tê îdîakirin ku avakarê Microsoftê Bill Gates, ji bo derzîya têde mîkroçîps hebin enjekteyî mirovan bike,

vîrusa Covîd-19 belav kirîye; ji bo serokê amerîkî Donald Trump jî dibêjin, bûye qirdikê pêlîstokê Vladîmîr Pûtîn û vî jî benê şaşagahdarkirinê li welatên rojava xistîye destê xwe. Paşgotinîya pêşî bi lezeke sergêjker li ser tevnên medya civakî berbelavbû; ya duyemîn bi mehan bû manşeta rûpela pêşî ya New York Timesê. Ji dema Breksîtê û hilbijartina M. Trump û vir ve, dîmenê agahdarîyê di navbera komplogerên xeşîm û rojnamevanên profesyonel de veguherîye lihevreşandineke çeprast a «nûçeyên derew».

Hejmara dawî ya Manière de voir (1) yekîneyên heyî, stratejîyên wan û zîvirîna çerxa wan di ber çavan re

derbas dike. Bi awirekî bi lez: eger nûçeyên şaş ên herî navdar ên bi nîyeta şaşagahdarkirinê hatine amadekirin, carna li girseyeke endîşedêr rast werin, dîyarde marjînal dimîne beramberî hêza medîyayên serdest, ên di wê zanebûnê de ne ku tên guftogokirin. Blogvanekî nenas ku karî di çend ‘tik’an de bigihîje asta rûmeta tesîrkar, ku ev berê îmtîyazeke qunciknivîsên mezin bû, wekî heqareteke zêde giran dihat dîtin. Wekî ku Frédéric Lordon îzah dike, bersiva meslekê ji bo vê sînornenasîya sêber felaket bû: bi sazkirina dîyardeyê û «kontrolkirina rastîyê» rojnameyên rêzbar, wekî dadgerên bilind ên profesyonalîzmê, rola xwe ya di neqandin û şirovekirina îdeolojîk a bûyeran de înkar kirin. Ev hejmara kovarê bi vê wesîleyê bi bîr dixe ka vê rojnamevanîyê çawa li dijî her rastîyê M. Jeremy Corbyn wekî dij-cihû pênase kir, namzedîya M. Bernie Sanders a li ser navê partîya demokrat reş kir û hwd. Rojnamevanîya demeke dirêj efsaneya objektîvîteyê ji xwe re kir mertal, bi ketina şerê li dijî kesên ku wekî «populîst» bi nav dike, rûyê xwe yê rastîn nîşan dide: sîyasetê bi rê û rêbazên din dirêj dike.

Wekî din, kulta ku tê îdîakirin a «rastîya biçûk a birra » pirsgirêkeke din jî dertîne pêşîya desthilatîya

dogmatîk a rojnamevanîyê: pirsa derewên wê yên pirbarekirî, bi zanebûn an jî bêzanebûn. Dîroka medyayên nûjen hêla wê ya tarî ya li bin forma tizbîyeke olî ya «nûçeyên sexte» yên fermî di vê hejmarê de wekî mistek morîk ji hev tê xistin û nirxandin. Karaktera wan qirdikîyeke qeba ya. Dişibin mîzansenên layîqî Hollywoodê yên têkildarî leşkerên amerîkî ku fişekên xwe direşînin hewayê ji bo «rizgarkirina» hemşîreyekê ji lepên desthilatîya Iraqê. Bi vî awayî encamên dramatîk ên van virên ji bo mafdar nîşandana îlankirina şer, hema hema didin jibîrkirin. Li van «nûçeyên sexte» yên pala xwe didin bîrûbawerîyên atlantîst ên edîtokrat, yên ji ber leza sergêjker ên înformasyona berdewam zêde dibin: ji bo ku berîya reqîban girseyeke şopîner were çêkirin û nivîs bên ‘tik’kirin, baştir e bê piştrastkirin werin belavkirin. Gilles Balbastre bi gelek nimûneyan bi hûrbînî radiweste (ji derewa «xiyara kujer» heta derewa «mirovê pêşî yê klon) li ser vê bîrbirina enformasyona metayî ya ku, wekî Sophie Eustache jî destnîşan dike, li ser malperên enfo tiştên kêfxweşkirinê zemîneke îdeal peyde kirîye. Em vê hejmara Manière de voir bi vê gotinê biqedînin: medya agahîyan nede jî, ew zane mirovan bi tiştên kêfxweşker mijûl bike.

(1) «Nûçeyên Derew. Şewbeke cîhanî ya sexte?»,  Manière de voir n°  172, tebax-îlon 2020, 100 rûpel, 8,5 ewro.

Wergera fransî: Baran Nebar

Page 4: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Duşem 18ê çirîya paşî ya 2019an, rojeke asayî li ser pê-

lên France Inter. (1) Şaredarê baja-rekî mezin, ji bo saet 06:20 hatîye vexwendin. Rejîsorek saet di 07:50î diaxive. Hevpeyvînerên stêrk ên weşana danê sibehê Léa Salamé û Nicolas Demorand, navbera saet 7 heta saet 9, di saet 08:20î de ji-neke sîyasî pêşwazî dikin. Vê rojê du dîrokzan li pey hev wê werin, polîtologek, lêkolînerek, serokekî zanîngehê, sê pizîşk, psîkologek, du rojnamevan, sê aktor, hilbe-rînerekî sînemayê, romannivîsek û xwendekareke bi bûrs. Tevî ku ji pêncan yekê nifûsa aktîf temsîl dikin, rêveber û meslekên bilind ên ronakbîrî mîkrofonên radyoya gelemperî adeta desteser kirine.

Di 18ê çirîya paşî de, di wateya fireh de çînên kedkar (cotyar, karmend û me wextê axaftina hemşîreyekê li wan zêde kir, her-weha çavdêrîyên xwendekarên bi bûrs û yên dê û bavên wan) ew 29 deqe wextê weşanê dadigirin, di navbera saet 5ê sibê û saet 11 û 16 deqeyê êvarê de: ango ji sedî 2,6ê beşa weşanê ya France Inter ku ji bernameyên nûçeyan, kêfûşahîyê û çandê pêk tê. Kesên ku anketvan wan di wateya biçûkxistinî de bi nav dikin ”CSP- ” (wekî kate-gorîyên civakî-pîşeyî yên ”nizm”) dîsa jî ji sedî 47,9ê nifûsa gihîştîye temenê kar, pêk tînin (cotyar, ji sedî 1,5ê nifûsa çalak; karker, ji sedî 19,6; karmend, ji sedî 26,8. (2)

Rojnameyên sibehê, wê rojê, dîsa jî 3 deqe û 32 sanîye li ser sê mija-rên ji bo êlekzeran veqetand. Tez-mînata cotyarên bûne qurbanîyên teqîna fabrîkaya Lubrîzolbi, bi qasî deqeyek û 52 sanîye adeta bêyî ku nefesê bi guhdaran bide standin, xwe bi wan da guhdarîkirin. Ev mijarokên cihêreng ên civakî yên bi roportajeke 7 deqe ya weşaneke têkildarî dijberîya projeya otobana Strasbûrgê, bi awayekî xirab daris-tana tund a yekforma îdeolojîk û çandî ya France Interê vedişêre.

Di navbera 18 û 24ê çirîya paşî ya 2019an de, studyoyên kanalê pêşwazîya 177 mêvanan kir. Hemû jî ji sinifên navîn û berjor, ji alîyê çandî û aborî ve xwedî awantaj. Ji bilî du îstîsnayên piçûk, li saetên ku zêde guhdar tune ne. Xwende-kara bi bûrs û bêkareke demdirêj li bernameya şoxûşengê ya bi navê ”randewûya nû”, ku di navbera saetên 2 û 23ê de tê weşandin ”çav-dêrî û şahidîyên xwe anîn ziman”.

Tesbît ne nû ye. Hê di sala 2014an de kolektîfa ”De l’air à France Inter”, a bi pêşengîya rojnamevan François Ruffin hat amadekirin,

ji sedî 1,7ê mesaîya weşanê ya ji bo karker û karmendan pêk dianî. (3) Xemsarîya radyoya gelemperî beramberî sinifên kedkar ji alîyê van sinifan ve jî bi heman helwestê tê pêşwazîkirin. Li gorî lêkolîneke hundir a veşarî, tenê ji sedî 11ê guhdaran di nava CSPyê de cih digirin. (4) Di nava 6 radyoyên sereke yên gelemperî de, France Inter ya herî hindik tê ecibandin e ji alîyê karkerên beşa herî halnexweş a civakê ve. Lê ev yek dîsa jî nebû asteng ji bo ku di sala 2019an de bibe radyoya herî zehf hat guhdarîkirin li seranserî welêt. Ango “Populer” hertim

nabe berdêla sifeta çîna kedkar.

Lêkolîna veşarî ya li ser ”struktura guhdarên France Inter”ê statuya wê ya radoyaya burjûwazîya per-werdebûyî piştrast dike. ”Dema pêşbazîya rasterast a guhdaran mijara gotinê be, France Inter bi rêjeya radeyeke girîng a guhdarên ji CSP+ (ji sedî 39) herweha gelek rayedarên şirketan/payebilindan û kategorîyên ronakbîrî yên bilind (19 %), rêjeya guhdarên ji meslekên navberê hinekî din (ji sedî 17 ) -yên mayî jî ji zenaatkar û esnafan- pêk tên. Li gorî lêkolînê, tenê France Info xwedî awantaja CSP+ e ”.

”Deftera misyon û berpir-sîyarîyên” Radio France a heft kanalên gelemperî li hev kom dike, wezîfa wê ya ”çavdêrîkirina ji bo wê yekê ku bernameyên wê îmaja herî realîst a gengaz a civaka fransî bi hemû cihêrengîyên wê ve pêşkêş bike” piştrast dike. Lê belê bi keştîya xwe ya sereke, France Inter, berhema hatinên gelem-perî ya piranîya fransîyan ji alîyê beşeke biçûk a civaka bûrjûwa û bi dîplome ve hatîye desteserkirin.

Zarokên dîplomat û wezîran

Rêveberîya ragihandina kanalê ku bi statuya xwe ya rêza yekemîn a tevahîya welêt îftîxar dike, xwe hêjayî vê desteka gelemperî dibîne, li gorî rapirsîneke di nava guhdaran de hatîye lidarxistin (5): ”France Inter pir baş tê nirxandin ji alîyê guhdaran ve li ser van mijarên problematîk. Zêdetirî ji sedî 90ê guhdaran li ser tevahîya van mijaran hemfikiri in: nirxandina pirrengîya civakî, etnîsîte û jêder, cinsî, nifşî”.

Endameke berê ya Konseya Bilind a Audiovisuel, Mémona Hintermann ku li herêma Réunion li nava malbateke xizan a xwedî yanzdeh zarok hatîye dinê, biryareke kêmtir bi îftixar dide. Ev nûçegihana mijarên girîng a France 3 bi me re van nêrîn û çavdêrîyên xwe parve dike: ”Gava ku ez li Interê guhdarî dikim, ez Fransaya bûrjûwa ya berîbûyî ji zehmetîyên jîyanê, ku bersivê nade rewşa heyî ya welêt, dibihîzim. Zarokên dîplomatan an jî wezîran, fîgurên saetên sibê di neqandina peyvên bikartînin de jî beşeke jîyana navbera xwe îfade dikin.”

Roja înê 22yê gulanê, saet 08:20, Alî Baddou li gel profesorekî felsefeyê yê Dibistana Polîteknîk Michaël Fœssel hevpeyvînê dike. Ev beşek rêze hevpeyvînên li gel ronakbîran e. Ronakbîr nêrînên xwe yên derbarê serdema koronavîrusê de tînin ziman. Di vê saetê de ku herî zêde guhdarên rojê hene, roj-namevanê, bi felsefeyê re eleqedar û dersdarê berê yê li Science Po, pirseke derbarê berhema bi navê ”Sobeya Descartes” jê dike. Piştî sê deqeyên din jî mijarê dibe ser ”firîna kundê felsefê li nav çirûskên dawî yên tavê”. Ji çarçoveya xwe dûrxistî, ev referansên sir îşaret bi ramangirên bijarte dikin (yê duyemîn Georg Wilhelm Hegel). Ew vê yekê bi rîska dûrxistina ji radyoyê ya guhdarên zêde bi klasîkên felsefeyê re ne aşîna ne, dike.

Xwendekarê berê yê dibistana nor-mal a bilind, xwedî dîplomaya în-gilîzî, Augustin Trapenard berna-meya çandî ”Bûmerang”ê pêşkêş dike, ji duşemê heta înê saet di 9an de. Bernameyeke qeydkirî ya berdewam û atmosfereke sofîstîk e ya tam jî li taybetmendîyên France Interê. Wekî van bernameyan bo nimûne, ku her yek jê bi awayê xwe, weşana pêşxistina şexsî ”Bila kêf kêfa we be” (temaya 25ê hezîranê: ”Çawa Platon di jîyana sala 2020î de dikare alîkarîyê bide me”), bernameya têkildarî modayê ”Popopop”, l’ésotérique ”Saeta şîn”,

4 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

PÊŞÎ JI BO GUHDARÊN HALXWEŞ Û XWENDE

France Inter, li tercîhên wan guhdarî bikin

David Garcia*__________

Dorothy Shoes.– Ji rêzefîlma «Monologues & Dystopies», 2006

Di ev çend mehên dawî de, France Inter xwe dipesinîne ji ber ku ew bûye radyo ya herî zêde tê guhdarîkirin a welêt: 6,1 milyon kes her roj lê guhdarî dikin, li gorî anketa Médiamétrie. Em bêjin wisa ye. Lê belê bi kêrî çi tên ev weşan û bi taybetî ji bo kê ne? Bi nûkirinan (û tesfiyeyan) re, ev çerx êdî zêdetir bi performans û hindiktir balkêş bû. Ji aliyê civaknasî ve, ev kanala giştî ya ji bo gelemperî , ku jê dihat payîn « bibe dengê mumkun mertebe herî realîst ê civaka fransî », wisa xuya ye ku xîtabî Fransayeke taybet dike. Gelo ew êdî guhdarên xwe yên ku hêjayî ronîkirinê nabîne, biçûk naxe?

Nurettin Erkan, KATABASIS-2, Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 200 x 150 cm

Page 5: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

”Rûpoş û Pênûsa pirtik” an jî ber-nameya muzîkal ”Very good trip”. Çand -bi Ç’ya mezin- pênaseya wan a hevpar e.

”France Inter radyoya kesên xwedî dîplomayên perwerda bilind e. Li nava pirsên ji mêvanan tên kirin, rojnamevan û anîmator gelek caran bi bingeha zexm a çandî xemilandî xîtabî guhdaran dikin”, li gorî analîza dîrokzanê radyoyê Denis Maréchal. Fîgurê dîrokî yê kanalê ku ev 37 sal in lê dixebite, Daniel Mermet hê vekirîtir diaxive: ”France Inter ji alîyê çînên navîn û berjor ve hatîye desteserkirin”. Radyoya gelemperî hertim cihêrengîya xwe raxistîye pêş çavan: ”Li ferqê guhdarî bikin” û ”France Inter, ji bo kesên di navbera guhên wan de tiştek heye” dîrûşmeyên wê yên berê yên danasînê bûn.

Dîruşmeyên wisa yên di cîhana radyoyê de taybetmendîyên wê yên xweser nîşan didin. Carna ji bo ya baştir: bi awayekî giştî, stasyon bi nirxandina bi serûber a enformas-yonê xwe dîyar dike. Dîrektorê navenda agahîyên navneteweyî ya Radio France, Jean-Marc Four jî weha pesnê radyoyê dide: ”Bi veqe-tandina rojê saetek û nîv ji bo rojeva biyanî, Inter fîyetan bi awayekî ber-biçav dadixe, nîsbet bi medyayên din ên audiovîsuel ên gelemperî, ji bilî France médias monde”, koma medyayê ya ku France 24, Radio France internationale û radyoya bi zimanê erebî Monte Carlo Doua-lîya. Yê ku edîtorîya France Inter ji 2014 heta 2017an birêve bir, pir-rengîya temayên hatine nirxandin û eleqeyeke ”dengekirî” ji bo teva-hîya parzemînan desnîşan dike.

Serokê Radio France yê di navbera 2009 û 2014an de, Jean-Luc Hees balê dikşîne ser pîvanên edîtor-yalê yên Interê û weha bersiva pirsên me dide. Hees ku li Nor-mandîyayê bicih bûye, piştî alif dide hespên xwe bersiva pirsên me dide. ”Şopînerên Europe 1 pir kêm bûn ji ber ku kalîteya ber-nameyên wê ketibûn. Heta ku ew cihêrengîya xwe ya li ser navero-kan û hema hema nebûna reklamê bidomîne, France Inter wê xwedî paşeroj be”, li gorî vê, rojnamevanê ku bingeha karîyera xwe ya li ser kanala gelemperî derbas kirîye. Di rastîyê de, her saet 5 deqe reklam

beramberî 16 heta 17 deqe rekla-mên raqîbên xwe yên taybet RTL û Europe 1, Inter dibe stargehek ji bo şopînerên ji reklaman dibizin. Ev ”tercîh ” bi awayekî xweber serke-tinên şopînerîya kanalê rolatîvîze dike.

France Inter a xwe ji xirecira reklamê parastîye, beramberî vê yekê girêdayî hejmara guhdaran e. Rêvebera radyoyê Laurence Bloch bi twîteke 9ê nîsanê, roja weşandina bernameya guhdaran a sêmehane weha dinivîsand: ”Hûn niha rojane 7 milyon kes in ku li kanala me guhdarî dikin, tu caran em negihîştibûn hejmareke ewçend bilind.” Zêdebûna rapirsînên li ser profîla guhdaran ”ji hev veqetandina” teklîfan li gorî kategorîyên cihêreng ên civakê: çawa ku li dezgehên din ên audiovisuela taybet tê kirin, ji bo tetmînkirina daxwaza guhdarên radyoyê, paleta teknîkên bazirganî hatîye bicihkirin. Frédéric Schlesinger ku wekî midûrê France Inter di sala 2006an de hat tayînkirin, ev rêûrêbaz endustrialîze kirine. Ew xwe dispêre tecrubeya xwe ya rêveberîya navenda audiovisuela muzîkal a koma Lagardère. Piştî derbasbûna cara duyem a nav Radio France, li vî cihê ku ji bo birêvebirina Europe 1 di sala 2017an de vegerîyayê, niha êdî bi statuya midûrê alîkar ê stasyonên radyoyê ye.

Rêzek bernameyên ji holê rakirî

Jean-Marie Cavada ku temenê wî gihîştîye heştêyî hê jî pir çalak e. Ew li bîraxaneyeke li rojavayê Parîsê, wekî ku li ser plaketekê navê wî jî hatîye nexşkirin, me li maseya xwe ya taybetkirî pêşwazî dike. Ev CEOyê ji 1999 heta 2004an ê Radio France ku wekî ”radyoya populer a bi kalîte” xwe pênase dike, bi gazin destnîşan dike ku di çavên guhda-ran de ”hin nûnerên cîhana çandê her diçe zêdetir hewl didin xwe pir zana nîşan bidin”.

Lê belê midûra ragihandinê ya France Interê, Catherine Nayl, bi van gotinan weha xwe dipesinîne: ”France Inter li nava radyoyên ge-lemperî xwedî guhdarên herî ciwan e, temenê wan ê navînî 54,8 sal e. Di

pênc salan de me milyonek guhda-rên din jî ber bi xwe ve kişandin”. Tenê RMC, ku bêhtir cih dide aga-hî û bernameyên werzişê dikare bi guhdarên xwe yên ciwantir xwe bipesinîne. Lê belê herweha bi po-pulerbûna guhdarên xwe jî.

Ev guftugo bi her halî tê wateya ku struktura guhdarên France Bleu, tevna radyoya lokal, bi temamî berevajîyê France Interê ye. Ji sedî 24ê guhdarên radyoyên herêmî karker, karmend an jî cotyar in û tenê ji sedî 18ê wan ji CSP+ tên. Li France Bleu karker û gundî, li France Inter çînên navîn? ”Rad-yo France bi awayekî giştî dikare daxwaza rêzgirtinê bike ji bo pir-rengîya civaka fransî, ku bi navgîna kanalên xwe yên temamker rêyeke wisa vekir”, li gorî nirxandina rayedarekî Interê.

Daniel Mermet, produktorê ber-nameya ”Li wir, eger ez li wir bim”, îdîa dike ku guhdar wê nikaribe bibe ”yekane pûsûla”ya radyoya mezin a xizmeta gelemperî. (6) Dengê bêdengan, keşifkara be-

rxwedanên civakî û sîyasî li nav nîzama neolîberal, bernameya wî ya rojane tam 25 salan dewam kir. Di hezîrana 2014an de hat rakirin. Lê belê li ser Web radyo û bi rêya vîdeoyan bernameya ”Li wir” hê jî heye.

Rawestandina bernameya ”Li wir, eger ez li wir bim” rêya rêzek win-dabûnan, ku tev jî ber bi heman hêlê ve bûn, vekir. ”Jîyana kar-geha pêlîstokan”, ”Rojek ji rojên li Fransayê”, ”Derûber”, ”Gerûgeşta li welatê xwecihan”, ”Afrîkaya bi tenê”, ”Dema Komedyen Pauchon”, ”Dengê xirecirê tê”. Ev bernema bi giştî alîyê wan ê hevpar ew bû ku cihêrengîyên civakî û etnîk ên welêt dianîn ziman. Hilberîna hev-par a sê hevkarên Mermet, ”Dengê xirecirê tê” roja şemîyan ji saet 16 heta 17an dihat weşandin. Bi ber-nameya hevpeyvînên empatîk ên li gel êlekzeran re dawî lê hat, sezona 5 bû yeke kujer.

08.12.2018, mijar serhildan e. Şemîya berê, êlekzeran bi ser l’Arc de Triomphe ve girt. Endîşe dest pê

dike, CEOya Radio France, Mme Sibyle Veil, li dema ku weşana ber-nameya ”Dengê xirecirê tê” dest pê kirîye, li gel midûra Interê der-basî studyoyê dibe. Bi vê pêşgotina Charlotte Perry, tona deng hat eyarkirin: ”Li çar alîyên (sic) Fran-sayê, em ablûkayan çêdikin, barî-katan saz dikin, em li hev kom dibin, em protesto dikin vê pergala heyî, vê serdestîya komek bijarte ya ku kêfûsefayê dike li ser pişta gelê ku êdî bêzar bûye”. Bi helwesteke xwînsar, Mme Veil dest li rewşê werdide. Rêhevala promosyonê ya M. Emmanuel Macron li dibistana neteweyî ya rêveberîyê, hevjîna M. Sébastien Veil, nêzî nasên pir nêz ên serokdewlet. Giv Anquetil, An-toine Chao û Charlotte Perry piştî çend rojan gazî wan tê kirin. Lau-rence Bloch her sê produktoran hişyar dike ku bernameyên zêde ”tengezar” dikin çênekin: ”Em ne ji bo tirsandina civakê li vir in.” Dû re li gotinên xwe zêde dike: ”Ber-nama we dişibe belavokeke CGTyê. Gava dibihîzim, radyoyê digirim.” ”Dengê xirecirê tê” heta dawîya sezonê li weşanê dimîne. Berîya ku bi temamî ji holê were rakirin.

Çunku ”pêşvebirin” a ku mîdura Laurence Bloch dixwaze bêhtir guftugoyên civakî ye: ”Divê hesa-sîyetên civakê li her derê civakê werin îfadekirin”. (7) Eger em ji van gotinên wê bawer bikin, ça-lakgerên civakî û sîyasî giş xwe di weşanê de îfade dikin: ”zoomeke edîtoryal e ” li wê derê (çar deqe, ji duşemê heta înê saet 07:16 deqe); û car caran, nûçeyeke di bernameya ”destwerdanan” de (sê çaryek, si-beha yekşemê). Di deh salan de, wextê ji bo têkoşînên civakî hatîye veqetandin bi dehan caran hatîye kêmkirin. ”Derûber”, bernameya li ser taxên kedkaran, dawîya dawî êdî ji çar deqe derbas nedibû. Sîte di rastîyê de mafê wê yê welatîbûnê li ser France Interê tune.

Ji bilî dema ku guftûgoya bi heraret a li ser turbana îslamî tê kirin, ku ev jî bivênevê bi taxên xizanan re tê girêdan. 11.10.2019, hilbijartîyekî herêmî yê partîya Le Pen Rassemblement national ji rêhbereke zarokên dibistanê dixwaze turbana xwe rake û serê xwe veke. Kurê wê yê li tenişt wan rûniştî ji girîyan di nava rondikan de şil dibe. Ev dîmen li ser kanalên nûçeyan tên weşadin. Ji 14 heta 17ê

5TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Nurettin Erkan, Gewdeyên li fezayê-3, (2002), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 180X160 cm

Nurettin Erkan, KATABASIS-6, Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 112 x 92 cm

Page 6: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

çirîya pêşî, Salamé û Demorand li gel pênc mêvanên bernameyên danê sibê wê li ser mijara turbanê guftûgo bikin. Salamé 14ê çirîya pêşî, ji serokê Komargeran (LR) M. Christian Jacob dipirse: ”Gelo we ji wî [wezîrê perwerdeyê] xwest turbanê qedexe bike?” Roja din, ji parlementer M. Jean-Louis Bourlanges, ku mêvanê fetîş ê Demorand e bi giştî, vê pirsê dike: ”Baş e, em bên ser gerûgeştên dibistanan, çawa be mijara rojevê ye, hûn çi difikirin?” Piştî du rojên din, wezîrê perwerdeyê Jean-Michel Blanquer red dike ”ku ev mijar her tim were ber wan”. 17ê çirîya pêşî, Demorand ev çerxa berdewam ”belaya îslamî ” li gel parlementerê ewropî yê rastgir François-Xavier Bellamy weha girt: ”Nexwe, divê ew were qedexekirin?”

Li bin xizmeta ronakbîr û reformîstan

Bi 4 milyon guhdaran, bernameya serê sibê ya France Inter, ya herî zêde tê guhdarîkirin e. Stratejîk, neqandina mêvanan bi her halî weşanê rengîn dike. ”Di navbe-ra dilbijî û bîrbirinên xwe de em têkoşînê dikin. Laurence Bloch, ku dengê wî pir ne xurt e, ji me re ge-lek caran dubare dibêje: ‘Eger hûn hîs nekin, çênekin’ ”, wisa bi de-tay dibêje Salamé, bi dengekî tije otorîte, li pêvajoya karantînayê di dema axaftineke telefonê de. Mi-dûra Agahdarîyê, Mme Catherine Nayl jî weha zelal diaxive: ”Mêvan bersivê didin hesasîyeta hevpeyvîn-daran, Nicolas Demorand bêhtir berê xwe dide sîyasetvan û ronak-bîran, Léa Salamé keseke eklektîk e”. Ji bo vê ya duyemîn, refleksa wê ya zêde bi mubalexe ya ji bo çandî tê bibîrxistin. Salamé bi ken dibêje: ”Nivîskarên saet 7 û 50 deqe, yên min in, sînemavan jî herwisa; divê ji Nicolas zêde neyê xwestin”. Nicolas û şûngirê wî yê roja înê Alî Badou herî zêde ji pro-fesorên payebilind ên sazî û zanîn-gehên navdar hez dikin: Collège de France, Sciences Po, École nor-male supérieure, Polytechnique…

”Dilbijî”, ”Hesasîyet”, Rêveberîya France Interê pir hesas e ji pêkanî-na bo hizûra ”Léa” û ”Nicolas”, ku portreyên wan ên qirase pêş dîwarê mezin ên Avahîya Radyoyê dixemilînin. Ew jî texsîr nakin ku mêvanên xwe yên favorî vexwînin û careke din vexwînin. Remzên vê kampa başîyê, ev her du kesayaetî bi coş destekê didin peymanên ewropî û bi xwezîyeke ferazî bangî ”Ewrûpaya civakî” dikin. Nêzîkî partîya sosyalîst an jî tevgera makronîst in û ew xwe li navenda çepê (an jî rastê) ya meydana sîya-sî didin bicihkirin. Xaçên dij-po-pulîzmê, qehwehîyê Le Pen, sorê Mélenchon, ew xeyal dikin bibin şovalyeyên nîzama lîberal, asoyê bêhempa yê demokrasîyê..

Serokê kursîyê dîroka nûjen û hemdem a sîyasî li Collège de France, Pierre Rosanvallon keha-netên xwe bi perîyodên birûkû-pêk tîne ziman. 31ê tebaxa 2018an weha dibêje: ”Populîzm, li her derê cîhanê, formên sîyasî yên di rewşa bilindbûnê de ne. Mirov di-kare behsa atmosfereke populîzmê bike.” Di çarçoveya rêzgirtineke berbiçav de Nicolas Demorand piştî şeş mehên din dîsa jê dipirse: ”Çima populîst [dema ku gotin hat ser çalakgerên êlekzer]?” Dû re, Alî Baddou bi wesîleya derketina berhema wî, Sedsala populîsmê, di 10.01.2020î de wî dike mêvan. (8)

Li nava heman qeydîya îdeolojîk, midûrê navenda aborî ya Dibis-tana normale supérieure Daniel Cohen, pisporê danûstanan e li France Interê. Şewirmendê nav-neteweyî yê bankaya Lazard, li pêşîya Demorandekî bi heyranî lê guhdarî dike, dersên xwe bêyî sîya nakokîyekê pêşkêş dike. Sezona 2019-2020an ne vala bû: hevpeyvî-neke li gel Léa Salaméyê, sê sohbet û tevlîbûna li nava bernameya ”em ekoyê ranawestînin”, bernameya aborî ya roja şemîyê; di ser de jî bernameya mîzahî ”Bi Jupîterê re” ew vexwend da ku li ser Jêderên populîzmê, pirtûka kolektîf a ku ew birêve dibe, biaxive. Populîzm, bi her halî …

Li nîvê livûtevgera protestoki-rina pêşnîyarqanûna têkildarî xanenişînan, sekreterê giştî yê Konfederasyona Giştî ya Kedka-ran (CGT) muameleyeke kêm-tir dostane heq kir. Bi awirên tûj, dengekî qure, Nicolas Demorand bi livûtevgerên dest û rûyê xwe îxanetê dike li tengezarîya xwen-dekarekî dibistana normal. Çima ev M. Philippe Martinez ê melûn wekî sendîkavanên nazik ên ”re-formîst” bi hikûmetê re bi delalî li hev nake? Şagirtê xirab bi jêpirsî-neke fermî, ku hema hema dişibe dersekê, re rû bi rû dimîne: ”Her kes li pey lihevhatinekê ye, CFDT, heta hikûmet”; ”Hûn naxwazin ber bi hikûmetê ve gavekê bavêjin, hûn rasterast vekişandina reformê dixwazin, ev ji her tiştî re na ye.” Di dema sohbeteke berê de ku li gel M. Martinez hat kirin, 03.10. 2019, Léa Salaméyê jî mîlîtanî di-kir: ”Eger roj bi roj zêdetir kes bibin xanenişîn, divê pere bên peydeki-rin. Wê çawa bên peydekirin? Hûn dijberîyê dikin li himberî hemû reformên berê yên xanenişînîyê, lê belê eger ew pêk nehatibûna, em ê îro li ku bûna, wê halê me çi bûya?”

Xwedî gelek dîplomeyan û fîgurê nas ê navneteweyî aborîzan Tho-mas Piketty jî bi xezeba Demo-rand re rû bi rû hat: ”Kapîtalîzm eger heta îro hatibe, gelo ev ji ber ku di nava sîsteman de ya herî hindik xirab e, an jî, ji ber ku em nikarin tam alternatîvekê jê re bibî-nin?” Salamé, ji alîyekî ve jî, xula-seya pirtûka 1232 rûpel a mêvanê xwe vedibêje: ”Gelo hûn dixwazin bi awayekî vekirî dawîyê bînin li milyarderên ku divê êdî tune bibin. Ma ji alîyê felsefî ve ne azadîkujî ye ku mirov bibêje, divê dawî li mil-yarderan were anîn?”

Di 03.11.2017an de, parêzerê birayê Mohammed Merah, cîha-dîstê dij-cihû, kujerê heft kesan, ku sisê ji wan zarokên cihû bûn, mêvanê weşana saet 8 û 20 deqe ye. Nicolas Demorand têkildarî wê yekê ku Me Éric Dupont-Mo-retti ji dadgehê re bibîr xistîye ku dayîka Mereh jî kurekî xwe win-da kiribû, bi şêweyekî bi taybetî agresîf wekî ”şerm û mustehcen” pênase dike. Bersiva parêzer Ni-

colas Demorand adeta dihejîne. Lê belê midûra enformasyonê wê bi leza bayê bezê bigihîje hawara ”bernamevanê xwe yê danê sibê”. Mme Nayl wê bi van gotinan destekê bidê: ”Di hinek rewşan de, hevpeyvîner dikare diltenik û hêrs bibe”. Demorand, bi xwe, daxwaza me ya hevpeyvînê bi lêborîn xwes-tinê red dike: ”Weşan li şûn min diaxive ”. Ne şaş e.

Gava em muhleta axaftinê ya li gorî çîna civakê bibîr dixin, serokê Radio France yê ji 2004an heta 2009an M. Jean-Paul Cluzel, bi he-reketeke serê xwe vê yekê red dike û dibêje : ”Tu radyo û televîzyoneke din bi forma roportajan an jî ana-lîzên lêkolîneran ewçend saetan ji bo Fransaya ku êşê dikşîne, vene-qetîne”. Analîza ku dike jî weha ye: ”Çunku hevpeyvîna li gel civakna-sekî ku, bo nimûne, şertên jîyana malkambaxan tarîf dike jî têra xwe balkêş e. Cihnedana van pisporan li nava muhleta ji bo çînên xizan û kedkar ji alîyê rêbaza zanistî ve şaş e”.

”Em bêhtir dixwazin mişterîyên baş dawet bikin, profesyonelên axaftinê yên dikarin mîkrofonê 7-8 deqeyan di destê xwe de bigirin, wisa şahidîyê dike Yann Gallic, raportorê mezin ê France Interê. Ev qebîlîyet para herkesî nakeve û hê hindiktir dibe para jineke malê

an jî karkerekî zêde ne aşîna bi vê ezmûnê re. Cotyarek wê bêhtir li zevîya xwe rihet be ji bo bersivdayî-na pirsên rojnamevenekî. Ji ber vê yekê ye ku cîyê roportajê divê mut-leqe were parastin, ev bi her halî ne tandansek e.” Em dîsa jî zehmetîyê dikşînin ji bo têbigihin ka çima wê ne mimkin be peydekirina profîlên musaît ji bo lîstina lîstika roportajê. Yann Gallîc vê ferqa bi-çûk jî weha tîne ziman: ”Ji bo vê, bi her halî wê pêdivî bi hewldanên îlawe hebe, lê belê tu tişt îspat nake ku li Fransayê tu êlekzerek an jî tendirutkarek tune ku karibe ber-sivê bide pirsên Nicolas Demorand û Léa Salaméyê”.

”Ya rastî, divê em li ser meseleya pirrengîyê xebata xwe bidomînin”, bi van gotinan li xwe mikur tê. Gelo mikurhatina li şaşîya xwe, dikare bibe sedemê nîvefûbûnê? Mixabin, patrona enformasyonê bi sînorkirina qada îhtîmalan wekî ku aveke sar bi ser me de bireşîne, di cih de me bêhêvî dike. Ew weha diaxive: ”Pisporên jin li ser weşana me kêm tên temsîlkirin”. Rapora dawî ya CSA ya li ser temsîlîyeta jinan li medîyayan a di adara 2020î de hat weşandin, destnîşan dikir ku cara pêşî, para jinên beşdarî weşanê dibin -televîzyon û radyo di nav hev de- ji asta ji sedî 40 der-bas dikir. Bravo. Biborin ji ber ku ez israr dikim lê belê, îca wê ked-

6 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Nurettin Erkan, Jina Kurd, Li ser text boyaxa rûnî, 30 x 26 cmNurettin Erkan, Kevir, Jin, Xwelî-8, (2010), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 160X140 cm

Nurettin Erkan, KATABASIS-15, (2013), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 210X195 cm

Page 7: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

kar û karker rewşa wan çi be? Der-veyî mijarê, bi me dide zanîn Mme Nayl, bi tûjkirina tona dengê xwe: ”Kategorîyên civakî-profesyonel ne pîvana herî destnîşankirî ye ji bo CSA, ku pir behsa cudahîyên rengê çerm dike. Pir ne emîn in ku qada temsîlîyeta karkeran girîngtir be ji yên jinan û kesên di wateya etnîk de ji jêderên cihêreng tên.”

Herçendî mêr di asta piranîyê de dimînin jî, rêjeya jinên dawet-kirî ji bo bernameyên danê sibê her diçe bilind dibe, li gorî Léa Salamé ya ku vê yekê bi serbilindî tîne ziman. Jinên bihêz ên xwedî profîla sosyologîya ast bilind, wekî hempîşeyên xwe yên mêr. ”Jinên bihêz ”, tam jî navê rêze weşaneke ku Salaméyê mohra xwe lê xistîye. Proje hêşîn bû, dûre bi xwîn û goşt bû li pêvajoya vekişîna wê ya li ser daxwaza xwe ji bernameyên danê sibê. Tam li wextê ku hevaljînê wê Raphaël Glucksmann bikeve nava kampanya hilbijartinên Ewropayê, li ser serê lîsteya Place Publique-Partîya Sosyalîst. Mudawimekî bernameyên danê sibê, bila bê zanîn hazir mijar vebûye, li rojên ku kampanya wî di bêhnvedanê de ye.

”Ev bername, min ew xwest, tercîha roportajan bersivê dide zewqên min, jinên ku min pir dixwest bi wan re rû bi rû biaxivim”, wisa xêz dike

binê gotinên xwe, Léa Salamé. Lîs-tikvaneke pênc stêrkî. Christiane Taubira û wezîrên berê Nathalie Kosciusko-Morizet; romannivîs, xelatgira Goncourt, keça kadroyê payebilind û wezîrê berê, Leïla Slêmanî; patrona weşanên Fayard, keça rojnamevanê navdar, Sophie de Closets; stranbêj-nivîskara go-tinên stranan, şirovekara serketî, hevjîna serokomarê berê, mîras-gira malbatmezin a pîşesazên îtal-yan, Carla Bruni; fîlozof, hevjîna wezîrê berê, karsaz, mîrasgira ava-karê grûba herî mezin a sêyem a reklamvanîya cîhanî, Elisabeth Badinter; şêwirmenda fermî ya ragihandinê ya patronên CAC 40, Anne Méaux. Axirî, keseke ji nava ”malê”: produktora bernameya ”Saeta şîn” ya France Inter, midûra berê ya France Culture û bi awayî tesadufî dosta qedîm a Laurence Bloch, Laure Adler.

France Inter ji têkelbûna alşîmîya pirdengîyê ya raman û nêrînên

nakok parastî ye. Ji sî salan û vir ve ye bernameya danê sibê ya France Interê edîtoryala xwe ya aborî xis-tîye bin xizmeta fikrên neo-lîberal ên kêm zêde bi qabîlîyet û nezake-tekê hatin ragihandin. Wezîfedara niha, Dominique Seux, herweha midûra alîkar e li rojnameya Echos a M. Bernard Arnault a nêzî der-dorên karsaz. Seux di pirtûkeke di sala 2018an de hatîye weşandin de li hinek tiştan weha mikur hatîye: ”Ez tercîha xwe ya ji bo aborîya pîyaseyê venaşêrim, ango ez destekê didim pergala aborî ya ku tê de yek ji stûnan, lê ne yekane stûn, reqabet e û teşebusa taybet e. Di çavên hin kesan de, ev yek min dike ultra lîbe-ral an jî hê xirabtir, neolîberal, ku texmîn dikim, tê wateya heqareteke giran, bi nêrîna çepê tundrew.” (9)

Berxwedana mîzahvanan

Şîrovekarê jeopolîtîk ê France Inter, Pierre Haski, wê hê bibêje ku ew texmîn dike Seux li stas-yona xwe ji kefaleteke rastê sûdê werdigire: ”Li qada aborî, hebûna qunciknivîsekî lîberal bi kêrî anîna ser xetê ya fikrên cuda tê, tevî ku nivîs li çepê hatîye destnîşankirin. Li vir, ya mijara gotinê vîneke berpirsîyar ji xwedîbûna dengekî bêaheng e”. Li vegera dibistanê ya destpêka salê, ”pirrengî” wê li ser

qada aborî jî hebe, madem ku her sibeha înê Seux wê guftugo bike li gel Thomas Piketty, yê ku dê bibe xelefê rolê dijberî Bernard Maris, qûrbanîyê komkujîya Charlie Hebdo. Ji duşemê heta pêncşemê, midûrê rojnameya Les Échos wê monologa xwe bidomîne.

Di 2019an de, CEO ya Radio France biryar da tevlîbûna Cej-na L’Humanité ya weşana grûba xwe, Inter jî di navê de, rawestîne -bi awayekî fermî ji ber sedemên butçeyî-. ”France Inter û Radio France çawa ku li nava bûyerên din ên wekî salona pirtûkê an jî çandinîyê amade bûn, girîng bû ku li wê derê cih bigirtana. Rêve-berîya Radio France ji me dixwaze em teserûfê bikin. Ev yek ne bi cej-na L’Huma ve têkildar e”, bi van gotinan hewl dide biryarê mafdar nîşan bide Mme Nayl. Rêveberekî berê yê grûba gelemperî dawîanî-na li part-nerîya li gel L’Humanité bi zimanekî sert rexne dike: ”Ev

şaşîyek e, cejna L’Huma bûyereke gelêrî ye, û di ser de jî France Inter ji xwe re kirîye wezîfe xîtabî çînên populer bike û ne tenê ji bo beşên halxweş ên li qata jor a civakê weşanê bike”.

Ne nakokî, ne jî nêrîneke alter-natîf? Yanê hema hema. Komek mîzahvanên bi înad ên fransî-belçîkî li hemberî her guherînê li ber xwe dide. Hevhilberînerên ”bi Jupiterê re”, Charline Vanhoenac-ker û Alex Visorek her roj saet di navbera 17 û 18an de aktîf in. 27ê sibata 2020î, hevparê wan ê sûcê, Guillaume Meurice biryargeha neteweyî ya CFDTê wekî dekora hevpeyvînên xwe yên li ser pîyan hilbijart. Rojnamevan hewl dide bi fikrên hevdemên xwe re tina-zan bike. ”Îro, lêkolîn li nava dilê şîdetê pêk tê. Roportaja şok. Îro ez bi dizî ketim nava grûba ecêb xe-tere ya bi navê CFDT. (…) Bi her halî hûn CFDTê nas dikin, ev ew sendîkaya xwedî rêbazên radîkal e. Şefê wê yê karîzmatîk Laurent Berger ji bernameya danê sibê ya France Interê di bîra me gişan de maye. Dîmenên ku nabe bên qebûl-kirin, wî tevahîya hevpeyvînê li ser çûkên Dominique Seux kir û Seux pişta wî mist dida dema ku stûkura wî maç dikir, tiştekî sosret bû”. Bi çend taybetmendîyên ku tên hîs-kirin, sendîkavanîya li serdema Macron û partnera wî Les Echos wan tînin nav refên xwe. Seux qeşmerekî tercîhkirî yê Merurice û Vanhoenacker e. Evê dawî, di ber-nameya ya saet 7 û 47 deqe de bi awayekî rêkûpêk wî dike hedef. Li gorî Mme Neyl, ev azadîya tinaz-kirina bi cîranê xwe di bernameya danê sibê de delîla herî berbiçav a pirdengîyê ye. Lê belê gelo mirov dikare axaftineke rojnamevanî ya pêkhatî û salên dûrûdijê ji nû ve biserûberkirî û skeçên bi karaktera sîyasî deyne ser heman kefeyî? Li gorî çavdêrîya Yann Gallic, ”mîzah zemînek e ku li ser, France Interê karî cihêrengîyên jêderên civakî û nêrînan li hev biguncîne”.

Pierre-Emmanuel Barré di vê navberê de caxên qefesê veki-rin û nema careke din hat dîtin. 26ê nîsana 2017an, komedyen nêrîna tevgera kesên ku red kirin di navbera Emmanuel Macron û Marine Le Pen de tercîhekê bikin,

diparêze. Nagui bernameyê bi te-mamî red dike. Anîmatorê berna-meya ”Xêzefîlmên resen” dibêje: ”Te divê bila Macron bişkîne an jî Le Pen, ok. Lê belê teşwîqkirina dengnedanê lîstikeke partîya Le Pen Front National (FN)ê ye. Ev berpisîyarîya min a produktorîyê ye.” (10) Bi redkirina banga deng-dana ji bo Macron, Barré tabûya tabûyan dişkand. Dotira rojê, Tho-mas Legrand wê şermezar bike vî ”fikrê şandina mil bi mil Marine Le Pen û Emmanuel Macron, [yê] li çepa çepê bi ser dikeve.” (11)

Çendî bi qabîlîyet û xeyalxurt dibin bila bibin, Vanhoenacker û Meurice, nikarin bigihîjin asta guherandina xeta radyoyeke ji hêla çîneke xwedî îmtîyaz ve ha-tîye desteserkirin, çawa ku Didier Porte jî berê nekarî bike.

*Rojnamevan

__________

(1) Ev lêkolîn encama rêzek hevpeyivîn û guhdarîkirineke bi rêkûpêk a li bernamên France Inter ên demsala 2019-2020 e.

(2) Çavkanî : INSEE.

(3) «Hewaya li France Inter», Fakir, Amiens, çirîya pêşî-çirîya paşî 2014.

(4) «Sazûmana guhdarên France Interê û rawestgehên raqîb», cumul îlon-çileya pêşî 2019, Rêveberîya lêkolîn û perwerdeyê ya Radio France.

(5) Lêkolîna OpinionWay, çirîya paşî2019.

(6) Binêre li nivîsa Daniel Mermet, «Mîkroyê nêzî pacê bikin», Le Monde diplomatique, gulan 2014.

(7) «Inter France çawa di sinifê de bû ye-kemîn», Télérama, Parîs, 27 hezîran 2019.

(8) Binêrin li nivîsa Chantal Mouffe, «Tiştê Pierre Rosanvallon tênagihe», Le Monde diplomatique, gulan 2020.

(9) Dominique Seux, Destpirtûka biçûk a aborîya rojane, Grasset-France Inter, Parîs, 2018.

(10) Le Parisien, 26 nîsan 2017.

(11) Ji alîyê Mathias Reymond ve hatîye wergitin, Li ser navê demokrasîyê, dengê xwe baş bidin! Agone, Marsîlya, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

7TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Nur

etti

n Er

kan,

Kom

edîy

a X

wed

ayî-

Anı

tkab

ir, (

2016

), Li

ser

tûw

alê

boya

xa r

ûnî,

195X

168

cm

Nurettin Erkan, Komedîya Xwedayî, Ophelia Sûr, (2017), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 196X168 cm

Page 8: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

8 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Di pêşanîya (şow) xwe ya dawîn a G5ê de, Rocio Berenguer

“yekem qanûna cîhanî ya nav cû-reyan” pêşnîyar dike, ku pêşeroja jîyanê bixwe jî misoger bike. Di bawerîya xwe ya xurt a bi “di çêbû-na merivî de pozbilindîyek heye ku dest pê kirîye ji ber pêdivîbûnê diş-kê” de, ew bi vî awayî daxwaza beş-darbûna xwe ya vebûna “zevîyeke nû ya tiştên mimkin” (1) rabighîne. Sehneya neteweyî ya Besançonê her bi vê bîr û bawerîyê komeke pîyes, fîlm, konferans dixe berna-meya xwe û di pêşanîya xwe de di-pirse: “aya têkoşîna di navbera yên ku bawer dikin ew gelê vê dinyayê ne û yên ku dibêjin qey ev dinya malê bavê wan e de, pir dirêj ajot? Û heke huner derfeta berxwedana li dijî van têkilîyên rizîyayî bide û rê li ber pêşerojeke hevpar veke nabe gelo?”(2) Herweha nivîskarê zanista xeyalî Alain Damasio jî dibêje “Miza n°1ê, têkilî ne”. Paşê, balê dikşîne ser girîngîya “girêdana heywan, nebat û xwezayê bi dinya derve re”. (3)

Ev daxwaz, ev lêpirsîna di derbarê “yê din” de, wekhevî, cudabûna di navbera merivî û dinya mayî de, rêyên bersivdana vê, bawerîya ku em di Antroposenê de ne û wê ew bi hêzeke weha ew derxistine holê ye. Têgeh nû ye, bîst salek di ser re derbas bûye, lê tiştê ku ew destnî-şan dike têra xwe hatîye naskirin: ew îşareta ku dewreke jeolojîk a nû vebûye dide me, ku tê de meriv û çalakîyên wan bûne motorên se-rekî yên guhertinên ku bandorê li sîstemên jîngehî yên dinyayê dike. Ev analîz, dema ku endîşeya gu-herîna îklîm û derûdorê zêde dibe, li şûna merivê ku berê “wekî efendî û xwedîyê xwezayê” silav lê dihate kirin hesasîyeteke nû derdixe holê, ku îro pirê caran li potansîyela xwe ya têkdanê vedigere, ku pêdivî-ya avakirina awayekî din ê jîyanê ango “jîyaneke baş” li dinyayê pêk bîne anî bîra wî.

Gelek tevger bi vî awayî hatin bal hev û bi gotinên cihê, sîstema an-troposantre ango meriv dikir na-vendê, ku gelek caran wekî sîste-meke taybet bi Rojava û têgeha wê ya modernbûnê ku wekî kapîtalîz-mê dihate qebûlkirin red kirin, û lêgerîyana exlaqekî aktîf, serdes-

tîyên ew çend bi tasewas bigiranî-ya îdeolojîyeke sekuler têk dan ku ew jî bûn wekî tiştên xwezayî. Van pêngavên, ku carinan zêde dibûn, ji zadîstan bigrin heta alîkarên “dermankeran”, ji antîspesîstên ku serdestîya cureyê merivî li ser yên din red dikin, heta ekofeminîstên ku têkdana xwezayê û çewisandi-na jinan û hwd bi hev ve girê didin digirtin nav xwe. Wan girîngîya têkilîya di navbera zindîyan de destnîşan dikir û lêpirsîna mercên derfeta pêşerojeke hevpar diki-rin. Tiştê ku ji nû ve pêkanîna van girêdanan derbas bûbûn, herweha jî bi xwe re têkilîyeke bitevayî cihê ji ya; azadkerî, wekhevî û bratîyê dianî. Vê guhastina ber bi cîhane-ke di encamê de bi alîkarîxwazîyê (4) –têgeheke ku bûye mode– şên, vekirîbûna ji yê din re û piştgirî bû, ku ne bitenê di nav komên ça-lak de hebû. Ev yek di civateke bi endîşe, ku duçarî newekhevîyan, hesasîyetê û metirsîyên dorûberê û civatî dibû de, bi awayekî vekirî xuya dibû. Gelek ronakbîr, antro-polog, fîlozof, zanyar –ji femînîsta amerîkî Donna Haraway, dîrok-nasê zanyarîyan, heta kollapsolog Pablo Servigne, endazyarê kiştû-kal, ji antropolog Philippe Descola ta sosyolog Alain Caillé yan jî fi-lozof Bruno Latour– îro têgeheke merivî ya ku tê piştgirîya vê pêdi-vîya giştî bike radighînin.

Di vê teşebusa jinûveavakirina îdeolojîk de, mesele ne ku em bi-tenê bi rexnekirina aborîya alter-natîf bimînin, lê dîsa di ber çavan re derbaskirina ji bo ku em zanibin bê kapasîteyên cûreyan a avakirina birceke nû ya nirxan çi ne. Onto-lojîyeke –lêkolînên li ser jîndaran û bûyerên takekesî– nû ji tesbîta

“girêdananavxweyî” dest pê dike û xwe dide qebûlkirin. Li gor fîlo-zofê awistralyayî Glenn Albrecht (5) bîyolojî dîyar dike ku bingehên jîyanê “têkilîyênavxweyî, cûrbe-cûrî, hevkarî, homeostazî û sîmbî-yoz” in û ji bakterîyan heta neba-tan, tevayîya jîndaran e ku jîyana merivî mimkin dikin. Bi kurtayî, “jîyan teşebuseke hevkarîyê ye”.

Li dijî darwînîzma civatî bûn

Ev girêdana dualî, ev “pevgirêda-na” ku di encamê de hatîye nas-kirin, me vedixwîne ku “em hev-karîyan bihêz bikin û yên nû îcad bikin”, ku “cûre girêdaneke bi afi-rander û organîzmayên din (nebat, ajal, mikrob) re” çêkin da ku “em bi hev re derfetên pêşeroja yek û din bihêztir bikin”. (6)

Lê çawa merivê “promethean”, di egoya xwe de hefsbûyî, bi bêhem-tabûna xwe û ji serdestîya xwe ya di cîhana zindîyan de serbilind, hînbûye dinyayê wekî arenayeke şerî bibîne ku lê yê derfetên wî pir in qezenc dike û dikare ew çend bi awayekî radîkal xwe biguherîne? Tam jî li vir ravekirina têgeheke kevn dikeve dewrê, heta berevajî-ya klîşeya “meriv gurê merivî ye”: kapasîteya alîkarîya hevkirinê û operasyona bi hev re, hêza biçûk-kirî heta ji alî îdeolojîya kapîtalîst ve paşguhkirî, ne bitenê taybet-mendîyeke “dinyayîyên din” e, lê herweha jî ya merivî ye.

Berevajî “darwînîzma civatî”, ev doktrîn teorîya hilbijartina xwe-zayî radighîne civata merivî da ku qanûna yê herî xûrt piştrast bike.

Ev dîtina merivî ku em tama wê ya reqabetê kêm nabînin lê hêza wê ya hevkarîyê ji nû ve di ber çav re derbas dikin, gelek caran li ser çav-dêrîyên zanyaran dimîne. Keşfên zanistên zanînê û bîyolojîyê bi tay-betî jî ji bo Pablo Servigne û Gaut-hier Chapelle (7) weha ne. Li gor wan bi vî awayî bi rihdana biolojik, “alîhevkirina merivî ya jixweber” hatîye îsbatkirin. Ji bo Alain Caillé, ku xwe dispêre teorîya antropolog Marcel Mauss, divê meriv qebûl bike ku hemî civat ne bi bazarê yan peymanekê, lê bi pêdivîyeke sêalî:

dan, standin ango girtin, bi şûn de danê tên birêvebirin. (8) Hin bîyo-lojîstên wekî Richard Dawkins ku ji bo wan girîng e xwe di nav yên bitevayî li dijî “gena egoist” bibînin, têgeheke “xwezaya mirovî” pêş di-keve ku ne bitenê wekî tiştekî qenc an xirab, lê yên genetîk jî di nav de wekî komek potansîyel in ku dê ka-dir û îdeolojîyên civatê aktif bikin.

Ev fikrên li jor ne bitevayî nû ne. Di sedsala XIXan de jixwe, girêda-nanavxweyî û piştgirîyê, dîsa li ser şopa pêşketina zanyarîyên xwezayî serketineke ku nayê înkarkirin bi xwe re anî bûn. (9) Claude-Henri de Rouvroy, kont de Saint-Simon (1750-1825), ilhamgirê bizava re-formker ku navê xwe jê girtibû, pêşnîyara tedbîqkirina “laşê rêkxis-tî” li civatê dikir, ku li gor qanûnên organîk; rêxistin û hevkarî ye û tu organa wî bêyî yên din nikare bijî. Ji bo sosyalîst Pierre Leroux (1797–1871), “meriv bi merivên din û dinyayê re di têkilîyê de ye. Merivên din û dinya, ev e ew jî bi wî re dibin yek, wî temam dikin û wî derdixin holê, yan jî weha dikin ku ew derkeve meydanê. (10) Ew ji vê yekê encama ku em hemî yek ji yên din berpirsîyar in derdixe. Hîn bi awayekî yeksertir di warê sîyasetê de Léon Bourgeois (1851-1925), endamê serekî yê Partîya radîkal, ku gelek caran bûbû parlamenter û wezîr, dê “doktrîna piştgirîyê” ferz bikira: (11) herkes dê wekî deyndarê komeleya merivî bihata dinyayê, ev deynê ku ji maf û ber-pirsîyarîyan pêk dihat, girêdaneke biratîyê bû ku hemî meriv, yek na-çarî yê din dikir. Piştgirî ev e. Ji bo derfetdayîna bikaranina mafan, ji bo pêkanîna têkilîyeke hevkêşîyê û ne bitenê wekhevîyê, Bourgeo-is prensîbên parastina civatî ji alî Dewletê ve derdixe pêş û dixwaze ku rêxistineke karkerên xanenişîn-bûyî pêk bê.

Lê bêgûman Pierre Kropotkine (1887-1921) milîtan û teorîsyenê anarşîst, ronakbîrê girîng ê xwe-birêvebirinê, merivê harî nêzîk ê endîşe û nirxên îro ye. Ew bawer dike ku di nava her cûreyî de, “alîkarîyahevkirin qaydeyê giştî” û “rastîya serdest a xwezayê” ye û ew piştgirîya ku “dozînîyeke sem-patîya yek û du” dibe “sedema hisên xêrxwazî û naskirina parekî nasnameya xwe bixwe li gel koma xwe” ye. Ev yek jî paşê bi pêş di-keve û dibe hisa edalet, duristî û

Hesasiyeteke nû ya ku bihilweşandinên jîngehî û kuçeyên kor ên “sîstem”ê zindî bûye: redkirina desthilata merivî li ser xwezayê. Carinan li dijî egoîzma taybet bi cûreyî derketin û berevajiya vê pîrozkirina kapasîteyên alîkariya navxweyî ya zindiyî, ev teşebûsa ji nû ve avakirina antroplojiyî gelo dikare wekî gaveke siyasî ya azadbûna civatî bê qebûl kirin.

EV GIRÊDANÊN KU ME AZAD DIKIN

Ji nû ve îcadkirina merivatîyê…

Evelyne Pieiller______________________

Nurettin Erkan, KATABASIS-1, (2013), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 180X160 cm

Nurettin Erkan, KATABASIS-13, (2013), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 200X150 cm

Page 9: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

9TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

fedekarîyê.. (12) Çavdêrîkirina xwezayê tîne bîra meriv û dinivîse: “Reqabet tuneye! (...) Ev parola ye, ku devî, daristan, rûbar, okyanûs dide me. “Bibin yek! Alîkarîya hev bikin! Ev rêya herî ewle ye, ku me-riv nîşanî her takekesî û her kesî, ewlehîya herî mezin, misogerîya herî baş a jîyan û pêşketina fizîkî, entelektuelî û exlaqî bide”. (13) Digel pir rexnekirina şaristanîyeta nûjen, bala xwe dana dewlemen-dîyên eşîrtîyê, ew dê wekî mînak temambûna serdema navîn a ku tê de loncayan û li gor wî biratîyê hi-kim dikir nîşan bide.

Ewinde mijarên ku îro di bin mer-cên taybetî yên cihê de, ku dîsa grêdayî tiştê wekî pêdivîya belav-kirina têgehên wan li hemî zindî-yan tê nîşandan û mohra dij-roja-vayîbûnê li wan tê dan, “sedema” wê menfaetperestî û gerdûnîbûna wê ya nerast û jahrdadayî ye. Lê, ji alîkarîyahevkirin û bihevrekarki-rinê wêdetir jî, tiştê ku herî girîng tê dîtin têkilîyên navxweyî ne. Mî-naka projeyeke gîyanî û exlaqî di vir de ye, ku dixwaze pîvanên hîye-rarşîyan pêk tînin û fikrên ew çend îstisna yên bi xurûrê mezinbûyî ji nû ve dîzayn bike. Wê gavê divê em dev ji mixalefetên kevn ên wekî; ez û yê din, rasyonel-nerasyonel, tekekesî-komelayetî, civata nûjen-eşîrtîya paşverû û hwd. berdin, ji bo ku em rêya xwe gîhandina ber-hemê kêmdîtî yên ronahîyê li ber çav bigrin, wekî mînaka modêla koma zindîker, (14) an dinyayê bixwe, axa wê, ku berhemdar e, ku li gor Bruno Latour, ya girîng dest-nîşankirina “hêzên wê yên tevgerê” ye. (15)

Carinan ne hêsan e ku meriv texmîn bike bê çima ev eleqeya ji bo girêdana di navbera her tiştê ku bi awayekî radîkal xwe ji baza-ra şiîrî, zindîker, ku carina têkilî-ya wê bi moda nû re jî heye cihê dike. Tevî vê jî, dîsa gelek caran bi awayekî çalak redkirina dinya “globalbûyî” ya neo-liberal di nav wê de tê erêkirin. Meriv çawa kare van tesbîtan û van keşfan biguhêze

bike hêzeke sîyasî ya kolektif? Ji bo azadbûneke bextewer meriv dikare çi pêşnîyaran bike? Weha xuya ye ku, ji bo kesên ku dixwazin ji kapî-talîzmê biqetin, divê meriv serdestî “çalakîyên berhêner ên ji bo paras-tina awayên jîyanê yên bi serbestî dîyarkirî” be, di “qadên serbest”, ku lê cihê “ez”ekê çêkirî be û xwe tê de bibîne “gelek benan bihûne ku ji wî bixwe jî wêdetir biçin”. (16) Helbet divê berî her tiştî meriv ji herêmê dest pê bike, di nav komên biçûk de, meriv dikare weha bi pêş keve “bi awayekî jixwe nebawer”, awayekî din ê “bihevrejîyanê”, bi nêzîkbûneke di navbera kapasîteya kooperatif û pêşketina takekesan de. (17)

Helbet em li vir qet behsa berna-meyeke sîyasî nakin, lê xeyalkirine-ke nû, gîyanî, nîvfantazîyî carinan

di bin banê zanistîyî de û heta tu bixwazî lîrik dikin. Lê dîsa jî nabe ku meriv ji xwe pirseke ku serê me-riv tevlîhev bike neke: çima û ji bo çi rêza her şiklê jîyanê û girêdanên navxweyî, bi awayekî konkret aza-dker in? “Û heke vegera bêmerivî, bi xweşbînîya xwe ya dilşadker, ne tenê dîyarbûna bêbasîretîyeke sî-yasî ji bo guhastina rewşa tiştên ku kapîtalîzmê ravekiribin be?” (18), her du ceribînerên ku tevî vê jî di pirsa vê vegerê de hesas in, ji xwe dipirsin. Helbet, têkoşîna li dijî neheqîya civatî, li dijî mijokerîyê, li dijî bîyanîkirinê, di pîrozkirina têkilîyên navxweyî de wenda dibe. Û ev teşwîqa berzkirina gîyanî û redkirina “berjewendîya dîyar”, li gor jêgirtina Alain Caillé, ev dikare dilê paşverûyên ku gilîyê pêşketinê dikin, utopîperestên hisî, serger-mên aîdîyeta komeke zindî, ku tê

de têkoşîna çînan kêm dibe xweş bike. Lê, ew dikare herweha bi fik-reke materyalîst perspektîfeke rex-neyî pêk bîne, ku bi dengvedana xwe xurt, bi daxwaza xwe ya par-vekirinê dewlemend be û heta ra-deyekê ferz bike ku meriv beşdarî nûjenkirina hêzên pêşverû bibe.

___________1) Catherine Mary, Rocio Berenguer,

chorégraphe de l’après-anthropocène / koreografa piştî antroposenê, Le Monde, 8ê sibata 2020î.

2) (« Habiter les possibles. Anthropocène #1 », du sehne – Sehneya neteweyî ya Besançon, heta 18ê gulanê

3) Alain Damasio, «  Le transhumanisme est une impasse totale / Transhumanîzm tam kuçeya kor e», Le Point, 19ê nîsana 2019an.

4) Bixwîne, Clothilde Dozier et Samuel Dumoulin, «La “bienveillance”, cache-misère de la sélection sociale à l’école», Le Monde diplomatique,

septembre 2019. .5) Glenn Albrecht, Les émotions de la

Terre / Hisên Dinyayê, Les Liens qui Libèrent, Paris, 2020.

6) Donna Harraway, «Réparer la Terre à l’ère du chthulucène / Di dema chthulucene de tamîrkirina Dinyayê», 20 penseurs pour 2020, Philosophie Magazine Editeur, Paris, 2019.

7) Pablo Servigne, Gauthier Chapelle, L’entraide. L’autre loi de la jungle / Alîkarîyanavxweyî, qanûneke din a qereqûşî, Les Liens qui Libèrent, Paris, 2019.

8) Alain Caillé, Extensions du domaine du don / Berfirehkirina warê alîkarîya komekî, Actes Sud, Arles, 2019.

9) Bixwîne, Marie–Claude Blais, La solidarité. Histoire d’une idée / Piştgirî. Çîroka ramanekê, Gallimard, Paris, 2007.

10) Pierre Leroux, De l’Humanité, de son principe et de son avenir / Li ser mirovayetîyê, prensîb û pêşeroja wê, Miguel Abensour et Patrice Vermeren, Fayard, Paris, 1985.

11) Léon Bourgeois, Solidarité / Piştgirî, Le Bord de l’eau, Latresne, 2008.

12) Pierre Kropotkine, L’éthique / Exlaq, Stock, Paris, 1979.

13) Pierre Kropotkine, L’entraide, un facteur de l’évolution / Alîkarîya hevûdu, yek ji sedemên evolusyonê, Ecosociété, Paris, 2001. Herweha li: Renaud Garcia, Pierre Kropotkine & l’économie par l’entraide / Pierre Kropotkine û aborîya alîkarîya hev kirinê, Le passager clandestin, Paris, 2019.

14) Philippe Descola, dans le colloque Les Natures en question, sous sa direction / Di konferansa Xwezayên navborî ya bi birêveberîya wê de, Odile Jacob, Paris, 2018.

15) Emanuele Coccia, Gaïa ou l’anti-Léviathan, Critique, n° 860 – 861, çileya paşî-sibata 2019.

16) Her wiha, Serge Halimi, « Notre utopie contre la leur / Utopya me ya li dijî ya wan» bixwîne, Le Monde diplomatique, gulana 1998ê.

17) Jérôme Baschet, Une juste colère. Interrompre la destruction du monde / Hêrsbûneke bitenê. Têkdana dinyayê radiwestîne, Divergences, Paris, 2019.

18) Léna Balaud, Antoine Chopot,  «Suivre la forêt  / Weke daristanê kirin»,  20 penseurs pour 2020, op. cité..

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr

Nurettin Erkan, KATABASIS-17, Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 180 x 160 cm

Ev qeşa ye ku dihele? Ev hestê bidawîbûna cîhanê ye? Bakurê

dûr mirov ji xwe ve dibe? Romanên înuîtan [eskîmoyî], ji Gronland û herweha ji Nunavutê (Canada) tên, her diçe zêde dibin. Weşanxaneya Jardin de Givre a Presses ên zanîngeha Kebekê (Quebec) bi salan e keşifkirina klasîkan ên wekî yekemîn romana înuîtî, Xewna gronlandîyekî ya keşe Mathias Storch (1914), an jî romana bendewarîya Sê sed sal piştî Augo Lynge (1931) (1) pêşnîyar dike; û berhemên teze, wekî berhevoka çîrokên tirsnak Ez çavên xwe digirim ji bo veşartina tarîtîyê ya Kelly Berthelsen (2001), a dest werdide alkolîzm û ensestîyê [zewac an jî têkilîya cinsî ya di nav malbatê de], lê herweha jêpirsînên beramberî serxwebûna Gronlandê, li navbera hêzên cîhanî yên amade ji bo xweavêtina ser dewlemendîya madenên welêt û sîyasetvanên kêm tecrube yên bi gelek caran bi gendelîyê genî bûne.

Ev daxwaza pênasekirina civakeke zehmet îro navendî ye. Li ser xeta

bi taybetî trîyolojîya dîrokî «Divê ev xak bibe xaka we» ya Frederik Nielsen, ku di salên 1930yî de hatîye nivîsandin û di sala 1970yî de hatîye çapkirin, di 2017an de romana pêşî ya Niviaq Korneliussen, Homo sapienne (2) wekî bombeyekê teqîya. Ji qalibên malûm ên girêdayî Bakurê Dûr bi temamî cuda, vê pirtûkê

dida ser şopa pêncî jinên li paytext, Nuuk, bi xwe rizgarkirina ji tabûyên civakî û herweha cinsî. Forma wê nemaze bi tesîr bû û pirtîk, ku wekî destaneke queer hat têgihîştin, di asta navneteweyî de bû xwedî cihek. 

Lê belê bêhêvîtîya civakî ya serdest herweha mirovan neçar dihêle ji

bo jinûvedanîna têkilîya manewî û rabirdûya efsaneyî ya çandeke ku têde şamanan û gîyanan hertim cihekî mezin girtîye. Tanya Tagat a di 1975an de li Nunavut hatîye dinê û wekî stranbêja qiriqê ya înuîtî li cîhanê navûdeng daye, bi vê pirtûka bi navê Croc fendu çîroka destanî ya keçeke nûciwan a ketîye lepên şîdetê, şer û qirênan, nebûna dêûbavan, destwerdana li zarokan dinivîse. Lehenga pirtûkê wê bi tîrêjên ezmanî avis bibe û ew ê du gîyanan bizê. Li vir îdîaya çandeke hezar salane û têkilîya wê ya taybet bi xwezayê re mijara gotinê ye. (3)

Ev hêza cihêreng a xeyalsazîyê ji alîyê nivîskarên ewropî ve bi baldarî tê

çavdêrîkirin. Bérangère Cournut a fransî, piştî pêwendî danî, li gel çanda Hopî, gelê xwecih yê amerîkî yê Arîzonayê, bi pirtûka bi navê «Ji kevir û hestîyan» destpê kir ji bo vegotina li ser bingeha şamanîzmê rêwîtîya jineke înuîtî ya veqetîyayî ji malbata xwe di encama jêbûneke tehtekî qeşayî. (4) Di berhema bi navê Hirçê direqise de, Simonetta Greggio profesorekî înuîtî dertîne ser sehnê, li gorî hilberîna çanda ferzkirî ya danîmarkî. Gava profesor bi rasthatina li hirçekê vedigere ber bi gelê xwe ve, ji nû ve kokên xwe dibîne. (5) Li vir jî, wêneyê bakurê dûr ji bo parastina ragirîya awayê kevneşopî yê jîyanê tê bikaranîn. Eger têkilîya bi sewal re bibe bingeha piranîya tevna têkilîyên bi xwezayê re, şûna nêçîrê tê qebûlkirin.

Di pirtûkê de herweha qadên qeşagirtî û bajarên tarî hene. Piştî

Boréal (Folio, 2018) a Sonja Delzongle û keşfa wê ya qutbê ku endamên wê li ser zemîna germbûna avhewayê wenda dibin, Grise fiord (Le Rouergue, 2019) a

Gilles Stassard girtîyekî berê yê ji Nunavutê dişîne ser şopên birayê wî ji bo romaneke reş a ku ew jî bi şamanîzmê re têkildar e. Û di nava tevgerê de, rêzefîlmekî bi navê egzotîk Mo Malo (di rastîyê de nivîskarekî bretonî yê zêde nenas, Frédéric Mars), ji niha ve sernavê xwe yê sêyem Nuuk lê kirîye. (6) Alîyê belgeyî yê vî

fîlmî pir baş e. Ew jî bi awayekî pir vekirî qeşa, şamanîzm, bêserûberîya civakî û gendelîya derdora zengînîya madenî ji xwe re dike mijar. Lê belê ji jêpirsînên hejîner ên Tagaq an jî Korneliussen pir dûr e. Ev tarîfa keysbaz bêhna zêde germê jê tê.

________

(1) Binêrin li Jean Malaurie, Nameya ji bo Înuîtekî sala 2022an, Pluriel.(2) Niviaq Korneliussen, Homo Sapienne, wergera Ines Jorgensen, 10/18, Paris, 2020, 232 rûpel, 8,50 ewro.(3) Tanya Tagaq, Croc fendu, wergera Sophie Voillot, Christian Bourgois, Paris, 2020, 207 rûpel, 20 ewro.(4) Bérangère Cournut, Ji kevir û hestî, Weşanên Le tripode, Parîs, 2019, 219 rûpel, 19 ewro.(5) Simonetta Gregorio, Hirçê ku direqise, Cambourakis, Parîs, 2020, 83 rûpel, 10 ewro.(6) Mo Malo, Nuuk, La Martinière, Parîs, 2020, 530 rûpel, 20, 90 ewro.

Wergera ji fransi: Baran Nebar

Geşedana Bakurê Dûr Hubert Prolongeau

_______________

Page 10: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Salên baş û nebaş di zik hev de, her sal 50 000 hacî ji bo bidin

ser şopa Ezîz Serafim dikevin rê û tên Dîevîevoyê. (1754-1833). Li nîvê daristanê, zinarek heye ku çilekêşê rûs di dema dûakirinê de bi rojan xwe li ser radigire; hinekî din ji wir dûrtir, kanîyeke qeşayî ku jê sewîl û şûşe bi avê tên dagir-tin, yên herî bi coş jî li nava gola biçûk a hema li teniştê xwe noqî avê dikin; axirî, tên ser meydana Katedralê ku li pêşîya wê her kes bi îşareta xaçê dûa dike. Lê belê, qe-dexe ye ketina nava avahîyên ras-tîn ên dîrokî yên ezîz, dêra Sarov û manastira Assomption ku duwaz-deh km ji wir wêdetir in. Bajarê berî demek pir nêz bi nasnavê xwe yê Arzamas-16 hat nasîn, ji serda-na gel re ne vekirî ye.

Dîveïevo, wargeheke dorpêç-kirî bi têlên rêsayî yên dewrîyên leşkerî, ji nexşeyên welêt ên pêva-joya serdema sovyetî hatîye birin. Niştecihên wê pir bi hesasî hatine neqandin û hema piştî Şerê Duye-mîn ê Cîhanê bi awayê herî veşarî, ketine bin barê «zeximkirina mer-tala atomî ya welêt». Ji vir û şûn ve sir êdî hat eşkerekirin û bajar ji nû ve gihîşt navê xwe yê resen. Lê belê ketina navê hê jî bi rêzik û qeydeyên pir şidîyayî tê pêkanîn. Tenê niştecihên bajêr, nêzî 100 000 kes û seredanên ji mêj ve xwedî destûr, dikarin noqteya kontrolê ya têketina bajêr derbas bikin. Be-rîya dest bavêjin kar û mijûlahîyên xwe, niştecihên Sarovê kartên xwe yên badje yên taybet datînin ser lektorê, kod-şîfreyeke şeş hejmarî dinivîsin û di pey re jî di kontrola nasnameyî re derbas dibin. Ji sere-danên akredîte tê xwestin ku pêşî telefon, kamera û amûrên xwe yên din ên ragihandinê radest bikin; dûre jî bi refaqata hin karmendan heta ba şefê protokolê yê şirketa ew vexwendine diçin. Ji ber ku ev şef êdî wê ji wan û her cure livûtev-gerên wan berpirsîyar be, heta ku vegerin heman noqteya kontrolê û li wir tiştên radest kiribûn li wan bên vegerandin, berîya ku bi te-mamî êdî ji wargehê veqetin.

Bi awayekî ecêb, dêra ortodoks

van astengîyên li pêşîya ketina cihê hecê baş pêşwazî dike û li gorî wê tevdigere. Li pîrozbahîya, di sala 2017an de, şêstemîn salvegera damezrandina 12emîn rêveberîya wezareta sovyetî ya parastinê, ya berpirsîyar ji nukleera leşkerî, serok Vladîmîr Pûtîn axivî. M. Pûtîn bi vê axaftina xwe ya li dêra Chirst-Sauveur a li Moskovayê, lihevhatina ku di sala 1990î de di navbera mihendizên leşkerî û rayedarên manewî de pêk hatibû bibîr xist. Atomîstên Sarovê ava-hîyên parastî yên manastirê li dêrê vedigerandin û Patrîark jî di ber-dêla vê yekê de Serafîm wekî ezîzê parastinê yê atomvanan pênase dikir!

Li gel vê yekê jî serpêhatîya Sarov li bin hîmayeya rejîmeke ku ji sir û razên xwedayî zêdetir girîngîyê dide zanîna zanistîyê, dest pê dike. Li konferansa Yaltayê, di sibata 1945an de, Stalîn ji serokwezîrê brîtanî Winston Churchil û sero-kê amerîkî Franklîn Roosevelt re dîyar kiribû ku ew ditirse dawîya dawî Waşîngton û London nako-kîyeke bi Moskovayê re provoke bikin. Ew bi xwe jî nedifikirî ku gotinên wî dê wisa zû wî mafdar derînin: Van hevalbendên Sovye-

tê, çawa Berlîn feth kir, hema di cih de ketin nava guftugoyeke tê-kildarî firseta sûdwergirtina ji ser-destîya xwe ya stratejîk. Armanca wan ew bû ku Yekîtîya Sovyetan a ji ber şer zêde jihalketî êdî bi te-mamî hal bikin û ji holê rakin. 16ê tîrmeha heman salê, tehdît zelal dibe: projeya Manhattan diçe serî û yekemîn teqîna nukleer a dîro-kê çola Meksîkaya Nû dihejîne. Dûre, di meha tebaxê de Hîroşîma û Nagazakî ji holê tên rakirin. Bi vê yekê re êdî gumanên dawî yên ji biryardarîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bikaranîna vê çeka tîpa nû jî ji holê radibin.

Hikûmeta sovyetê di vê nûçeyê de hişyarîyeke rastarast a ji bo xwe dibîne: li demeke ku welat bi xwe-fedakirina nêzî 26 milyon xelkên sovyetê û hilweşîna pîşesazîya xwe bêhal ketîye, tehdîda ku hevalben-dên doh lê dixwin ji ya berî çar salan a nazîyan ne kêmtir xetere xuya dike. Ji ber vê yekê, konseya wezîran a di 20ê tebaxa 1945an de li hev kom dibe, du biryarên dîro-kî werdigire; geşkirin û lezandina karûbarên lêkolînê ji bo sazkirina wekhevîya stratejîk li gel Cîhana Rojava; pêşxistina van lêkolînan bi awayê herî dizî û veşarî, ji bo

ku dijmin pê nehise û ji wan zûtir negihîje encamekê.

Ji dawîya sala 1945an ve, lêgerîna ji bo wargeha îdeal a ku bibe na-venda van lêkolînên ultra-veşarî dest pê dikin. Piştî lêkolînên têra xwe demdirêj, koma xebatê ya li bin dîreksyona Lavrentî Nerîya

wezîfedarkirî, ji bo bicihanîna projeyê tercîha xwe dike. Tercîha koma xebatê gundê Sarovê bi qasî 350 kîlometre li rojhilatê paytext Moskovayê ye. Gund bi xwe û herweha çend gundik û gundên din -hejmara niştecihên gişan wê demê li derdora 9500 kes bû- ji bin rêveberîya erdnîgarî ya Mordov-yayê hat vekişandin û ji tevahîya nexşeyan û belgeyên fermî hat ra-kirin. Dû re neqandina niştecihên gund hat kirin. Kesên li fabrîkaya n° 550 karmend bûn û di hilberîna obusan de bûbûn pispor li wir ha-tin ragirtin, rayedaran kesên din giş li derveyî herêma qedexe bicih kirin.

Bi anîna hejmareke mezin kar-ker û pisporan re, gundê Sarov bi demê re veguherî bajarekî biçûk: bi lêkirina avahîyên lêmayînê gava pêşî ya xebatê dest pê kir, dûre nexweşxaneyek, stadyûmek, maleke çandê, pirtûkxaneyek, avahîyeke şanoyê û parkek bûn pêdivî. Înşakirin di nava lezgînîyê de bêyî planeke pêşamadekirî an jî texmînkirî, hema wisa bêserûber bipêş diket. Ji bo qezençkirina ji demê, beşeke laboratuwaran li avahîyên manastirê hat bicihki-rin. Li nava karkerên li şantîyeyê dixebitîn, nûnerên «kontenjana taybet» hebûn (girtî di belgeyên fermî de bi vî awayî dihatin binav-kirin).

Berîya her girtina kesek ji bo kar, dezgehên ewlekarîyê «heta sê nes-lên berê» yên namzed lêkolîn û tesbît dikirin, eger mihendisîya buroya lêkolînê «KB-11», an jî karkerîyeke têkildarî yek ji gelek şantîyeyên taybetbûna namze-dîyên mijara gotinê. Karmendên wargehê ancax bi destûra servîsa ewlekarîyê dikaribûn derketana derveyî wê derê. Derketina ji wir a ji ber sedemên şexsî pir pir sînor-dar bû. Tatîlên li derveyî herêmê qedexe bûn. Ev di heman demê de sînordarkirineke wisa bû ku dikaribû bibûya sedemê tezmî-nata meaşan. Imtîyazeke girîng a serdemê, maxazayên Sarov ji teva-hîya maxazayên deverên din ên welêt baştir têrtije bûn.

Arzamas-16 wekî navê kod li bajêr

10 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Nurettin Erkan, KATABASIS-3, (2013), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 200X150 cm

Ji bombeya û heta bigihe fetha fezayî, piraniya bernameyên mezin ên teknolojiya sovyetê li nava çar dîwarên bajarên veşarî hatin afirandin. Zanyar, mihendiz û karkeran di nava camekaneke girtî de li nava derdoreke nîsbeten parastî jiyana xwe didomandin. Ji hilweşîna Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst û vir ve, ev bajar hewl didin ji nû ve bi ser xwe ve werin. Wekî Sarov ku yek ji navendên lêkolîna li ser nukleera leşkerî bû.

Civateke lêkolîner û mihendizan a ku makîneyên kurkê yên şirketên start-up jî îro bi zehmetî

digihîjin asta wê

Ragirtîyên li "kargeh-bajarên" atoma sovyetî

Christophe Trontin*__________

Rimma Gerlovina. – "Kî li vır e?", 1974

Page 11: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 11

hat kirin. Ji hingê ve, pênasekirina wî ya bi navê berê wekî teşhîrkirina agahîyên îstîxbaratî hat nirxandin. Name û nivîsandinên şexsî ji bo kesên li derve bi navgîna qutîyeke postê ya taybet a bi navê «Moskova Navend-300» dihat pêkanîn. Wekî din, navên sikakên bajêr û yên Moskovayê wisa hevûdin digirin ku karmendên KB-11 yên li derve dikaribûn kontroleke nasnameyê bikin bêî ku karmendê polîs bike-vin gumanê ji navnîşana rastî.

Ev pêwistîya sirî û li hundir ra-girtin li gorî şexsan tesîrên wan ên cuda hebûn: fizîsyen Andreï Sakharov, di bîranînên xwe de, (1) wê behsa «bêparbûna ji azadîya jêre giran bû» bikira. Kesekî din, berevajî, wê bi pesindarî bipeyi-vîya li ser nermbûna karmendên ji ewlekarîya rewşên-sînordar wezîfedarkirî. (2) Qanûna xwe li hundir ragirtinê pir dijwar bû û Sarov, ji bo van mihendîsan, ji nû ve bûbû manastireke derîyê wê li tevahîya cîhanê girtî. Sérafim wê paşî gotiba: «Bawerîya rastîn ni-kare bêkarûbar bimîne; kesê bi ras-tî jî bawer dike her tim tiştekî ku bike heye». Ev tesbîta şablon wekî lepikekê li zanyarên Sarovê dihat, ji ber ku wan saetên xwe yên nadî-ren ji bo bêhnvedanê jî bi axaftin û guftugoyên li ser taybetmendîyên madeyên nukleer û çerxa tundki-rinê ya notronan derbas dikir.

Serkêşên lêkolîna bingehîn

12ê adara 1947an, wekî ku ji bo destekeke îlawe bide ekîbên lêkolînê yên zêde westîyayî yên adeta xwe dikuştin bi karûbarê danîbûn ber xwe, serok Truman doktrîna xwe ya navdar pênase dike û şerê sar dide destpêkirin. Li Waşîngtonê, ekîba wî ya paye-bilind plana Dropshot amade dike. Ev plan ku ji destpêka 1950yî ve «bi avêtina 200 heta 300 bombeyên atomî li dijî navendên sereke yên endusrîyel, leşkerî û zanistî yên Yekîtîya Sovyetê» ji bo êrişeke sur-prîz a Yekîtîya Sovyetê wê were biserûberkirin.

Encama xebata bi koordîne ya zanyarên herî bijarte yên welêt, mihendis û înşakar, herweha ser-vîsên îstîxbaratê û «casûsên ato-mîk» bû afirandina, tenê di pêva-joyeke 4 salan de, bombeya pêşî ya atomî ya Sovyetê, ku navê kod RDS-1 lê dihat kirin. Çend deh sal şûn de yek ji şefên bernameyê, Yûlî Xarîton, derbarê wê qonaxê de weha dinivîsî: «Ez şaşûmetal dimî-nim û herweha bi rêzgirî bejna xwe ditewînim li ber tiştên ku yên me ji sala 1946 heta sala 1949an kirin. (…) Ev serdem bû yeke lêhûrbûn, lehengî, afirînerî û fedekarîyeke ku ne mimkin e were tarîfkirin. Çar sal piştî dawîya şerekî man û nemana li himberî faşîzmê, welatê min karî dawî bîne li monopola amerîkî ya li ser bombeya atomî». (3)

Li ser pêşketina vê serketinê, ekî-bên Sarov, çar salên din jî, wê bi pêşxistina bombeya pêşî ya H. wê Dewletên Yekbûyî têk bibirana.

Ew, divê binê vê were xêzkirin, tevî rewşa kambax, birîndar û jihevketî di encama şer de, ji nû ve înşabûneke paralel dimeşîne, li hemberî Dewletên Yekbûyî ku, berevajî, zengînbûyî, sûdwergir ji gelek derfetên zêde mezin ên fînansê û xwedî amûrên bêhem-pa yên leşkerî û endusrîyel in. Di 1950yî de, aborîya amerîkî ji sedî 27ê hilberîna neteweyî ya brut a cîhanê temsîl dike, li beramberî ji sedî 9,6ê Yekîtîya Sovyetê.

Ev modela bajarê girtî yê li der-dora «şirketeke-bajar» (gradoo-brazouïouchtcheïé predpriatie) înşakirî, ji bo gelek xelekên zîn-cîreya atoma sovyetî dibe nimûne. Eger Sarov, bi navên pêşeng ên lêkolîner bû navenda projeya ato-mî, bi dehan wargehên din jî yên wisa têra xwe beşdarîya van hewl-danên neteweyî kirin. Bi vî awayî, ji sala 1945an ve, gelek bajarên biçûk ên Ûral û Sîbîryayê ji bo madeyên xam ên van ezmûnan ha-tin destnîşankirin. Di sala 1946an de, reaktoreke prototîp a ji alîyê

enstîtuya zanist-teknîk a Mayak ve hatibû amadekirin, li bajarê girtî yê Ozersek, li nêzî Çelîabînskê (bi navê kod Çelîabînsk-65) plutoniû-ma bi kalîteya leşkerî hildiberand. Û di 1949an de, bajarekî din ê girtî yê wekî Tomsk-7 dihat binavkirin dîsa bi awayê herî dizî, dikete nava karûbarê hilberîna ûranyûm 235. Li vir, lêkolîn zêde ne kûr bûn, armanca van lêkolînan bêhtir bi-cihanîna wezîfeyên pratîk bû. Na-venda dîktekirina van wezîfeyan jî Arzamas-16 (Sarov) bû. Girtîyên sîyasî an jî adlî yên Gulagê ji bo xebatên herî xetere, yên wekî de-rxistina mîneralên ûranyûmê an jî manîpulasyona madeyên par-çebar, li gorî vê prensîba bêwijdan a Stalîn dihatin seferberkirin: «Di avakirina sosyalîzmê de, dijmi-nên gel bi xwe jî roleke wan a pê rabin heye». Di 1945an de, wekî ku dîrok-zan Yûrî Fiodorov dide zanîn, sêzdeh kampên xebatê yên ji alîyê NKVD (wezareta karûba-rên hundir) ve tên birêvebirin, 103 000 girtîyan komî ser hev dike û dixe bin xizmeta projeya atomî.

Paşî, 190 000 girtîyên din jî ku di deranîna mîneralan de dihatin xebitandin, li van hatin zêdekirin. (4) Gelo çend ji wan vegerîyan malê?

Dema ku lêkolînên teorîk baş dimeşîyan û tedarîkên madeyên xam dihatin misogerkirin, pêwist bû wargeha ceribandinan bihata veguhestin û bar bikira herêmeke çolistan a xwedî şertûmercên mu-saît ên jeolojîk. Ji bo vê yekê çol-tera Qazaxistanê ya li nêzî bajarê Semîpalatînsk, hat hilbijartin. Li wir jî şantîyeyeke qirase: li derdo-ra baregeha navendî ya plankirî, gelek avahî, stargeh, rawestgehên metroyê li gorî nirxandina hêza hilweşîner a makîneyê hatin kate-gorîzekirin. Karkerên şantîyeyê, lê belê herweha bîyolog, fîzîsyen û pisporên seferberkirî ji bo veko-lînkirina tesîrên hilweşîner ên pêla şok û belavbûna radyasyonê, li devereke bi qasî sed km dûrî noqteya ceribandinê hatin bici-hkirin. Ev noqte jî li vir veguherî bajarekî din ê ku ket bin xizmeta rejîma sira mutleq: Moskova-400.

Rizgarkirina welêt

Mirov dikare bêdestûr biçe serda-na vî bajarokê ku nifûsa wî hezar û tiştek e. Ji bo xatirê dîrektorê zanistî yê bernameya nukleer a Sovyetê, ji nû ve navê Kûrçakov lê hatîye kirin. Edî zêde tiştek ne-maye ji biriqînerîya wî ya berê ku niha jî kêm caran bi melûlî be jî diçirise li nava kolanên bi qalibên betonê raxistî û bi daran dorpêç-kirî, tevî avahîyên wî yên der-de-mî yên xwedî stîleke stalînî û çend otelên dîsa bi stîla berê hatine çê-kirin. Wargeh hê jî diparêze Enstî-tuya Fîzîka Nukleer a bi hevkarîya ekîbeke zanyarên japonî rewşên krîzê li nav reaktoreke lêkolînê ya li ser polîgoneke kevin bicihkirî wekî maketan hildiberîne û tes-tan dike. Cihekî din ê ji serdema Sovyetê vemayî, Enstîtuya Ewle-karîya Radyolojîk, hê jî ji serdana gel re girtî ye. Lê belê mirov dikare biçe serdana muzeya biçûk a Polî-gonê, ku li navê, destana bombeya Sovyetê, bi nexşeya ekîbên xebatê û fotografên reş û spî hatîye vego-

tin. Amûrên pîvandina lerza sîs-mîk, hejmargirên Geiger, kame-rayên wê demê û heta navenda fermana şer lê hatîye dayîn, giş li vir e, rêzkirî bi halekî tozgirtî, bi hemû giranîya xwe lê dîsa jî jihe-vketî. Li qata jor, rehberek we ve-dixwîne rêzgirtinê li nava «buroya Kûrçatov». Wî, dema bi wesîleya ceribandinan, serdanên kurt ên wargehê dikir, ev buro wekî cihê xebatê bikar anîye. Bi amûreke kurkê ya bi navê Parka teknolo-jîyên nukleer hewl tê dayîn taybet-mendîya zanistî ya wargehê ji nû ve were zindîkirin…

Tevna bajarên girtî yên atomê gir-seyeke mezin a zanyar, mihendis, lêkolîner û ceribanderan didan ber xwe. Rizgarkirina welêt ji xetereyên nû yên gef lê dixwarin, armanca yekane ya vê girseyê bû. Dîrokzan Vladîmîr Matîyûşkîn di nivîseke xwe ya derbarê Sarov de wê ew rewş weha bianîya ziman: «Çiqas paradoksal karibe xuya bike jî, ev bajarê ji yên din re girtî, bi he-zaran parçeyên xwe, ji gelek dêwên pîşesazîya neteweyî yên li bajarên mezin pir zêdetir girêdayî bû bi sedan rêxistin û şirketên li navenda hêza super ve. Û bêguman, gelek niştecihên vî bajarî hebûn ku ji welatîyên din ên sovyetê pir zêdetir jenîna nebza deverên din ên cîhanê hîs dikirin. Cihê wî yê di dîrokê de, têkilîya wî ya bi bûyerên cîhanê re, her xelkekî bajêr hîs dikir, belkî jî bêzanebûn û pê jî îftîxar dikir». (5)

Lê belê vê serdema lehengîyê nika-ribû demeke dirêj dewam bikira û livûtevgera tomerî ya hêzan divîyabû pergal jihev bixista. Ji leşkerekî xanenişîn ê biryardar bi-girin heta sekreterekî giştî yê şûmî, rêveberîya Sovteyê dawîya dawî kete nava konformîzmeke hişk, amûra pîşesazîyê jî bi pêşneket û ji hev ket. Civak jî ku zêde westîya ji ber dafdana bêrawestan ber bi serketinê ya ji alîyê rêveberan ve, li pêşberî astengîyan êdî bi xwe re nabîne û herweha naxwaze gavekê jî bavêje; ango civak êdî naxwaze demeke dirêjtir xwe bixe bin barê vê rejîma ku nikare, li şûna xweşxeyala wekhevî û biratîyê, pêwistîyên xwarin û debarê jî jê re tedarîk bike. Ev civak êdî ketîya nava xeyala bidestxistina gezek nan û pêdivîyên bingehîn ku her tim bi navê rewşên awarte û lezgîn, ji wan bêpar hatîye hiştin. Gel êdî diket nava bêhêvîtîyê û heta, xwe bi destê alkolê ve berdida. Gorba-çev, ê ku pirsgirêk başteşhîs kir, ew ê jî nikaribe vê rewşê bisekinîne.

Salên 1990î bi ceribandinên weli-dandina aborîyeke bazarê li nav xirbeyên planên pêncsalane wê bibin salên winda. Tam di vê demê de hewldaneke tesadufî ya demok-ratîk jî rû dide. Gava ku aborîza-nên rûs û bîyanî hêjahîya awayên derbasbûna pergaleke din diwezi-nînin, olîgarkên keysbaz, bi fîye-tên berdêla gezek nan; şîrketan, refînerîyên petrolê, pîşesazîya madenê, fabrîkayên polayê, kanên madenê û fabrîkayên kîmyayê bi dest xistin. Îflas li pey îflasê tên, bêkarî adeta diteqe û şirketên li hemberî vê tofanê li ber xwe didin, Nurettin Erkan, Kevir, Jin, Xwelî-1, (2005),

Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 146X114 cm

Nurettin Erkan, Komedîya Xwedayî-Hêvî, (2020), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 191X158 cm

Page 12: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

neçar dimînin bi rûbleya ku tûşî devaluasyonê bûye, meaşan bidin. Ev rewşa ‘kî bikare bila xwe rizgar bike’ li hemû sektoran belav dibe, yek li du yekê ji hatina madî bêpar dimînin, ji tendirustîyê bigirin heta perwerdeyê, ji polîs bigirin heta dadgerîyê.

Kîn û nefret difûrin, tovên veqe-tînxwazîyê dibişkivin. Şerê li Çe-çenistanê di nava civaka şokbûyî û biçûkxistî de, ne coşê, lê belê hestê tolhildaneke xirab bipêş dixe. Dema ku herkes li bendê ye koma-ra dudil êdî bilive û bi gavên bi lez li xwe vegere -M. Pavel Graçev soz dabû ku «ev karê du saetan e ji bo yekîneyeke paraşutvanan»-, artêş dişemite nava avzêlkeke bixwîn.

Komunîstên rûs ên li ser bîlançoya tirsnak a demografîk a tesfîye, zextûzor û kampên komkirinê yên serdema Sovyetê, hatin jêpirsîn-kirin, bal kişandin ser lîberalîzma şokê ya li pêvajoya panzdeh salên piştî hilweşîna rejîma Sovyetê di pîramîda temenê mirovan de li pey xwe hişt. Bi vî awayî komunîst jî li gel yên din careke din bûn alterna-tîfeke hilbêjeran: di navbera 1992 û 2008an de hejmara mirîyan ji ya zayînan 11 milyon zêdetir bû. (6) Sedemên mijara gotinê: xirabûna xizmeta tendirustîyê, teqîna krî-mînalîteyê, bilindbûna hejmara xwekujan, qeza û felaketên her cure, di ser de jî şerê li Çeçenis-tanê. Ji sala 1990î heta 1994an, bendewarîya dirêjbûna temenê mirov ji nîşka ve ji bo mêran ji 65an daket 58an û ji bo jinan jî ji 74an daket 71ê, berîya ku careke din îcar pir bi zehmetî bilind bibe.

Di vê çarçoveyê de, bajarên girtî wekî xişrikên sembolîk ên dawî yên împeretorîyê hebûna xwe di-domînin. Qadên parastî ne, têde di navbera mirovan de hevaltîyên baş mane. Ji gendelîyê zêde ne dûr bin jî, qet nebe ji formên wê yên herî bêehlaq, ji mafyayê, ji karên krîmînel dûr in. Nexasim, amûra zanistî ya Sovyetê, ku li deverên din hatîye avêtin an jî firotin, li vir hê jî parastî ye ji çavbirçîbûna kesên şemitîne nava lîberalîzmê. Li van wargehan hê jî mirov bi karûbarên esasî re mijûl in. Bo ni-mûne; hilberîna madeyên parçe-bar (bi armancên leşkerî û sîvîlî), ji nû ve bidestxistina sotemenîyê, bêçekkirin û pêşxistina çekên nû.

Ev bajarên, di destpêkê de wekî taxên razanê yên ji bo karmendên «şirket-bajar» hatin plankirin û hema hema piranîya karmendên şirketê xwecihî bûn, niha êdî ne hemreng in. Magaza, restorant, sînema, navendên bazirganîyê hatin vekirin, herweha ajansên gerûgeştê û yên xanî û avahîyan jî li van bajaran êdî hene. Di encama felaketa aborî ya piştî sovyetê de bi kêmbûna aktîvîteyên lêkolînê re, hêza kar berê xwe da warên din ên bêhtir bi qezenç. Xizme-tên gelemperî (peydekirina ener-jîyê, îdarekirina avê, veguhestinên gelemperî), ên wekî gundên tatîlê, binesazîyên çandî an jî werzişî êdî girêdayî şaredarîyê ne, an jî trans-ferê şirketên taybet hatine kirin.

Heta, wargehên zanistî jî ku sta-tuya bajarên girtî parastin, nor-malîze dibin, tevî parastina tay-betmendîyên xwe yên çandî.

Li niştecihekî Sarovê teklîf bikin ku bajarê xwe ji we re veke, ew ê derhal vê bersivê bide we: «tu ca-ran nabe!» Her çendî di roja me de, avantajên serdema sovyetî êdî nemabin jî, tiştê veşarî êdî li ba jî bûbin, her kesek êdî karibe bi her derê cîhanê re bikeve nava danûs-tandinê jî, niştecihên bajarên girtî xwe li «navbera xwe» radigirin û jê nayên xwar. Leşkerên xanenişîn ên serdema lehengîyê ji bo cîhaneke baştir çûn, lê belê zarokên wan û nevîyên wan bi piranî li vir man. Bi qasî nîvê wan li şirket-bajaran dixebitin. Li van şirket-bajaran «xanedanên» lêkolîner û mihendi-san di rêzek sektorên sîvîl û leşkerî de di karûbarên pêşvebirina teknîkê de kar dikin. Enstîtuyên lêkolîna atomî û fabrîkayên hewa-darkirin û veanîna sotemenîya parçebar ên nûjenkirî, lêgerîna xwe ya ji bo «atoma paqij a sîvîl» didomînin. Her çiqas negihîştibin vê îdeala xwe jî, qet nebe ji niha û şûn ve li bin kontrola Ajansa Nav-neteweyî ya Enerjîya Atomî kar dikin û di ser de jî li gorî normên bi temamî cihêreng ji yên serde-ma destpêkê ku çem wekî amûra herî baş dihat nirxandin ji bo xwe rizgarkirina ji madeyên xetere.

Pircarbûna hejmara «teknokratan»

Nîvê din jî li şaxên cihêreng ên şirketa destpêkê û bin-şirketên girêdayî dezgeha bingehîn ji xwe re kar peyde kirin. Li Sarovê, bo nimûne, enkubatorê Bînar ev pan-zdeh sal in projeyên teknolojîya bilind yên curbecur pêşwazî dike: lensên nava çavan, enstrumanên pîvandina bêtemas a gelek amûrên hesas ên mekanîk, teknîk an jî yên ji bo parastina navendên nukleer. Asta bi awayekî berbiçav bilind-tir ji asta navînî ya perwerdaya neteweyî bi saya atmosfera aram û muasît ji bo xebatê ya bajarê girtî

û nêzîkbûna şirketên ultra-pispor-bûyî, dibin zemîneke teşwîqê da ku projeyên teknolojîya bilind li vir zêde bibin. Ji ber vê yekê rêjeya bêkarîyê jî li vir pir kêmtir e ji ya bajarên din ên xwedî heman mezi-nahîyê (ji sedî 4 beramberî ji sedî 6ê asta neteweyî). (7) Ev binçanda «sînorkirî» jixwe ji alîyê kluba bajarên girtî ve jî tê domandin. Ev klub ji bo niştecihên van bajaran çalakîyên danûstandin, staj, kam-pên tatîlê li dar dixe.

Beşek ji van bajarên veşarî li gel vê yekê jî hinek derbasî nava hiqûqa hevpar bûye. Wekî Obnînsk, ku têde yekemîn navenda nukleer a sîvîl hat pêşxistin, an jî Dûbna ku bûye mazûvan ji bo kargeha çerxa lezandina hûrparçeyan û navendeke lêkolîna bingehîn, an jî Zagorsk-7, ku navenda wê ya lêkolînên li ser çekên bakteriolo-jîk hatîye jihevxistin. An jî bajarên li derdora van wargehên lêkolîna fezayê, yên ji 1986an ve radestî «jîyana sîvîl» hatine kirin. Bajarên ku hê jî girtî ne, tenê yên girêdayî wezareta parastinê ne, an jî yên ji nû ve bi dezgeha dewletê ya teva-hîya aktîvîteyên sîvîl ên têkildarî atomê li bin banekî kom kirine,

Rosatomê ve hatine girêdan, ango bi tevahî bi qasî çil heb. Komegira-vên zanistê hêdî hêdî vediguherin rewşeke asayî.

Rosatom bi qasî deh bajarên gir-tî û enstîtuyên wan ên lêkolînê, navendên wan ên zengînkirin û ji nû ve bidestxistina sotemenîyê kontrol dike. Li Îranê, li Çînê, li Bengladeşê, deftera wê ya sîparîşan ji sed milyar dolarî derbas dibe û sî projeyên sentralan di qonaxa çêki-rinê de ne. Li qada fezayî teknolo-jîyên rûs kevn in lê belê zexm in jî. Wan hêjabûna xwe îspat kirîye û niha bûne girêdankeke girîng a hevkarîya navneteweyî ya ku li ser Rawestgeha ezmanî ya navne-teweyî ISS konsantre bûye. Gelek pergal, ji modulên hawarê bigirin heta motorên fuzeyê, demeke dirêj e ku di roketên amerîkî û ewropî de tên bikaranîn.

Teşebûsên din ên pêşketinê yên aîdî demeke nêztir ji alîyê serketi-nê ve xwedî asteke nizimtir in. Bo nimûne yên li qada zekaya çêkirî, kompîturên super, nanoteknolojî an jî lêkolînên pizîşkî. Dezgeha dewletê Rosnano ya di 2011an de bi fonên gelemperî ji alîyê M.

Anatoly Çûbaîs ve (yek ji îdeo-logên «terapîya şokê» bi şêweya rûsî) ji bo teşwîqkirina pêşxistina teknolojîyên ku xwe dispêrin hûr-parçeyên nano, bo nimûne şoreşa teknolojîk a ku piştgirên wê radi-gihandin pêk neanî û ji ber bides-txistina qezenca neheq a ji bacê mûafkirî ji alîyê Dadgeha Hesab-girîyê ve hat girtin.

Gelo Rûsya wê nema bibûya xwedî qabîlîyeta pêkanîna serketinên bernameya zanistî ya sovyetî ya piştî şer, tevî ku qonaxeke ji ya niha pir zehmettir û biêştir bû? Derbasbûna nava kapîtalîzmê heta vê astê jî dê ew bêperûbask bikira? Lê belê ev ne ji ber ceribandinan e. Ji destpêka sedsalê ve, her bajar, her herêm, her dezgeha mezin a gelemperî ya ku ji xwe re rêzgir serbilind e bi xwedîbûna enkuba-tora xwe, teknopola xwe, navenda xwe ya lêkolînê û enkubatora xwe ya ji bo agirtên nû. Ev «tekno-parkên» carna ji alîyê ensîtuyên lêkolînê ve destekkirî û bi piranî li ser fînansmaneke geleperî-tay-bet veniştî, wekî kufkarikên piştî baranê ji nîvê salên 1990î û vir ve gurûgeş bûn. Di dawîya 2019an de hejmara wan digihîşt 169î û ji bo teşebuskarên afirîner dibûn zemîneke pir musaît a pêşxistina projeyên nû. Lê belê, wekî ku komeleya Teknokparkan sal bi sal tesbît dike, rêjeya serketina şirketên destpêkê pir qels e (Ji sedî 27ê şirketan bi dawîbûna serdema kurkê re li ser lingan mane, ev rêje li Dewletên Yekbûyî ji sedî 87, li Ewropayê jî ji sedî 88 e). Dibe ku li vir divê tesîra efsaneya li Rû-syayê were dîtin, efsaneya carna îdealîzekirî ya şirketa pêşî zend û bendê xwe badaye li garajeke de-hayên piçûk ên nenas lê amade ji bo pêkanîna şoreşa cîhanê. Bêgu-man, Bill Gates, Steve Jobs û yên din ên wekî Mark Zuckerberg ku bi awayekî biriqîner pêşxistina têknolojîyê teşwîq kirin, ne wan teknolojî bi pê ve bir. Çunku tovê cewherî yê serketinê -çîroka baja-rên girtî vê yekê têra xwe tîne bîra me, herweha ya bajarên Gelîyê Silîkon an jî MIT- ne garaj, lê belê lêkolîneke bingehîn a demdirêj û bêhempa bû û ev xebat bi saya fonên gelemperî hat fînansekirin. Yanê tam berevajîyê van teşebusên bêserûber.

*Rojnamevan

___________

(1) Andrey Sakharov, Souvenirs, Alfa-Kni-ga, Moscou, 2019 (édition originale, 1978)

(2) V. I. Joutchkine, A. N. Tkaçenko, referansên ji alîyê Vladîmîr Matîyûşkîn ve, Jîyana Rojane li Arzamas-16 (bi rûsî), weşanên Molodaya gvardîya, Moskova, 2008.

(3) Îyûlî Xarîton û Îyûrî Smîrnov, Mît û rastiyên projeya atomî ya sovyetê, VNIIEF (Enstîtuya panrûs a lêkolîna zanistî di fîzîka ceribandinî de ), Arzamas-16, 1994

(4) Yûrî Fîodorov, «Gulaga atomîk», Kevneşopîya rûs (rojnameya li ser înter-netê), Prag, 30 îlon 2015.

(5) Vladîmîr Matîyûşkîn, Jîyana rojane li Arzamas-16, Molodaïa gvardia, Moskova, 2008.

(6) Çavkanî: Goskomstat.

(7) Çavkanî: Rosstat, Faïkov.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

12 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Nurettin Erkan, KATABASIS-18, Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 180 x 160 cm

Nurettin Erkan, Komedîya Xwedayî, Ophelia Sûr, (2017), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 196X168 cm

Page 13: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

13TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Kemal Soleîmanî li gundekî rojhilat yê nêzîkî sînorê başûr û

bakur ji dayik bûye. Di nava dengê guleyan de û di nava atmosfera kurdîtîya awarte de mezin bû. Dema di 1999an de koçî Amerîkayê kir, ne ziman dizanibû û ne jî argumanên wî yên xweparastinê hebûn. Bi ser de jî ji bo bikaribe debara malbata xwe bike divê bixebitîya jî. Soleîmanî li gel gelek dijwarîyan giringî da perwerdehîya xwe. Berê beşa felsefeyê xwend, dû re li ser mijara netewe-dewlet û têkilîya dînî û li ser pevçûnên dewlet û misilmanîyê xebitî. Me bi Kemal Soleîmanî re li ser çîroka wî ya şexsî dest bi rêwitîyê kir û me li ser mijarên misilmanî, dewlet û têkilîyên neteweyî, sîyaseta kurdî û misilmanîya kurdî sohbet kir.

We di 1999an de wekî penaber koçî Amerîkayê kir. Bi nasna-meya kurdekî îranî û misilman -ango du nasnameyên ku yek ji wan wekî tune tê hesabkirin û ya din jî li dij tê rawestan- û koçberî jî lê bê zêdekirin, gelo we xwe di nava têkoşîneke çawa de dît?

Salên ku ez nû hatibûm Amerî-kayê gelek dijwar bû. Min çand û ziman nizanibû. Wekî penaber hûn herin kuderê jîyan zehmet e. Di heman demê de wekî nasname-ya neteweyî ‘çewt’ hatin fehmkirin -bi taybetî wekî kurdekî- bêtir zeh-mettir dibe. Ger bûyera 11ê îlonê jî lê bê zêdekirin, divê meriv bibêje ku ev zehmetî hîn zêdetir dibe. Hûn herdem di nava mercên xwe-parastinê de dijîn. Lê ez dixwazim li vê derê bîhnokekê deynim. Ger bûyereke wekî 11ê îlonê li Rojhi-lata Navîn pêk bihata... Û cihûyek, ermenîyek an jî kurdek kiryarê vê bûyerê bûna; dê hemû civat bihata sucdarkirin û hemû endamên wê civatê bihatana lînçkirin. Divê em li her derê li dijî cudakarîyê bin. Hîn jî welatên misilman di vê ba-betê de gelek li paş mayîne, divê ez vê yekê jî bêjim.

Wekî kurdekî ku we jîyana xwe fedayî zanistên sosyalî kirîye. Di van xebatên we yên meslekî de motîvasyona we ya bingehîn çi bû û çavkanîyên ku li ser tercîhên we tesîr dikir û we jê feyz digirt çi bûn?

Di salên nêzî şoreşê de ez li gun-dekî Îranê yê nêzîkî sînorê Îrak û Tirkîyeyê ji dayik bûm. Di wan deman de li % 95ê gundên kurdan bi kurdî dihat axifîn. Du tiştên ku dewletê temsîl dikir hebûn; şidet û asîmîlasyon. Tenê li du cihan bi fa-risî dihate axaftin; yek dibistan ya din jî qereqol bû.. Mamoste dihat lê ew jî leşker bû. Wê demê wekî zarokekî min ev tişt fêm nedikirin. Lê dema ez mezin bûm, min fêm kir ku sedemên vê yekê sîyase-ta kolonyalîzmê ye. Ez têgihiştim ku gelê me hatîye kolonîkirin. Di pêvajoya şoreşê de hemû qerekol û leşker ji herêmê vekişîyan. Em nêzî du salan di bin serdestîya kurdan de jîyan. Êdî em jî leşkeran neditirsîyan.

“NETEWEPARÊZÎYA MISILMANAN, SÎYASE-TA WAN DÎYAR DIKE”

Bi awayekî têkilîya sebeb û enca-mê, di encama şahidîya xwe de, we li ser navê nasnameya ku hûn jî aîdê wê ne rêya têkoşînê hilbi-jart...

10 sal, di pêvajoya şerê Îran û Îraqê de me jîyana xwe di nav

mercên awarte de û domand. Bi şev û rojan di bin tehdîda bom-beyên Saddam de em li malên xwe girtî man. Carekî ez di nava şer de mam. Gule berdan ser me, gule li ber nigên me diketin. Ez 12 salî bûm. Van bûyeran li ser jîya-na me tesîr dikir û bi bîr dianî ku em civateke ji wan cuda ne. Helbet herkesê ku bawer dike misilman e, lê tiştê ku sîyaseta wan dîyar dike neteweparêzîya wan e..

We li Southernê perwerdeya fel-sefeyê qedand, di dû re li Unîver-sîteya Colombîyayê we doktoro-ya xwe li ser mijara ‘Li Rojhilata Navîn têkilîya di navbera fikra hevdem a misilmanîyê û netew-parêzîyê de’ temam kir. Hûn li Rojhilata navîn pêvajoya derke-tina holê ya têgeha hevdem a mi-silmanîyê çawa şirove dikin?

Ev pirseke gelek girîng e. Qesta min ji peyva hevdem di wateya erênî/neyênî de nîne, di wateya wê ya tarîxî de ye. Ez lêkolîna xwe li ser dînê misilmanîyê wêdetir li ser veguherîna wê ya nasna-meyê dikim. Dema Mahmudê duyem dibe desthilatdar cara ye-kem dewlet têgehên cuda yên di derheqê misilmanîye de sînordar dike. Ango misilmanîyê navendî (merkezî) dike. Şeyxul îslam dikin endamê rêveberîya hikûmetê û Şeyxul îslam li gorî biryarên Sul-tanî hareket dike. Ev sembolîk be jî cara yekem pêk tê û gelek girîng e. Wekî mînaka Şoreşa Fransî. Êdî dîn dikeve nava sînorên dewletê. Em li dewleta Osmanî di dema Mahmudê duyem de dibînin. Ev têgeh di misilmanîyê de şiroveyên cuda naxwaze û sînorê wê ew bi xwe tesbît dike. Sîstema merkezî-kirinê tê armanckirin, lê civata li derveyî merkezê vê yekê wekî tê-geheke kolonyal dijî. Veguherîna misilmanîyê a îdeolîjîya sîyasî jî li du vê pêngavê dest pê kirîye. Heta wê demê di derheqê misilmanîyê de wekî çavkanî bi tenê çend kitêb hebûn, misilmanî wekî dîn dihat

binavkirin. Lê li dû vê merkezîki-rinê misilmanîyê êdî hewl da ku xwe ji ‘yên din’ re şirove bike. Bi vê hewldanê xwe ji yên din cuda kir û binê navê misilmanîyê xêz kir. Pêvajoya postkolonyal jî bi vî awayî dest pê dike. Îslam bi vî navê xwe êdî berê xwe dide Rojava. Mî-naka herî baş a di derheqê vê yekê de fîlmên Kemal Sunal e. Di van filman de kesek bi şalwarê kurdî heye, xoceyek heye û axayek heye. Xoce her tiştî berbat dike, dewlet jî dibe yê xelasker. Misilmanîya dewletparêz li her derê meqbûl e, lê misilmanîya nedewletparêz li ku derê bê dîtin divê bê tunekirin. Misilmanîya bi dewletê ve endeks-kirî bi vî awayî hatîye afirandin.

“MISILMANÎYA KURDÎ HATÎYE TUNEKIRIN”

Li gorî vê konteksê hûn misil-manîya kurdî çawa dinirxînin?

Mixabin misilmanîya kurdî mi-silmanîyek e ku hatîye tunekirin. Saîd-î Nursî yek ji nûnerê herî girîng ê misilmanîya kurdî bû. Pesnê misilmanîya kurdî dida.. Şêx Saîd jî weha bû. Lê di pêvajoya dû re sîyasetvanên kurdî, hêza mi-silmanîya kurdîyê neditîn û paş-çav kirin. Helbet ez ne li dijî hebû-na çepgirên kurdî me, ev jî gelek girîng e. Lê hebûna misilmanîya kurdî jî bi qasî wê girîng e. Divê tevgereke neteweyî neteweya xwe nas bike û wê fêm bike.

Ev nirxandina we bi taybetî ji bo kurdên kijan herêmê ye?

Kirde û hişmendîya îslamê, feno-meneke neguherbar nîne. Heta salên 70yî di vê wateyê de ji bo kurdan têgehên dîn û netewe ji hevûdu bilindtir an jî kêmtir nebûn. Kurdbûn û dîndarbûnê hevûdu red nedikir. Kurdek hem dikaribû xwedî li mafên xwe yê neteweyî derkeve û hem jî dikari-bû di heman demê de jî neqşîben-

dî be, ev ne problem bû. Ev yeka ji bo Mela Mistefa Barzanî jî, ji bo Qazî Mihemed jî, ji bo Şêx Saîd jî wisa bû. Dînê wan ne li dijî mafên kurdan bû. Kurdbûn ne kêşeyeke misilmanîyê bû. Lê li Tirkîyeyê hem ji bo misilmanan hem jî ji bo çepgiran nasnameya kurdî hîn jî wekî kêşeyekê tê dîtin. Psîkolo-jîyek wisa pêk hatîye ku kurdek dema dibêje ez kurd im pewîst di-bînê ku bêje “lê ez ne neteweparêz im”. Lê tirkek her roj dikare bêje “ez tirk im jêhatî me û xwezî bi tirkbûna min”. Dikare bibe çepgir jî, bibe misilman jî. Ev nabe pirs-girêk. Ev kolonyalîzma çandî ye. Ji ber vê yekê li Tirkîyeyê misilmanî-ya kurdî nema. Çiqas misilman-parêz hene hemû neteweparêzên tirkî ne. Çunku vê yekê wekî mafê

xwezayî ya serdestîya dewleta tir-kî qebûl dikin. Ev yeka li seran-serî dinyayê bi gotina herî sivik wekî “banal nasîyonalîzm [nati-onalism]” tê qebûlkirin. Kurdekî misilman vê yekê normal dibîne. Dema daxwaza mafê neteweyî ya kurdan hebe xwe dike cihê şerîatê. Difikire ku dê biratîya mi-silmanîyê xerab bike. Misilmanîya kurdî raste rast ji ber van sedeman tune bû. Di têgeha hevbeş a umet-parêz û enternasyonalîstan de ev pirs heye: “Çima hûn kurdbûna xwe derdixin pêş?” Lê heman pir-sê ji xwe napirsin. Çunku netewe-yeke ku bi bûldozeran sînorên wan xera bike çênebû. Marksîst jî, neteweparêz jî vê yekê fêm nakin. Ger mijar kurd bin çepgir jî, misil-man jî bê deng dimînin. Çunku ev meseleyeke dijwar e.

“LI TIRKÎYEYÊ DÎNÊ DEWLETÊ SERDEST E”

-Misilmanîya hevdem û sekuler-bûn tiştên ji hev cuda ne. Hûn li gorî vê babetê civata kurdî çawa dinirxînin? Gelo nifşê nû her ku diçe dibe sekuler an têgeha misil-mamîyê ya hevdem bi tesîr dibe?

Kesên sekuler serdestîya dînî naxwazin, ev rast e. Lê ne pêwîst e ku ji ber vê sedemê dev ji mi-silmanîyê berdin. Helbet em baş dizanin ku hikûmêtên Tirkîyê û Îranê dîn û ayînê pir baş bi kar tî-nin, serdest in. Grûpên terorîst ên li dijî Esad şer dikin û nêzîkî Tir-kîyeyê ne hemû dîndar in. Tiştê ku ez dixwazim bibêjîm ev e; şêweya şirovekirina dîn û ayînan dikare bê guhertin. Wekî mînak, hinek “kemalîzmê wekî dijminê dîn” şi-rove dikin. Di eslê xwe de kemalîz-mê jî dîn û ayîn li gorî berjewendî-ya dewleta xwe derxist holê. Di vê şiroveya dînî de tirkbûn li pêş bû. Kemalîzm îdelojîyek e ku şiroveya dînî ya bi vî rengî jî dihewîne. Û em dikarin bibêjin ku beşek ji kur-dên Tirkîyeyê yên parêzvanên vê şiroveya dînî jî kemalîst in. Hikû-meta AKPê li gorî sîyaseta xwe ya dijî Rojava li mizgeftan fetwayan dide xwendin û misilmanan ve-dixwîne talankirinê. Dewlet wisa bûye dewlet. Xwedîyê dewletê kî be, dîn û ayinê jî li gora sîyaseta xwe bi kar tîne. Li Tirkîyeyê dînê dewletê serdest e. Ne tenê li miz-

“Neteweparêzîya Misilmanan sîyaseta wan dîyar dike”

Kemal Soleîmanî: “Misilmanîya Kurdî hatîye tunekirin”

Hevpeyivîn: Jînda Zekioğlu___________

Nur

etti

n Er

kan,

Kom

edîy

a X

wed

ayî,

Der

îyê

Çîy

ê, (

2016

), Li

ser

tûw

alê

boya

xa r

ûnî,

196X

168

cm

Nurettin Erkan, KATABASIS-13, (2013), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 200X150 cm

Page 14: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Hinardekarê (ixracatkar) neftê yê herî mezin ê cîhanê (10 milyon bermîl di

rojê de) keyantîya Erebîstana Siûdî dergûş û herweha navenda toreya îslamê ye. Tekane dewleta ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bi navê malbatekê ve tê naskirin, bi sembola nexşkirina Eşhedê -ku tê wateya îtîqada îslamî- ya li ser ala xwe, bi eşkere dide zanîn ku ew “xizmetkarên qadên pîroz” ên 1,8 milyar bawermendî ne. Cihê dayîkbûna Pêxember Mihemed Meke -heman demê de Qible ye ku ji bo nimêjê ku rojê pênc caran

berê xwe didinê- û rawestgeha wî Medîne di bin hikmê vê hikimranîyê de ne. Bi hatinî û amûrên petrolê yên gewre, serwerîya xwe ya li ser Ometê (girseya bawermendan) xurt dike. Lê Monarşî di ferqê de ne ku divê her dem, wekî parêzerê qadên pîroz, meşrûtîyeta xwe biparêze. Loma, ji bo ku di erdnîgarîya wê de serdanên hecê bi rêk û pêk bên pêkanîn, bi awayekî awarte tevdigere. Di 2019an de Rîyadê qet fikar nekir ku wezîfeya ewlehîya derdora Hecê bide sazîyeke şirîkê şirketeke îsraîlê ya bi navê G4S. Pirsgirêka lojîstîkê,

tendirustîyê û ewlehîyê herweha pir mezin e. Her sal di navbera du û sê milyon hecî tên Hecê û ev wezîfe pêncemîn şertê Îslamê ye. Di jîyanê de herî kêm carekê mecbûrîye ku her ferdekî misilman ê bijûndar û halxweş, di meha Zîlhîcceyê de -meha dawî ya teqwîma hicrî ye (heyvê)- wê wezîfeyê herî kêm di pênc rojan de pêk bîne. Ew cewhera jîyana bawermendan e û wan ji hemû gunehên wan dişo. Herweha ji bo hemî misilmanên li Cîhanê cihê hevdîtinê, dema yekbûnê û xwe guhertinê ye jî.

Hec di salê de kêmzêde di navbera 10 û 15 milyar dolar pere digîhîne keyatîyê.(1) Herweha divê em 4 an jî 5 milyar dolarên hecîyên ku di nav salê de ji bo Umreyê tên Mekeyê -(ku ev hec ne mecburî ye) û di meha Remezanê de dibe- jî li vê hatinîyê zêde bikin. Li gor Odeya Bazirganî û Pişesazî ya Mekeyê, di her du bajarên pîroz de hatinîyên sektora taybet bi nîsbeta % 25 - % 30 girêdayî Hecê ne. Di yekûnê de piştî firotina neftê, Hec û Umre di hatinîya dewleta Siûdî de sektora duyemîn e. Di sala 2018an de Rîyadê texmîn dikir ku ev her du hec dê di nav pênc salên paşerojê de 150 milyar dolar hatiniyê bîne. Û herweha keyantî bêhtir hatinîyê dixwaze. Li gor pisporên ku rapora “vizyon 2030” amade kirine, plana curbicurkirina aborîyê di bin serwerîya mîrzayê welîehd Muhemed Bîn Selman de hatîye çêkirin, tê texmînkirin ku di nav deh salan de her sal sîh milyon mirov bên Umreyê. Li gor vê raporê, di vê serdemê de -a ku dida xuyan ku bihayê nefta xam a welêt amûrên îstîqrara xwe wenda kirîye- “tûrîzma olî ji bo Erebistana Siûdî alternatîfeke domdar e” (2)

14 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

geftan, li ser hemû mêjîyan jî ser-dest e. Ka bifikirin wekî mînak di nava Artêşa Tirkîyeyê de hevwe-latîyek ermenî dikare cih bigire? Nikare, çunku bawerî bi hemwe-latîyê nemisilman nayê. Em vê yekê di dema Atatürk de jî dibînin, di dema Kenan Evren de jî dibînin û niha jî ev têgeh serdest e. Bi kesê ku ne misilman be nayê bawerkirin! Ji ber vê sedemê, dema ku li Sûrê [Amed], li Cizîrê kurd dikuştin di-gotin; jixwe “ev ermenî ne”.

Hûn helwesta rastîn çawa terîf di-kin?

Kurdan di sîyaseta dinyayê de bi vê wateyê jixwe misilman kirine du beş. Dewletê kurdên dîndar û mi-hefezekar girtîye nav xwe. Dewlet vê hêzê li gorî daxwaza xwe bi kar tîne. Li gorî min, li vê derê xeletîyên tevgera sîyasî ya kurdî jî hene. Hin pêkanînên HDPê jî di vê sîyasetê de wekî xeletî bi kar tên. HDP û PKK di demên dawîyê de hêza kurdî baş nanirxînin.

“DIVÊ HER TIŞT JI GIRSEYA KURDÎ NEYÊ

HÊVÎKIRIN”HDP dibêje em tenê ne partîye-ke kurdî ne, partîyeke hevbeş in. Gelo li gorî we tesîrên negatîf yên vê tesbîtê hene?

Belê ez wisa difikirim û dibînim ku HDP ber bi rêyeke xelet ve diçe. Hemû rengên civatê û sîyasetê anîn cem hev, lê bi vî awayî hem ji kur-dan û tirkan û hem jî ji beşdarên din bêpar man, dê bêpar bimî-nin. HDP divê kurdan temsîl bike, lewra ji wan dengên mezin digire. Helbet divê tu mafê homoseksue-lekî biparêzî, ev helwesteke mîrovî ye. HDP ji destpêkê ve wekî profîla projeyeke kolonîkirî dixwaze ji der-dê herkesî re bibe derman. Girseya kurdî nikare her tiştî pêk bîne, gir-seya kurdî nikare her tiştî çareser bike. Hûn nikarin her tiştî ji girseya kurdî hêvî bikin. Ev 90 sal in kesî bi kurdan neda gotin, lê HDP hat têgeha tirkîyeyîbûnê xist rojevê. Birayê min çima tu diçî ser zemîna şemitok ya dijminê xwe? “Tu dikarî bêjî em li Tirkîyeyê serdestîyê bi tir-kan re parve bikin”. Em li formulên cuda bigerin. Lê di mercên ku jixwe tirk hebûna te qebûl nakin tu çima forma tirkîyeyîbûnê îcad dikî?

Tirk jixwe te wekî netewe qebûl na-kin, tu çima bi gotina zaza, alewî û êzîdî neteweyekê parçe dikî? Mixa-bin PKK di demên dawîyê de vê sî-yaseta xwe li Rojhilatê jî bi kar tîne.

Ango li gorî we li Rojhilata Navîn ku têgehên dîn û netewe sîyase-ta reel bi rê ve dibe gelo dê şer û gengeşî bi dawî bibin? An jî li gorî we hêzên ku pêla şerê zêde dikin li derveyî van hêzên herêmî ne?

Îro li Rojhilata Navîn hemû şiro-veyên misilmanîyê bi desthilat-darîyê ve girêdayî ne. Herkes misil-manîyê şirove dike. Misilmanî wekî ku kesek be, wekî ku karekterek be tê badan. Xetereya veguherîna wê ya sîyasetê jî li vê derê ye. Misil-manîya ku divê her misilman fehm bike divê misilmanîya Xwedê be, ne yê desthilatdaran. Ji ber vê yekê îro li Rojhilata Navîn dewletên ku misilmanîya xwe afirandine dema çek digrin destê xwe, hewl didin ku misilmanîya yê din ji holê rakin. Ji holê radikin jî. Tênê tu dikarî yê baştirîn hêvî bikî. Mirov dê heta kengî hevûdu bikujin?

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran

Heca li Mekeyê, yek ji pênc stûnên îslamê, ji bo rayedarên suûdiyê avantajeke berdewam garantî dike. Ji bo pêşwazîkirina hejmareke hê zêdetir a seredanan, rêveberên wahabî texsîr nakin bajarê pîroz veguherînin

şantîyeyeke herdemî, bi berdêla nexweşikkirinê be jî. Daxwaza anîna hertim zêdetir hacîyan pirsgirêkên cidî yên ewlekarî û tendirustîyê jî giran û dijwar dikin.

MEKEYA BI GERÛGEŞTA OLÎ YA GIRSEYÎ DOPÎNGKIRÎ

“Hec” Nefta Siûdî ya dinMohamed Larbi Bouguerra *_______________________

LUCA LOCATELLI. – Studyoyên Suûdî Broadcasting Corporation li Mekeyê, sibat 2016

Page 15: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Dorpêçkirina Mekeyê Girtina miweqet

Ji sala 631ê pê ve kêmzêde Hec çil caran hat qedexekirin (ji ber şer, şewat û nexweşîya kolera û hwd) di 2020î de pandemîya Kovîd-19 bi giştî hat

berlêgirtin. Hec dê ji 28ê tîrmehê heya 2yê tebaxê were pêkanîn û ev destûr 4.3 milyon mirovên 180 welatî û 1,7 milyon hemwelatiyê Siûdî werdigre. Di sibata 2020î de, Wezareta Karên Derve ya Siûdîyê, serlêdanên ji bo Umreyê hîşt bo demeke din, di 21ê hezîranê de, Rîyadê tenê destûr da girseyeke piçûk a ji hezar kesî pêk hatîye, yên li Keyatîyê (Siûdî) dijîn û emrê wan di bin 65î de ne, da ku wezîfeya hecê bi cih bînin. Herweha hin dewletên misilman zaten qedexeya hec a ji bo welatîyên xwe pêşengtî kirin. Piştî îlankirina qedexeyê ya ku bawermend kirin nava behreke xemgînîyê, -keştîya sereke a Sunîtîyê ku herweha ji alîyê Keyatîyê ve tê destekkirin- Zankoya El Ezherê , ya ku li hemberî vê biryarê bêhest mabû, her çiqas di Quranê de li ser giringîya Hecê sûreyeke bi rêk û pêk heye jî, ji bo pejirandina biryara Rîyadê pir lez kir.

M. L. B

15TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Markayên luksê û fast-restorantên xwarinên bi lez çêkirî

Ji bo zêdekirina hatinîya Hecê, ji sala 1988an pê ve sektora kar a Siûdî

dixwaze ku kotaya Hec a li hemberî her dewletê pêk hatîye ji holê rabe. Her çiqas guhê xwe nedin vê îtirazê jî, rayedar her dem hewl didin ku hejmara hecîyan zêde bikin û ji bo wê cih û warên nû rêk û pêk bikin. Fona Sermayedanîn a Raya giştî a Siûdî ya ku xwedîyê 230 milyar dolarî ye, ji bo ku bi lehîya girseyî ya mirovan a ku serdanîya bajarê pîroz Mekeyê dike re serî derê, binesazîyeke dêwasa saz kir. Di navbera salên 1950-2017an de hejmara hecîyan (ji bo Hec û Umreyê), bi saya balafiran -bê mirina bi hezaran û dilşewatîyên trajîk- ji 50.000î derkete 10 milyonan (hûn dikarin kronolojîyê mêze bikin).

Meke bixwe guherî, ew bi hejmara 100.000 odeyên otelan, heftê xwaringehên luks, pênc pîstên helîkopteran û çendan qadên ji bo çadirên hecîyan ên kêmtirîn xwedî şans hatine damezirandin, bûye wekî daristaneke bê dar a betonê; bi erdê xwe yê mermerkirî “Birca Beyta (Mala Xwedê)” (Ebrac el Beyt), vînc û balaxaneyan -dilê pîrozîyê- Ka’be dorpêç kirine. Ji bo çûnûhatina her sê qadên Hec ên din, bi çêkirina nêzî şêst serdabên gehîneyê, ev bajarê pîroz ji bajarekî Rojhilata Navîn zêdetir êdî dişibe “têkilhevî û tevlîhevîyeke Disneylan û Las Vegasê”. (3) Li gor antropologê Marokî Abdellah Hammoudî, “avahîyên sosret ên ku çermê wan ji cam û polayê ne” ku bi metamorfoza xwe nemaze kirêt e, “di navbera esalet û sînemayê de tewş bûye.” Li hawirdora Ka’be û Herema Şerîf de

-mizgefta mezin a ku dikare di xwe de du milyon perestişkaran bi cih bike- û tenê otelên luks ên çil qatî, maxazeyên markayên luks û xwaringehên fastfoodî hene. Tu cihên çandî tune ne, tu cih û berhemên ku dîroka bajêr dîyar dikin nikaribû li hemberî hêrsa wehabî ya îkonoklastîk a li dijî pûtparêzîyê bisekine, herweha destpêkerê rûxandina wan cih û waran, di serdema fetihkirina bajêr a di sala 1924an de melîk Ebdulezîz îbnî Siûd bû. Herweha îro cihê xanîyê ku Pêxember tê de ji dayîk bûye, bûye otopark û xanîyê hevjîna wî ya yekem Xatîceyê jî bûye destavxane! Berhema kevneşop a bi navê “muşrefîye” ya ku xwedî amûrên xwezayî ye ku herweha xwe adapteyî mercên tundî yên siriştê kirîye, ji bo qirêta betonê û gurînîya klîmayan hatîye xerabkirin; ji ber ku divê tu sembol an jî tişt, paşeroja bajêrê pîroz a serdema Osmanîyan a dirêj neyne bîra mirov. Belê di vê hawirê de hec -a ku tê meneya hewldanê- ji wateya xwe ya olî, dîrokî û manewî hatîye valakirin û êdî bûye raçavkirineke mekanik a rîtûelan û teşwîqa danûstandinê.

Ev guherîn û geşbûna timîdom bajêr bi lehî, genîbûna avê û xerabûna dorhêlî rû bi rû dihêle. Li gor lêkolîneke di derbarê heca 2012an de pêk hatîye, di rê, serdab û xaçerêyên di bajêr de bi nîsbeteke bilind madeyên wekî ozon, karbonmonoksît, benzîn û toksîkên wekî gazên organîk (VOC) yên ku xwe dispêrin gazên egzozên tirmpêlan û yên klîmayan ên ku tura wan florên CF 12 ne hene. (4) Herweha dema ku hecî ji mizgefta mezin diçin Çîyayê Erefatê -ku ev qad di nav her

sê qadên mecbûrî de cih digre- mecbur in 20 km di van rîyên xitimî de, di nav wê mija fotoklîmatîk de rêwîtîyê bikin.

Nivîskar û akademîsyenê Anglo-pakîstanî Ziauddin Sardar ku bi Navenda Lêkolînê ya Hec a Mekeyê (Navenda Lêkolînê ya Hecê) ya Cîddeyê re pênc salan xebitîye weha dinivîse: “Otobus û otomobîlên li Mînayê (ku 5 km dûrê Mekeyê ye û ji bo karê hecê serlêdana vî cihî jî mecbûrî ye) di serdemên mijûl de her roj 80 ton gaza egzozê berdidin. Piranîya hecîyan ji îbadetkirinê zêdetir demê ji bo kuxikê xerc dikin. Zirara gazên egzozê, heraret û bêhalîyê pir eşkere ne: min dît ku mirov ji xwe diçûn û dimirîn”. (5) Sardar, ji bo çareserkirinê, li ser pirsgirêkên lojîstîk ên “apokalîptîk (nefehmbar)” xebitî, Her çend wî dida hişyarkirin ku “bedewî” û “bêdawîtî”-ku du taybetmendîyên bajarê pîroz in- dê wekî encameke plansazîya nûjen ji holê rabin”, lê dîyar dibe ku navendê qet guh nedaye pêşnîyarên wî.

Hec ji bo yên ku Siûdî nînin, kulfeteke mezin a aborîyê û lojîstîkê ye. Her hecî divê kêmzêde di navbera 5.000 - 8.000 euroyan de (ji bo ragihiştin, hêwirîna herêmî û xwarin-vexwarinê) fedakarîyeke giran a fînansî pêk bîne (herweha ku Îslam, ji bo temamkirina Hecê deyn qedexe kirîye). Hin caran dewlet qismekî vê meblaxê peyda dike lê yê mayî aydê hecîyê siberojê ye (yê ku wezîfeya hecê bi cih tîne). Li Nîjeryayê, wekî piranîya welatên misilman, kêmbûna mûçeya kêmtirîn (30 $) rê nade ku piranîya şênîyên welêt seyahat bike û ev yek jî dibe sedem ku li hemberî rayedaran hêvîyên wan pûç bibin û li wan hêrs dibin.

Li Tûnisê, îslamolog Badri Madani yê ku mesrefên Hecê yên ji hedê xwe zêde rexne kir û di nîsana 2020î de biryar da ku lênêrîna dibistan û nexweşxaneyan ji Hec û Umreyê çêtirtir e.(6) li Fransayê, ku her sal kêmzêde 25.000 mirov ji bo Mekeyê vîzeyê werdigrin, tenê nêzî 60 şirket ji hêla Wezereta Siûdî ya Hec û Umreyê ve tên pejirandin. Ew ji van nîv-yekdestîyan bi temamî sûd werdigrin lê mirovên ne çak, serlêdanerên ku vîzeya xwe nikarin bi rêyên legal werbigrin dişêlînin û ji ber vê yekê jî qet fedî nakin. (7)

Hec di heman demê de mijara rageşîyên dîplomatîk e. Ji ber ku têbinîyê xwe negotîye, Rîyad dikare ku ji bo “darizandinê”, li hemberî wî welatî kotaya hecîyan bi yekalî kêm bike. Ew mijar ji alîyê Tirkîye, Îran û heya Endonezya û Malezyayê ve bi tundî tê rexnekirin, ku herweha ev dewlet duçarê bergîdaneke vî şiklî -a ku bi rêkûpêk her dem vatîkaneke misilman a di bin diktaya Siûdî de ne tîne bîra mirovan- jî mane.

* Akademîsyen, Endamê Akademîya Tûnisî ya Zanist, Edebîyat û Şêwekarîyê Beït El Hikma (Qartaca).

_________1) Paul Cochrane, «The economics of the hajj», Accounting and Business Magazine, Glasgow, tîrmeh 2018.2) Lire Sadek Boussena, «Pétrole, accord et désaccords», Le Monde diplomatique, hezîran 2020.3) Ziaudddin Sardar, «The destruction of Mecca», The New York Times, 30 îlon 2015.4) «Air quality in Mecca and surrounding holy places in Saudi Arabia during hajj: Initial survey», Environmental Science & Technology, n° 48, Waşîngton, 2014.5) Ziauddin Sardar, «Histoire de la Mecque. De la naissance d’Abraham au XXI

e siècle», Payot, Paris,

2015.6) Siyassi.tn (bi erebî), 22 nîsan 2020.7) «Le grand laisser-faire du marché du hajj en France», Orient XXI, 13 tebax 2019.

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

Kronolojîya Mekeyê Çend trajedî

Bajarê pîroz a îslamê ji 1975an pê ve bûye qada rêzebûyerên mirinê.

14.12.1975. Li nêzîkî kampeke hecîyan ji ber teqîna tupa gazê, şewateke mezin derket holê û di vê şewatê de 200 kes mirin.

20.11.1979. Bi sedan radîkalên Siûdî û Misrî yên ku xwe bi çekên giran xemilandibûn, bi dehan hecî di mizgefta mezin de heya du hefteyan rehîn girtin. Hikûmeta Siûdî ji bo ku bikaribe di qadên pîroz de zextê bi kar bîne, ji ulemeyan fetwa wergirtin û paşê jî ji bo alikarîyê bang li hêzên amerîkî û fransî kirin. Li gor rapora fermî di pevçûnan de 244 kes mirin (117 êrişkar û 127 hêzên ewlekarîyê) û 600 kes jî birîndar bûn û herweha êrişkarên ku hatin desteserkirin jî dê paşê bihatana îdamkirin.

31.07.1987. Hêzên ewlekarîyê yên Siûdî li hemberî xwepêşandana Hecîyên îranî yên ku ji ber nêzîkbûna li bal “Şeytanê gewre” Amerîkayê ya keyayê Siûdî şermezar kirin û bi vî avayî heca xwe polîtîze kirin, hêz bi kar anîn û li gor daxûyanîya fermî jê 275 îranî yekûn 402 kes hatin kuştin.

10.07.1989. Li derveyî Mizgefta Mezin du êriş pêk hatin û di encamê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn. Ji ber van êrişan şanzdeh Şiîyên kuweytî hatin tawanbarkirin û hefteyek şûn de jî serên wan hatin jêkirin.

02.07.1990. Pergala vantîlator û perwaneyê xerab bû ji ber germahîya tundî di serdabeke Mînayê de -ku rawestgeheke mecbûrî ye û pênc kilometre dûrî Mekeyê ye- îzdiham derkete holê û di encamê de 1.426 kes -piranîya wan asyayî bûn- mirin. Ev bûyer qezaya herî mezin a serdema modern a Mekeyê bû.

24.05.1994. Di îzdihameke Mînayê de 270 hecî mirin. Rayederan ev trajedî spartin hejmara rekorî ya bawermendan. Ev karesat bû sedem ku desthilatên Siûdîyê ji bo geşkirina qadên pîroz bikevin nav tevgerekê.

15.04.1997. Di konekî hecîyan de -her çiqas kon neşewitî bin jî- şewate derket, bayê bi hêz rewş xerabtir kir û di encamê de 343 hecî mirin û 1500 kes jî birîndar bûn.

05.03.2001. Di roja dawî ya Hecê de îzdiham çêbû. 35 hecîyî jîyana xwe ji dest dan.

11.02.2003. Di yekem roja recimkirina Şeytên de li Mînayê 14 hecî mirin.

01.02.2004. Di roja dawî ya Hecê de, li Mînayê, di nav girseyê de îzdiham qewimî û di encamê de 250 hecî mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

06.01.2006. Di destpêka Hecê de li nêzî Mizgefta Mezin avahîyeke heşt qat hilweşîya û di encamê de 73 kes mirin.

12.01. 2006. Li Mînayê di îzdihamekê de, dema ku hecîyan şeytan recim dikirin, ji 360î zêdetir hecî mirin

11.09.2015. Ji ber rewşa hewayê ya awarte, vînceke avahîsazîyê hilweşîya ser hecîyên di hundirê Mizgefta Mezin de. Li gor daxûyanîya fermî 107 kes mirin û 400 kes jî birîndar bûn.

24.09.2015. Li Mînayê îzdîham qewimî û di encamê de bi sedan kes mirin (li gor daxûyanîya fermî 700 kes) û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Nurettin Erkan, Kevir, Jin, Xwelî-3, (2008), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 146X114 cm

Page 16: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

16 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Bi stranên klasîk bi rîtma dengbêjî û bi strana Michael

Jackson ya bi navê “They Don’t Care About Us” tevlî jîyana me û muzîka Kurdî bû. Niha jî bi albuma xwe ya yekê li pêşberî me guhdarvanê xwe ye. Dengê wê wisa nerm û xweş diherike wekî seanseke terapîyî dil û hişê merivan rehet dike. Ji ciwana bigre heta extîyarên me di dilê gelek kesan cihekî qewîn ji xwe re çê kirîye.

Me xwest em wê û xebatên wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikare hebekî qala jî-yana xwe bikî? Hêja kî ye?

Ez niha wek pênaberekê li Alman-ya dijîm. Ev bûye 2 salê min ez ha-time vir.

Min li Zanîngeha Bogazîçîyê beşa Edebîyata Ingilîzî xwend. Ew 5 salên min ên li Zanîngehê biha-ra emrê min bû. Min li wir xwe nas kir û di gelek waran de xwe pêşxist. Min li Zanîngehê xwe fêrî muzîk û stranbêjîyê kir. Min xwe fêrî zimanasî û edebîyata Kurdî û rexneya edebiyatê kir. Ez hînî zi-manên Înglîzî û Îspanyolî bûm. Ez wê deme fêrî biçekî Farisî jî bûm. Lê niha min Farisî ji bîr kirîye. Ji bo pirsa Hêja kî ye ez dikarim be-jim ez jî yek ji zarokên miletê xwe me.

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Ji zaroktî ve min kengî derfet bi-dîta min stran digotin. Lê cara ye-kem min li zaningehê bi awayekî profesyonel têkilî li gel muzîkê danî. Li Kluba Folklorê ya Bo-gazîçîyê ez tevlî gruba muzîkê bûm û endamên "Kardeş Türkü-ler" dersên muzîkê didan me. Lê ji ber ku min bawer dikir wê mal-bata min nexwaze ez stranbêjîyê bikim, dema zanîngeh qedîya min dev ji muzîkê berda û ez ketim nav edebîyat û akademîye. Min dixwest ez herim Amerîkayê û li wir Edebîyata berawirdî bixwî-nim. Minê edebîyata Kurdî û Ede-bîyata Reşikên Amerîkî, Edebîyata Amerîkaya Latînî an jî Edebîyata Îrlandî bi Edebîyata Kurdî muqa-yese bikira. Piştî kedeke giran min bursa Fullbrightê stend û ez ketim Zaningeha Columbiayê. Ew ê salê 90 hezar dolar bursa Masterê bida-na min. Dema min xwe ji bo çûna Amerîkayê amade dikir, ez ji ber sedemên sîyasî hatim girtin.

Sedema girtina min jî ew bû, keçe-ke kurd li mala min ma. Polîs îd-dîa kir ku ew keç endamê PKK ye û ez alîkarîya wê dikim da ku ew li Stenbolê teqînekê pêk bîne. Lê ev hemî derew bûn. Ji ber ku ez nevî-ya Ahmet Türk im, dewletê xwest bi senaryoyeke wisa sîyaseta legal ya Kurdan ya li bakûrê Kurdistanê reş bike. Wê deme ez li ser hemû rojnameyên tirkan wek bombekar hatim afîşe kirin. Ji min re bi te-vahî ji sûcên cûda 19 sal ceza di-hat xwestin. Lê ji ber ku di deste dewletê de delîlên ku tewanên li ser min pişrast bikin tunebû, piştî 9 mehan ez ji hepse derketim.

Min di hepsê de xwe fêrî gîtarê kir. Ez baş li gîtarê naxim lê ez dikarim bi saya wê strana çekim. Min di hepsê de stranên xwe yên neşûştî çêkirin. Piştî ez derketim jî min biryar da stranên xwe bi albumekê bigihînim guhdarvanan.

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk cihek e ji bo min. Cihek meriv dikare xwe tê de veşêre… Cihekî meriv dikare lê mêvanan rake û deyne…

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Ya rast haya malbata min jê tune-bû ku ez dikim albumekê derxim. Piştî album derket ez bi malbatê re li ser albumê neaxivîme. Çend jinên ji malbatê serxêrî li min ki-rin. Bav û ap û pismamên min bêdeng man. Ew jî baş e. Lê ez în-saneke sosyal im û heval û hogirê min pir in. Wan alîkarî da min. Piştî ez ji hepsê derketim kurmê derxistina albumekê avêt dilê min. Min xwe gihand Cansun Küçük-türk, ew aranjor û gîtarîstê koma Bajar e. . Wî stranên min eciban-din. Û me dest bi xebatê kir. Ji bo qeydê du hunermedên Hunera Aktuel Savaş Boyraz û Hito Steyrel alîkarîya aborî dan min. Lê ji ber ku ceza ji min re derket û divîyabû min pere bida qaçaxçî, nîvîyê pe-reyê albumê çû ji qaçaxçî re.

Niha jî ez gelek bertekên xweş ji guhdarvanan distînim. Zarok stranên min ji ber dikin, pir kêfa min tê. Strana NeNe pir dikeve sere jinan ev jî kêfa min tîne.

Li ser Twitterê hinek cahil ma-hilên êrişî min dikin hene, lê te-vahîya wan ji nezanî wisa dikin. Hemû jî bi pêş hukim tevdigerin. Hinek ji wan bawer dikin ez bi xêra malbata xwe serkeftî dibim. Lê min hê îro bi birê xwe re şer kir, ji bo min dest bi karê muzîkê kirî-ye. Tiştekî wisa tune ye. Heke ne ji malbatê ba min ê heta niha gelek tiştên din kiriba. Min dereng dest bi hertiştî kir.

Tiştê bala mirovan dikşîne afirî-

nerî ye. Ez şanogerî û muzîkê bi hev girêdidim. Hinek dibêjin tu çima derketîye ser Stêrk TV. Çima ez dernekevim ser Stêrk TV. Ka-naleke Kurda ye. Hê dema tu we-şanên Kurdî tunebû ev kanal hebû. Programa me jî gelekî xweş derbas bû. Herwiha, derîyê Stêrk TV ji herkesî re vekirîye. Bes divê ew kes dijminatîya gelê kurd û nirxên tevgera kurd nekiribin.

Sekneke min a femînîst heye ev jî hin kesan aciz dike. Hinek kes jî pê serbilind dibin, tiştê ez dibînim yên ku bi sekna min serbilind in ji yên ku ji sekna min acizin gelekî zêdetir in.

Ji alîyê muzîkê jî, şêweyeke nûjen bikartînim, normal e ku gelek kes vî tiştî nêzî xwe nebînin. Lê peya-mên gelek şêrîn ji min re tên, wek mînak jinekê gotibû “bi xêra stra-na te ya NeNe êdî zilamê min û zarokê min newêrin tiştekî ji min bixwazin.”

Albuma te ya pêşîn “Stranên Neşûştî” ye. Di vê albumê de bêhn feminîzma Kurdî difûre. Ev terza femînîst cara pêşîyê tê ce-ribandin di muzîka Kurdî de. Bi awayekî serkeftî û bê tirs te muzî-ka xwe anî meydanê. Gelo dema te ev album derxist ji derdorê çi rexne ji te re hatin? Leqayî çi zeh-metîyan hatî?

Belê ez jineke femînîstim. Ka ez dîsa bînim bîra xwendekaran, fe-mînîstî îdeolojîyeke ku wekhevîya cinsan diparêze, ne ku dibêje jin bi ser mêran re ye. Yanî em nefretê ji mêran nakin. Ev yek. Ya duda, min bi qestî navê albumê “Stranên Neşûştî” danî. Ji ber ku min zanîbû tiştê ku ez dikim wê bi xweşa hine-kan neçe. Neşûştîbûna me ji vir tê. Peyva neşûştî, wateyek wê ya cinû-betîyê heye, lê tiştekî jê firehtir e. Henekeke sempatîk e. Herwiha, cinûbetî peyveke pir nêrane ye. Lê neşûştî ne wisa ye. Mesela tiştekî bala min kişand, dema xelk behsa

albuma min dikin, ne bi navê al-bumê, bi tercumeya navê albumê referansê didin albumê. Min dît ku hin kesan hêvîya erotîzmê kirî-ye, dema ev nav bihîstine. Kenê min bi wan tê. Sadebûna peyvên stranên min bû meseleya niqaşê. Rebena fêm nekirine ev tercîheke.

Em dizanin her stran xwedî çîro-kek e. Gelo çîroka strana “Ne Ne” çi ye?

Çîroka NeNe gelekî vekirîye. Hewce nake em ekstra şîrove bi-kin. Lê bingeha vê klamê bi saya pirtûka nivîskara femînîst Selma James ya bi navê (Netew, Çîn, Zayandîtî) hatîye danîn. Di vê pirtûkê de James behsa keda bê berdêl ya jinan dike. Dibêje ji bo mêrek tevlî kar bibe, li malê jinek karê malê dike, li zarokan dinêre, şîvê çêdike, sal 12 meh, 24 seatan dixebite û ji alîyê aborî heqê wê nayê dayîn. Ew li mala mêrê xwe ye, û mêrê wê li wê dinêre. (Ne mala wê ye)

Hê dema ez zarok bûm, rojekê

min û pîrka min me li strana Eyşe Şan ya bi navê “Lê lê Bêmal” guh-dar dikir. Min got: “Yadê, ji bo çi dibêje bêmal? Pîrka min aciz bû ji nezanîya min. Got: Ma keça min mala me heye? Min wê demê fêm nekir pîrka min behsa çi dike. Lê piştî ez mezin bûm û min baştir têkilîyên malbatî fêm kir, min dît: dema yek bi mêrê xwe re şer dike, mêrê wê jê te re dibêje: “Heke nayê hesabê te, bicehime here mala bavê xwe.” Ew birînên xwe û zarokê xwe li pişta xwe dike û tê malê, bavê xwe. Bavê wê jê re di-bêje: “Keçika min here mala xwe, cem mêrê xwe.” Yanî em bêmal in. Madem em bêmal in, em ê terka malan bikin, bila kesek li qisûrê nenêre.

Li ser twîtterê strananên klasîk yên kurdî bê muzîk, carna jî bi defê û timî bi dengekî xweş dighîne guhdarvanên xwe. Guh-darvanên te ji vê yekê pir hez di-kin. Ez bawerim ya Hêja Netirk dike Hêja Netirk ev yek e. Gelo ji bo pêşerojê îhtîmal heye tenê li ser klasîkên Kurdî albumekê derxînî?

Ez bawer nakim ez li ser klasîkên Kurdî albumekê derxînim. Ji ber ku halê wan ê orjînal ji xwe pir xweş in. Û stranbêjên nû yê ku wan bi awayekî gelekî serkeftî îcra dikin jî hene. Helbet di pêşero-jê de konserê min çêbibin, ez ê li wan konseran stranên klasîk bibê-jim. An dibe ku em bi hevalan re li muzîkê xin û xwe bikşînin vîdeoyê û wan vîdeoyan bavêjin ser youtu-bê. Lê ez bawer nakim ez ê bi awa-yekî profesyonel stranên klasîk qeyd bikim. Ez dixwazim tiştên nû biafirînim. Ji bo nifşê nû ji kurdî û kurdayetîyê dûr nekevin, divê em bi rê û rêbazên serdema nû tiştan biafirînin.

Cara Pêşî bi wergera strana Mi-chael Jackson ya bi navê “They Don’t Care About Us” te deng veda. Gel ji vê stranê pir hez kir. Gelo tu dikarî çîroka vê xebatê ji me re bêjî?

Ev fikra Wedat Yildirim bû ya rast, wî ji min rica kir got rîtma vê stranê pir li rîtma sitranên Kurdî tê. Karê min ê sereke tercumanî ye nexwe. Werhasil, min dest pê kir, hê 4 sal berê bû. Min naqarat wergerand û wisa ma. Yanî ni-zam çima wê demê min guh ne-dayê. Werhasil, di vê navberê de ez ketim hepsê û derketim. Min û Wedat me dîsa hevdu dît, go ka te çawa kir. Min got ka hefte-yekê bide min. Û ew werger der-ket. Berîya wê jî min ji bo wergerê

Hêja: "Xwe nîşandan tiştekî dijwar e, wêrekîyê dixwaze"

Hevpeyıvîn: Mela Mihyedîn____________________

ÇAND Û HUNER

Page 17: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

alîkarî daye çend albumên Bajar. Min di albuma Reşwan Çelîker ya yekemîn de û albuma di Rûşen Al-kar ya duyemîn de peyvên stranan ji Kurdî wergerandine Îngılîzî.

Em dizanin her album xwedî çîrokek e. Gelo çîroka albuma “Stranên Neşûştî” çi ye û çawa derket meydanê?

Çîrok wisa ye: Hêja ket hepsê. Di wir de li ser jîyana xwe fikirî û Stranên Neşûştî lêkir. Dûre ji hepsê derket, dest bi qeydê kir. Di vê navberê de ceza jê re derket, ew jî revîya çû surgunîyê. album li wir derket. (Çîrok qedîya.)

Gelek caran hunermend hêza xwe ji helbestê digrin û ji hel-bestan stranên nemir derdixînin meydanê. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî?

Belê stranbêjên ku ji helbestan sûdê werdigrin serkeftî dibin. Wek mînak, Şivan Perwer gelek helbes-tên Cegerxwîn kirine stran. Ciwan Haco jî helbestên Rojen Barnas… Van Demên dawî, Yunus Dişkaya yek ji navên herî serkeftî ye di vî warî de. Herwiha Rewşan Çelîker jî di albuma xwe ya dawî de gelek sûd ji helbestan wergirtîye.

Li gor min, helbest muzîkê di nava xwe de dihewîne, lê her muzîk hel-bestekê nikare bihewîne.

Ji xwe min edebîyata Îngilîzî xwendîye û ez ne dûrî Edebîyata Kurdî me. Di Stranên Neşuştî de Strana Belkî helbesta Roşeng Rojbîr e. Navê Helbestê 17e. Helbesteke dirêj e. Min beşek jê kir beste. Ez dixwazim gelek stranan çekim ji helbestan. Min heta niha 4 stranên din çêkirine “Pistepistek” a Şêrko Bêkes, “En El-Welat” a Roşeng Rojbîr du heb ji wan in. Ez ê di pêşerojê de wan jî bi guhdarvanan xwe re parve bikim.

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kî-jan muzîkjenan hez dikî?

Ez terzên gelek cûda guhdar dikim, ji dengbêjan bigre heta Reggieyê. Rock, Pop, Etnîk, Blues Elektro-muzîk… Ya rast ez ne li terzan, lê li stranan guhdarî dikim. Ez nikarim bêjim ez heyranê bluesê me, lê stranên bluesê hene ku ez pir ji wan hez dikim. Leonard Cohen, Ciwan Haco, Aram Tigran, Saîd Yûsiv Mehmed Atli, Ahmet Aslan, Bob Marley, Beyonce, Goran Bregovic, Eleni Karaindrou, Esma Redjepova, Fairouz lîste dirêj e.

Tu gelek caran ji starnên Aram Tîgran dibêjî. Meriv fam dike ku Aram Dîkran têsîrek mezin li ser te çê kirîye. Lê belê dîsa jî dixwa-zim pirs bikim: Tu kîjan muzîs-yenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Ayşe Şan, Aram Tîgran, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Nizamettîn Arîç, Mihemed Arif Cizrawî, Mi-hemed Şêxo, Saîd Yûsiv, Keremê Gerdenzerî, Ekremo, Rotînda ev lîste dirêj e.

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kî-jan e? Tu dixwazî bi kîjan huner-mandan re bixebitî?

Serhildan, Blura Min, Girtîyên Azadîyê (Ciwan Haco)Azadî, Dayê (Nîzamettin Arıç)

Hevra (Aynûr Doğan)Tov (Rewşan Çeliker.) Na-Mükemmel (Ahmet Aslan.)Birîn (Mehmet Atli)Hez (Agit Işık)Sara (Xalid Tarî)Ez dixwazim bi her muzîkjenî re bixebitim.

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê ve-diqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nema-ne. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Yekem Koma muzîkê ya ez diza-nim Koma Wetan e. Ew di sala 92an de belav dibe. Tê gotin sedem têkçûna Sîstema Sovyet bû. Lê ni-zanim.

Dûre di salên 90î de piranîya komên muzîkê di bin konê Na-venda Çanda Mezopotamya der-dikevin; Koma Azad, Şahîya Stra-nan, Koma Asmîn, Koma Gulên Xerzan, Koma Berxwedan, Koma Çîya, Koma Amed, Koma Den-gê Azadî, Koma Dengê Soreşger, Agirê Jîyan. Di salên 90î de li Tir-kîyê ne pêkan bû ku yek bi tena sere xwe muzîka Kurdî çêbike. Wek mînak tiştê hat sere Ahmet Kaya li holê ye. Lê di heman demê de, muzîkjenên NÇMê û BGSTê muzîka Kurdî dikir. Herroj duroj dewletê digirt ser NÇMê. Ji bo muzîkjenan mecbûrîyetek bû bi rêxistinbûn.

Piştî sala 2000an ev mecburîyet her ku çû kêmtir bû. 1) înternet bi awayekî berfireh ket nav jîyana me. 2) Qeyd kirina muzîkê erzan-tir bû. 3) Di navbera 2009-2014an de pêvajoya aşitîyê hebû lewma qedexeya li ser çand û zimanê Kurdî jî hinekî nerm bûbû. Van faktoran bandoreke erênî li ser, çê-kirin û belavkirina muzîka Kurdî kir. Ango piştî sala 2000an muzîka kurdî di pîyasê de cihekî mezintir girt. Ji bo ku yek karibe muzîka Kurdî çêbike êdî hewce nedikir muzîkjen bi rêxistin be. Wek mî-nak ji nav koma Asmîn Rojda û Zelal Gokçe wek stranbêjên take-kes derketin holê.

Dibe ku muzîkjenên di nav komên NÇMê de nikarîbûn bi awayê muzîkal xwe baş îfade bikin. Ango xwe îfadekirina wan ne li

gor dilê wan bû. Ji xwe bandora NÇMê ya li ser muzîka Kurdî ne wek salên 90î ye. Li hela din, ev tiştekî gelekî normal e. Ne tenê di nav Kurdan de belavbûn çêdibe, li cîhanê jî wisa ye. Ya rast ez di-bêm qey komên ku belav nebûne ji yên belavbûne kêmtir in li Cî-hanê. Lê di nav komên kurdan de belavbûn zêdetir çêdibin ji ber ku pirsgirêkên sîyasî û aborî jî hene. Piranîya muzîkjenên kurd de-bara xwe bi muzîkê nakin. Ji ber ku bazara muzîka Kurdî tune ye. Dibe ku endamên komê ji ber kar û barên jîyanê mecbur dimînin bajarê xwe biguherin û kom bi vî rengî ji hev diqetin. Lê niha Koma Sîya Şevê heye, Bajar heye belav nebûne.

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi di-fikirî?

Belê rast e. Wek mînak straneke Şivan Perwer ji hezar axaftinên propagandayê bêhtir bandor li ser keç û xortên ciwan kirîye û ew tev-lî tevgera azadîyê bûne. Ji ber ku muzîk tişteke ku hîtabî hestên me-riv dike. Yek ji amûreyên jîyanê yê herî kevn ew e.

Bi kurtasî, berî her tiştî rîtm û

dans hebû. Di nav kabîleyên ewil de dans û rîtm amûreyeke olî bû. Heke rîtm hebe muzîk heye. Ango muzîk tiştekî archaic e. Bêyî ku em wê fêm bikin, bandorê li ser me dike. Lê sîyaset, wêje û çîrok prosesa analîzê dixwaze. Analî-za muzîkê ji alîyê binhiş tê kirin. Ji ber vê yeke muzîk tiştekî pir bi bandor e.

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xi-rab ji hev veqetîne?

Muzîka baş an ya xerab tuneye. Muzîka hîtabî te dike û hitabî te nake heye. Muzîkên komplîke û cûda hitabî piranîya gele kurd na-kin. Yê cûda û nûjen, ku ew bala me dikşîne, ew jî ji alîye me û ke-sên wek me xêrnedî tê guhdarki-rin.

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare stranan bêje, lê her-kes nikare bibe hunermend. Ji bo hunermendîyê afirînerî divê. Hu-nermend ew kes e ku dikare perçe-yekî ji xwe têxe nav objeyekê û wê li pêşîya mirovahîyê deyne. Ango hunermend ew kes e ku dikare xwe perçe bi perçe belav bike. Ez naxwazim hunermendîyê li cihekî elîtîst deynim. Xwe nişandan tiş-tekî dijwar e. Wêrekîyê dixwaze. Û

her însanek xwedî hestên hunerî ye. Yên ku van hestên xwe birêxis-tin dikin hene û yên ku guh andin wan hene. Ji bo hinekan jî, ne pê-kan e ku guh nedin wan.

Muzîka Kurdî dikare zikê xe-batkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Na! Tenê yên ku dikarin heftê ca-rekê konserekê bidin dikarin. Kî heye wisa? Çar pêncek in. Ji bo solîstan rewş wisa ye. Heke ens-trumanekê lêxe, dikare here kon-serên kesên cûda û bi vî rengî bel-kî karibe debara xwe bike. Wêje-kar û Muzîkjenên kurd herî kêm 2 karan dikin di jîyana xwe de.

Ji bo muzîka Kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Dewlet! Perwerdehî! Konserva-tuar û akademîya Kurdî! Bazar! Pere! Wêrekî! Têkçûna Feodalî-

teyê. Jihevhezkirin! Qîmetêdayîna Hunermendan! Maşale Kurdên me hetika hunermendên xwe tî-nin. Kes xatirê kesî nizane.

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Pro-jeyeke te wisa heye? Ji bo pêşero-jê projeyên te çi ne?

Wele derfetên min çi be, ez ê li gor wê tev bigerim. Derfetê akûstîkê, hebe akûstîk yê elektronîkê hebe elektronîk. Ya rast di albuma min de 8 stran hebû, 5 heb ji wan hê di deste aranjore min de ye. Ez ê teqez wan derxim. Niha ez xwe fêrî programeke muzîkê dikim. Min li wir jî 3 stranên din çêkiri-ne. Besteyek min heye bi vê peyvê dest pê dike: “Li bajarê Ewrûpa, xortekî kurd rast hatim.” Wek ber-sivekê ye ji bo strana Şivan Perwer ya bi navê Delalê. Ez ji dîyaloga nav hunermendan hez dikim. Lê hê dem divê ji bo ez wê stranê biqedînim.

Ji bo guhdarîkirinê:

Spotify: https://open.spotify.com/album/6VFjjZh53pGNrTzdPMOwr8?autoplay=true&v=L

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCc7lmeLd3VpEf-nMxRU6P1cA

17TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Page 18: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Di çaryeka destpêka sedsala 19an de Misrê ceribandineke resen a

geşbûna eyaleteke xweser -ku em têde him destpêka netewe-dewleteke “modern” û hem jî sazkirina “împaratorîyeke herêmî” dibînin- tecrube kir. Ew ji alîyê xanedanekî ji osmanîyan ve dihat îdarekirin ku her diçû desthilatdarîya vê xanedanê fireh dibû û herweha ketina bindestîya Brîtanyaya Mezin her çiqas hikmê împaratorîyê betal kir jî (1924) vê xanedanê hebûna xwe berdewam kir û ancax ev xanedan bi Şoreşa Efserên Azad (1952) ji holê rabû. Ev berhema Mehemet Alî Paşa (1771-1849) ku ew leşkerekî lejyoner bû û piştî dagirkerîya fransîyan (1798-1801) bûbû hêz, serdema desthilatdarîya wî ya dirêj di pêşveçûna Misra Osmanî de destpêka şikestineke girîng e.

Li Kavalayê (Makedonya) ji dayik bû, wekî endamekî hêza Arnawûtan a ku ji bo şerê li hemberî Bonapart (1799) ji alîyê Osmanîyan ve hatîye şandin, hat Misrê. Di salên şerê navxweyî de -piştî vekişîna fransîyan (1801-1804)- bihêzbûna xwe bi awayekî baldar berdewam kir û bi serhildaneke gel a ku ji alî desteya ûlema û bazirganan ve dihat destekkirin (Gulan 1805) bû walîyê eyaletê. Lê belê pêvajoya dawîkirina hêzên binemalên mîrên memlûkan dê şeş sal bikişanda.

Piştî vê pêngavê êdî wî dikaribû di pergala bacdayîn (betalkirina bihayê îcarekirinê, reforma gumrikê û rêkûpêkkirina tapoyan) û sîyasî de (reforma di birêveberîya eyaletê, çêkirina arşîva dewletê û weşandina rojnameya fermî de) “reformê” pêk bîne da ku armanca vê reformê ya sereke qaîmkirina kontrola li ser çavkanîyên aborî bû (1812-1820). Di deh salên paşerojê de xizmetên nû (avahîsazî, bêşegeh, dibistan û karên binesazkirinê) û bi sazkirina yekdestîya firotina mehsûlan polîtîkayeke aborîyê ya xwebawer -ya ku bingeha wê bazirganî bû- damezirand; bi sazkirina îxracata mehsûlên çandinîyê ( dexl, keten, pembû û gîhayên boyaxê) û sazkirina tora dezgehên pîşesazîyê (cûmkerî, mekanîk û çekdarkirin) hatinîya dewletê bi nîsbeteke girîng zêde kir. Di heman demê de tamîrkirin û çêkirina cewên avdanîyê yên nû, hejmara qadên çandinîyê zêde kir û adanîya çandinîyê geş kir û bi vî awayî nîsbeta hatinîya çandinîyê li gor demên berê du qat zêde kir.

Malgiştîkirina hatinîyên Misrê yên herî dewlemend derfet çêkir ku walîyê nû, artêşeke wekî artêşên modern ên Ewropayê saz bike. Vê reformê rêyeke bêhempa vekir ku walîyê Misrê deverên nû bixe bin destê xwe. Artêşa ku di serî de ji alîyê Sultan ve ji bo bidestxistina Erebîstana di bin hikmê Wehabîyan de ne (1813-1820) hatibû erkedarkirin, paşê jî wezîfeya fetihkirina Sûdanê (1820-1830) hilda ser xwe û hîmê împaratorîya Afrîkayê danî.

Kampanyaya Girît (1823), Qibris (1824), serhildana Morayê (1825-1827) û hewildana dubarekirina hikmê Sultan a li ser wîlayetên dawî yên li Ewropayê bi temamî bi rengekî cuda dimeşîyan û bandora wan li ser qeyrana navneteweyî ya sîyasî -ya ku heya salên 1840î berdewam kir- çêbû da ku êdî ev qeyran wekî “Pirsgirêka Rojhilatê” dihat binavkirin. Hêzên ewropayî yên ku piştgirîya şoreşa neteweyî ya yûnanî dikirin, heya wê demê piştgirîya serkeftîyên leşkerî yên lawê Mehemet Alî yê mezin Îbrahîm jî dikirin. Lê piştî vê pevajoyê Rûsya, Îngilistan û Fransayê di navbera xwe de peyman çêkirin û êrîşî Fîloya Tirk-Misrê ya li rojhilatê Derya Sipî kirin û ew li Navarînê rûxandin (çirîya pêşî 1827), heya ku artêşa Rûsyayê ket Anatolyayê (1828) û paşê bi Peymana Edîrneyê (14 îlon 1829) şer bi dawî bû û Yûnanîstanê serxwebûna xwe bi dest xist.

Hêzên Misrê bi serfirazî rîya ku diçû Stenbolê ji xwe re vekirin. Ew dilsozîya Mehemet Alî ya li hemberî Sultan ji bo wî bûbû karesateke mezin: Ev sefer ji bo wî kulfeteke aborî ya wekî serwetekî bû. Hemî keştîyên xwe û sîh hezar leşkerên xwe yên herî çak wenda kiribû. Wî ji Sultan wekî tezmînata şer bajarê Aqayê (Saint Jean d’Acre-Îsraîl) xwest lê Sultan ev xwesteka wî nepejirand. Li ser vê yekê wî serî rakir û hem li ser erdê û hem jî li ser deryayê seferek li dijî Sûrîyeyê pêk anî (çirîya pêşî 1831). Îbrahîm di nav çend hefteyan de Aqa jî tê de temamîya Filîstînê xist bin hikmê xwe û herweha Çîyayê Lubnanê jî dagir kir. Paşê paşayên Osmanî -yên ku ji bo şerê wî hatibûn şandin- yek bi yek têk bir. Humis û Heleb ketin bi destê wî. Dûre wî berê leşkerê xwe da Anatolyayê da ku ew bikaribe artêşa wezîrê mezin pêşwazî bike. Artêşa wezîrê mezin li Qonyayê di şertên dijwar de têk çû (28.12.1832) û vê encamê rêya dagirkirina Stenbolê vekir.

Sultanê ku ji ber nêzîkbûna hêzên Misrê a ber bi paytextê -artêş tenê bi rîya peyatîyê ya çend rojan dûr bûn- pir qurifî bû, bang li dijminê xwe kir û di pey re jî Tengava Stenbolê ji filoya keştîyên Rûsan re vekir (1833). Fransa û Îngilistan a ku ji zêdebûna bandorkirina Rûsyayê ya li ser împaratorîyê (Osmanî) ditirsîyan, ji bo lihevkirina di navbera her du alîyan de, hêzên xwe bi

hev ve kirin. Herweha peymana aştîyê ya Kutahyayê (1833) pevçûn bi awayekî miweqet da sekinandin: Divê Îbrahîm ji Anatolyayê vekişe, lêbelê Sûrîye û Edene dê ji bo wî were dayîn, lê ya herî grîng ew bû ku desthilatdarîya Mehemet Alî careke din hat pejirandin: hêza Misrê êdî hilketibû herî asta bilind.

Trawmaya têkçûyînê bû sedem ku sultan bi îlankirina Fermana Gulhaneyê (çirîya paşî 1838) polîtîkayeke reforman (Tanzîmat) pêk bîne. Digel vê yekê bi piştgirîya Rûsya û Prûsyayê polîtîkaya xwe ya çekdarkirinê berdewam kir û di sala 1839an de biryar da ku ew êdî ji bo şerekû nû xwedî hêzeke bêhtir e. Li bakurê Sûrîyeyê, li Nizîpê di navbera her du artêşan da pevçûna yekem rû da, şer ji bo osmanîyan bi karesateke nû encam da (24 hezîran 1839), osmanî carek din têk çûn. Îbrahîm dîsa careke din ketibû Anatolyayê û ber bi Stenbolê dimeşîya. Mirina Sultan (30 hezîran 1839) û desteserkirina fîloya osmanî ya ji alîyê Mehemet Alî ve (tîrmeh 1839) tirsa di derbarê hilweşandina împaratorîyê de zêde kir û loma hêzên ewropayî li derdora Brîtanyaya Mezin kom bûn û bi hev re koalîsyonek ava kirin.

Di civîna balyozan a li Stenbolê de biryar hat girtin ku ji bo valakirina Sûrîyeyê û Kîlîkyayê ji Mehemet Alî re ultîmatomek bê şandin û herweha ev ultîmatom hat şandin jî (27 îlon 1839). Piştî şend hefteyan, bi îmzekirina

agirbestê wî dev ji Girît û Sûrîyeyê berda û ev herêm careke din ketin bin destê Sultan. Bes Eyaleta Misrê ma ji Mehemet Alî re û desthilatdarîya wê jî dê wekî mîrate ji malbata wî re bima. Piştî muzakereyên dirêj yên li Londonê, biryar hat dayîn ku Misir di nav sînorên Osmanîyan de bimîne lê Mehemet Alî tiştê ku ji bo wî herî girîng bû, ew bi dest xist: êdî ji vir pê ve otomatîkmen mafê desthilatdarîya Misrê dê ji nebî û nebîçirçirkên wî yê herî biemir mezin re bihata dayîn. Bêyî bidestxistina serxwebûnê wî xweserîyeke pir fireh bi dest xist, wekî berdêl jî divê êdî wî dev ji dagirkerîyê berda. Herweha piştî daketina qada navneteweyî a bi sansasyonel, Misir careke din mecbûr ma ku vekişe hundurê sînorên xwe.

Piştî piçûkbûna asoya wê ya polîtîk, wisa dihat pejirandin ku ew piştî sala 1841an ketîye serdemeke pengî/rawestyayî ya pir dirêj. Lê belê ev xwendineke girtî ya sîyasî ya dîroka wê ye û ev têgihîn, di navbera xwezaya nakokî û pirsgirêkên nivîskarên rojname û dîplomatên ewropî de hatîye hepiskirin. Li dijî nêrîna esasî, ev muxalefeteke li hemberî peydabûna du netewan an jî xwesteka serxwebûna eyaletekê -ya di nav sînorê împaratorîyeke ku her diçû dirizîya- nîne. Ev berhema reqabeta di navbera desthilatdarîya navendî û giregirên (elît) malbendî bû ku bûyerên bi vî rengî di dîroka împaratorîyê de tiştekî xerîb nîne. Çend şahidîyên hevdemî yên Erebî û Tirkî yên di derbarê ramanên polîtîk ên Mehemet Alî û mahîyeta wî de, îspat nake ku ew jiholêrakirina sultan qet nefikirî be: Lê ev fantezîya dîplomatên ewropayî yên ku hewl didan ku di derdora “mirovê nexweş” ê Ewropayê de hevsengîya herêmî biparêzin bû. Mehemet Alî û şêwirmendên wî -û yên wekî wî ku ji deverên Ewropayê hatibûn ku herweha ew hesan û mevredên împaratorîyê bûn -di hişê wan de modela wezîrtîya mezin û xanedantîya herêmî hebû û wan pêşeroja qada Misrê teqes di nav sînorê dewleta Osmanî de xeyal dikirin-.

*Dîrektorê lêkolînê ya Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî (CNRS) û Dîrektorê Enstîtuya Lêkolîn û Zanyarîyên li ser Cîhana Ereb û Misilmanîyê (Iremam)

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

Tevgerîya li MisirêDu dewir, du împaratorîCécile Marin

18 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Piştî vekişîna fransîyan, Mehemet Alî yê ku bû desthilatdar, dê hewl bide ku Misrê bike hêzeke

modern û ji wesayeta Osmanîyan xelas bike. Lê ew dê tûşî dewletên ewropî bibûya.

Berhema Netemam a Mehemet Alî

Ghıslaıne Alleaume*______________

(Nexşe,Tevgerîya li Misirê, "Manière de voir" # 135, Hizîran - Tîrmeh 2014)

Page 19: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

19TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Ji Rabatê heta Bexdayê, herkes dikare heman rojnameyê bixwî-

ne ji ber ku welatên ereb bikaranî-na zimanekî nivîskî parve dikin (erebîya bi herfan an jî standart). Ev erebî bi xakeke sîyasî nayê îza-hkirin. Şopdarên medyayên bi zimanî erebî, çi ji bo rojname, çi radyo an jî kanalên televizyonê, bi sînorên dewlet-neteweyekê ne sînorkirî ne. Eger tecrubeya ewropî wekî bingeh were dîtin, pêşketina çapemenîyê li vê herê-ma cîhanê wekî rewşeke awarte xuya dike. Bi rastî jî, ji civakzanê fransî Gabriel Tarde bigrin heta dîrokzanê îrlandî Benedict Ander-son, gelek ronakbîran îdîa kirîye ku çapemenîya nivîskî jêdera hestê neteweyî ye. (1) Li gorî wan, roj-name bi navgîna zimanekî rojane girseyeke xwendevanên yekbûyî diafirîne. Ev xwendevan giş dika-rin bi xwendina heman nivîsaran li heman saetê li gel qehweya xwe ya serê sibê, bihizirin. Rojname civateke hizirînê» ya netewî saz dike.

Lê belê çapemenîyeke ku ji At-lantîkê heta Kendavê berfireh çawa dikare neteweyekê saz bike? Alîgir û dijberên cîhaneke ereb a ji alîyê sîyasî ve yekbûyî pir caran fikirîne ku çapemenî dikare wekî amûrekî fabrîkasyona hestê neteweyî tevbi-gere. Ji alîyekî ve, yên ku difikirîn ku divîyabû ereb li bin banê he-man dewletê bihatana yekkirin, ji ber ku ew heman zimanî parve dikin, alîgirên çapemenîyeke bi vî zimanî bûn. Li alîyê din, hin kesan jî dixwest weşana bi zimanê fûşa ango standart were rawestandin û zimanê xwecihî were teşwîqkirin da ku civakeke bi rastî jî neteweyî bi çapemenîya devoka misrî, ma-rokî an jî surîyeyî were afirandin. Ev rexne di eslê xwe de pala xwe didin heman hîpotezê: rewşa ça-pemenîya erebî anormal e, di nav-bera ziman, medya, dewlet û ne-tewê de divê asteke têrbûn û hev-girtinê hebe.

Kî bala xwe bide dîroka çape-menîya erebî, wê pir bi zehmetî karibe rengê wê yê «neteweyî» û « navneteweyî» ji hev derîne. Dîrokzan gelek caran dibêjin ku Al waqai’ al misrîyya (Bûyerên Misrê), a di 1828an de li Qahîreyê hatîye avakirin, rojnameya pêşî ya bi erebî ye. Lê belê «rojname» têge-heke zêde bilez e li vir, ji ber ku ew bêhtir bulteneke îdarî ya ji çend sed nusheyan pêk dihat û ji bo karmendên misrî dihat weşandin. Rojnameyeke fermî bû û tenê car caran hin nûçeyên giştî lê diha-tin zêdekirin. Piştî demeke kurt, rayedarên împeretorîya Osmanî bi heman şêweyê weşanê, li Sten-bolê Takvim-i vekayi [Teqwîm-î Weqaîye] (Salnameya bûyeran) derxistin, pêşî bi tirkîya osmanî dû re jî bi gelek zimanan, erebî jî yek jê. Li Qahîreyê wekî li Stenbolê, serdestên ku hingê hewl didin welatên xwe reforme bikin, li pey navendîkirina agahîyan e. Li dest-pêka sedsala XIXemîn, çapemenî di çarçoveyeke hem nûjenîgir hem jî otorîter de bi kêrî berfirehkirin û bihêzkirina kontrola dewletê tê. Derdê desthilatdaran qet jî ne demokratîzerkirina agahîyan an jî afirandina nêrîneke gelemperî ye, ew dixwazin bi awayekî yekalî

karûbarên xwe û fikrên xwe belav bikin.

Ji Levantê heta Mexrîbê

Li cihên din, çapemenî zêde têkilîya wê bi îfadekirina hestê neteweyî an jî erebgirîyê re tune. Rojnameyên pêşî bi piranî ji alîyê hikûmetên kolonyal ve tên avaki-rin. Û ev jî wekî misirî an jî os-manîyan bi derbasbûna di heman tecrûbeyan re, dixwazin ji çape-menîyê amûrekî ragihandina raya giştî pêk bînin. Çi Muhammad Ali li Qahîreyê, çi jî Mahmudê IIemîn li Stenbolê an jî Louis-Philippe li Parîsê, yek ji van monarkan jî bi xwe bi erebî nanivîse. Ji ber vê yekê ji bo wan tiştê mijara gotinê rasterast xîtabkirina tebayên xwe yên erebîaxêf e. Piştî bidestxis-tina Cezaîrê di tîrmeha 1830yî de, hikûmeta fransî gelek caran hewl dide weşaneke ji bo xelkên erebîaxêv belav bike. Piştî pêda-ketineke kurt di 1932yan de bi Moniteur algérien, a çend caran bi vî zimanî derdikeve, di îlona 1847an de li Algerê Al-Mubachir (Ragihandêr) an jî Le Mobacher bi fransî tê weşandin. Ev weşana du-mehane ku bi taybetî ji bo tevahîya karmendên misilman tê şandin, ji alîyê Ismaël «Thomas» Urbain ve tê birêvebirin. Ev melezê guya-

neyî ku muptelayê fikrên saint-simonî ye, piştî gelek serdanên xwe yên li Qahîreyê di 1835an de çûye ser ola îslamê. Di çapa xwe ya pêşî de, Mobacher nîyeta xwe ya nêzîkkirina cezaîrîyan ber bi qral Louis-Philippe ve weha radi-gihîne: «Hûn zanin ku qralên nete-weyên xiristîyan her roj bi nivîsên ku biryarên hikûmetan û nûçeyan radigihînin, bi gelên xwe re di nava danûstandinan de ne. Siltanê Sten-bolê, Paşayê Misrê jî dan ser vê rêyê û tebayên wan xwe baş hîs dikin». Dîrokzan Charles-Robert Ageron destnîşan dike ku ev weşan wê pir bi lez «nivîsarên bi zimanên ko-lanê û çanda giştî yên demeke dirêj ji alîyê karmendê fransî ve hatine nivîsandin û hatine wergerandin bo erebî» pêşkêş bike (2) Piştre û heta girtina wê ya di 1928an de, ew ê cih bide rojnamevanên misil-man jî û bi vî awayî Mobacher dibe «yekemîn dibistana rojnamevanîya Cezaîra misilman.»

Hê ji destpêkê ve, ev rojname digi-hîjin wêdetirî sînoran. Rojnameya pêşî ya li tûnisî hat weşandin di 1860î de Al-Ra’id al-Tunsî (Pêşengê tunisî) ye. Her çendî yek ji arman-cên wê yên pêşî destekdayîna pêkanîna baş, bi rêya dadgehên tû-nisî, ya koda nû ya hiqûqa cezayê û hiqûqa gumrukê be jî, ew dîsa jî

li ser rûpela xwe ya pêşî destnîşan dike ku tenê kesên ji bajarên welêt (Tûnis, Kayruwan, Sfaks, Sûs, Bî-zert), lê belê herweha kesên li Cezayir, Trablûs, Îskenderîye û Beyrûtê jî dikarin bibin aboneyên wê. Ji ber vê yekê tevna xwende-vanên wê ji Derya Spî ya erebîaxêv heta bigihe Levant û Mexrîbê dirêj dibe. Ew heman girseya xelkên ku rojanameyan teze yên ji keştîyên lîmanan distînin û dixwînin dide ber xwe. Li Cezayirê ji salên 1870yî ve rojnameyên misrî li pirtûkxan-eyeke li kolana Lyre a li Qesbeha Jêrîn (Basse-Casbah) tên kirîn.

Naveroka rojnameyan jî tu têkilîya wê bi neteweyî re tune. Telegrafa elektrîk û ajansên çapemenîyê, ku berî demeke kin derketin holê, dibin alîkar ji bo xuyabûna agah-darîyên bi awayekî giştî dibin yek-form, çi ji bo bûyerên li Beyrûdê, çi yên li Roma an jî Buenos Aîresê rû didin. Bi pêşketina kabloyên pêşî yên bin-deryayî re li Derya Spî di salên 1860î de û buroyên pêşî yên ajansên Havas an jî Reu-tersê li Îskenderîye an jî Tûnisê, rola edîtoran ji wergerandina bi erebî ya nûçeyên pêşî yên tele-grafên ewropî pêk tê. Nivîsarên ji bo rojnameyekê ji rojnameyeke din tên kopîkirin, carna jî bêyî ku jêdera wan bên destnîşankirin, ji

ber ku wê serdemê mafê edîtorîyê hê pir şolî ye.

Ev rojnameyên ku bi pêş dikevin pêdivîyan wan bi edîtoran, bi hêza kar a êdî rêzê ji sînorên neteweyî re nagire, heye. Gelek caran bang li moronîtên lubnanî yên li semî-nerên olî yên bi erebîya nîzamî, bi zimanên ewropî perwerdekirî û fêrî bikaranîna çapemenîya nivîskî bûne, tê kirin. Farès Chi-diac, nivîskar û rojnamevan ê di 1804an de li Girê-Libnanê hatîye dinê, rojnameya fermî ya misrî di salên 1830an de amade dike, dûre diçe gerûgeşta li Ewropayê –ew li Fransayê dibe sosyalîst– berî ku heman cure weşanê di 1860î de li Tûnisê ava bike. Piştî ku ji alîyê sil-tan Abdülmecidê I. ve hat vexwen-din, di 1861ê de ji bo weşandina al-Jawa’ib (seyrûsefer) li Stenbolê bicih dibe. Ev kovara hefteyî ya çandî û wêjeyî ji alîyê hikûmeta osmanî ve tê fînansekirin û dibe nimûneyeke modelên rojnameyên mezin ên ewropî yên serdemê.

Birayên lubnanî û surîyeyî yên koçkirî gelek rojnameyên herî girîng ên cîhana erebî ji salên 1860î ve ava dikin. Cihê wan ê weşanê li gorî asta astengkirinên sîyasî diguheze. Di 1875an de, bi-rayên Takla li Misrê Al-Ahramê derdixin. (Pîramîd) Ev rojname cih dide gelek ramangerên Nah-dayê (Ronesansê) ku Cemal Edîn El Afganî û Mohammed Abdouh jî du kes ji wan in. Ev rojnameya ro-jane heta îro jî li cîhana erebî wekî referansekê tê nîşandan. Heta, li Marokê jî, tevî ku ji Lubnanê pir dûr e, rojnameya pêşî ya taybet bi zimanê erebî, Lissan al-Maghrib (Zimanê Marokî), di 1907an de li Tangerê ji alîyê Farajallah û Ar-thur Nemmour, du birayên libnanî ve tê derxistin. Ev rojname wê bibe dengê ne-fermî yê qralîyeta ma-rokî berî ku bibe dengê derdora bijarte ya nasyonalîst a qralîyeta ku dibe hedefa armancên kolonyal ên fransî û spanî. (3) Koça ber bi Amerîkayê dike ku wê demê, hin navendên sereke yên çapemenîya bi erebî herweha li Sao Paulo û li Fîladelfîyayê bicih bibin. Di 1914an de, çardeh rojnameyên bi erebî li Brezîlyayê hene û New York jî ji 1898an ve dibe xwedî roj-nameyeke rojane ya erebî, Kewkeb Amrîka (Stêrka Amerîkayê), ango demeke pir dirêj berîya Meke, ba-jarê pîroz ê Îslamê, an jî Fas, bajarê ji sedsala X. ve navenda zanîngeha marokî ye.

Lê belê dîsa jî her tişt hema wisa ji xwe re bi serbestî naherike. Li pi-ranîya welatên ereb, rojnameyeke «li derve» pirsgirêkeke serwerîya dewletî ye, ji ber ku ew li cihekî ku nikare were kontrolkirin der-dikeve û ji wir fikrên hilweşîner dikarin peyde bibin. Dewletên herêmê ji ber vê yekê gelek caran ketine nava hewldana qedexeki-rina rojnameyên erebî yên li derve tên çapkirin. Ew vê yekê carna bi sansurê carna jî bi çavdêrîkirina li xwendevanan dikin. Di 1897an de, hikûmeta fransî li Cezaîrê bo ninûme qedexeyê datîne ser tîtra misirê Al Mu’ayyad (Partîzan) a ku têkoşîneke bêhempa li dijî ko-

Ji vegotineke neteweyî zêdetir amûreke ragihandinê

Gavên pêşî yên çapemenîya erebî

Arthur Asseraf *______________

Di destpêka sedsala XIXemîn de rojnameyên pêşî yên erebî demeke dirêj sirf ji bo armancên îdarî weşan kirin. Di pey re, hêzên kolonyal ew ji xwe re wekî amûrek

dîtin da ku bi navgîna wan rasterast xîtabî gelên xwecih bikin û li nava tevahîya cîhana erebî progagandaya xwe belav bikin. Rojnameyên xwedî unwanên serbixwe jî ji

hosteyîya vî warî ya Maronîtên ji Sûrîye û Lubnanê sûd wergirtin.

Selim Ben Cheikh.- «Çapemenîya li bin zextan», 2012.

R. 20

Page 20: Hevpeyivîna Mela Mihyedîn li gel stranbêj û lîstikvan Hêja ..."Ez di zîndanê de hatim dinê" Keyfa Jiloan Hamadê kurd, li Xirvatistanê ye. Ew ji tebaxa sala borî ve di tîma

Web: www.diplo-kurdi.comE-Mail: [email protected]

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi diplo_kurdi

20 TEBAX 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

N av e Ro kTEBAX 2020

MONDELE

kurdîdiplomatiquediplomatique

Kî dixwaze şerê li Afganistanê dirêj bibe? SeRge Halımı

R. 1

Jinên kurd di têkoşînê de berdewam inNazaNd BegıkHaNı R. 1,3

JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ R. 2,3

Hejmara Nû ya «Manıère Devoir» Sextekar û Dîmenên Xapînok R. 2

France Inter, li tercîhên wan guhdarî bikindavıd gaRcıa R. 4, 7

Ji nû ve îcadkirina merivayetîyê…evelyNe PıeılleR R. 8-9

Geşedana Bakurê Dûr HuBeRt PRoloNgeau R. 9

Ragirtîyên li "kargeh-bajarên" atoma sovyetîcHRıStoPHe tRoNtıN R. 10,11-12

Kemal Soleîmanî; “Misilmanîya Kurdî hatîye tunekirin”HevPeyvîN; JîNda zekıoglu R. 13,14

"Hec" Nefta Siûdî ya din...moHamed laRBı BougueRRa R. 14, 15

Hêja û Muzîka WêHevPeyvîN; mela mıHyedîN R. 16,17

Berhema Netemam a Mehemet AlîgHıSlaıNe alleaume R. 18

Du dewir, du împaratorîcécıle maRıN R. 18

Gavên pêşî yên çapemenîya erebîaRtHuR aSSeRaf R. 19, 20

Wênesazê vê hejmarê: Nurettin ErkanHaSaN HüSeyıN devecı

R. 20

Nurettin ErkanNurettin Erkan, li bakurê Kurdistanê hatîye dinê û za-rokatîya wî li bajarê Amedê derbas bûye. Niha li Amerî-kayê, li bajarê Madisonê jîya-na xwe didomîne. Li Bedlîsê dibistana mamostetîyê kuta kirîye. Dûre Beşa Endezyarî-ya Berhemên Avî ya Unîver-sîteya Stenbolê û herweha li Zankoya Mimar Sinanê jî li ser Hunerên Bedew beşa wêne perwerdahî dîtîye.

Pêşangeha xwe ya yekem, li Stenbolê, li Muzeya Çape-menîyê pêşkêş kîrîye. Bi hin hevpîşeyên xwe re Dibistana Hunerên Bedew ya Akdenîzê damezirandîye. 1500 şagirtên ku li vê derê perwerdahî dîbînin û mezûn dibin, hem li

welêt û hem jî li derveyî welêt wekî hunermendên profesyo-nel xebatên xwe didomînin.

Di sala 2003yan de ji bo pê-şangeheke navneteweyî bo Londonê tê vexwendin. Wê-neyên wî, di koleksîyonên hunerî yên Londrayê de cihên xwe digirin. Ansîklope-dîya hunerî ya Londrayê, wî jî dêxe nav ’’Hostayên îroyîn’’. Di nava şandeya rêveberîya organîzasyona hunerên plas-tîk yên navneteweyî de, ku di bin sîwana UNESCO şaxê Tirkîyeyê de ye, cihê xwe di-gire. Di vê heyamê de, di fûara hunerî ya TÛYAPê de, wekî kûreatorê pêşangehê kar dike. Dîsa di heman fûarê de, ji bo bîranîna kurdên sivîl ku li başûrê Kurdistanê di çarço-veya Enfalê de ji alîyê Îraqê ve hatibûn qetilkirin, enstalasyo-neke boyaxî ya bi mezinahîya 25m x 2m, pêşkêş dike.

Di sala 2006an de ji bo Bîenala Wêne ya Navneteweyî a 5em

ku li bajarê Pilsen yê Komara Çek çêdibe tê vexwendin. Di sala 2017an de xelata mezin ya Bîenalê digire. Herweha, di heman salê de li Bîenala Taş-kentê ya Ozbekîstanê dîplo-maya fexrî werdigire.

Wêneyên hunermend Nuret-tin Erkan heta niha li welatên wekî; Belçîka, Komara Çek, Yûnanîstan, Îngiltere, Fransa, Moldovya û Amerîkayê di pê-şangehan de hatine pêşkeşki-rin.

Li gor nêrîna hunerî ya wê-nesaz, hewce nîne ku meriv li ser wêneyan serî li şirove û vegotinan bide û didomîne: ’’Divê wêne bi xwe vê yekê bide der. Zimanê xweser/taybet yê her wêneyekî heye. Hewcedarîya wêne bi met-nên binî nîne. Heger hebe, ji xwe ew ne berhemeke hu-nerî ye.’’

Erkan, di berhemên xwe de cihekî taybet dide anatomîya însên. Nexasim bi teknîkên nû yên boyaxa rûnî û ji pers-pektîfên cuda, anatomîyê di-resmîne.

Di der barê hunermend Nu-rettin Erkan de ji bo zêdetir agahî hûn dikarin ji malpera wî sûd werbigirin.

www.nurettinerkan.com

Amadekar: Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan

WêNeSazê vê HeJmaRê

lonyalîzma rojavayî ya li Misrê û li welatên din ên ereb dimeşand. Lê belê ji bo rayedarên kolonîyal pêkanîna kontroleke bi bandor pir zehmet e. Çunku rojname carna ji bo di gumrukan de rastî sansurê neyên bi navên din li nava paketên berhemên din tên bicihkirin. Ger-yaneke mezin a rojnameyan li sî-norên navbera Cezaîra îlhaqkirî û Tûnisa li bin hîmayeyê heye. Tûnis ji desthilateke xwedî sansura hi-nekî din lîberal sûdê werdigire.

Ji hingê ve, gelek hikûmet hewl di-din rojnameyên li wêdetirî sînoran ji alîyê madî ve destek bikin. Di salên dawî yên sedsala XIXemîn de, konsolosên brîtanî û fransî yên li Misirê bi navgîna rojnameyên Al-Ahram, a fransîgir û Al-Muqat-tam (navê girên li başûr-rojhilatê Qahîreyê), a brîtanîgir bi vî awayî şerekî veşarî dimeşînin. Çape-menîya ku serbixwe xuya dike jî gelek caran ji alîyê hukûmetên xwecihî an jî bîyanî ve tên destek-kirin.

Fûrîna ronakbîrî

Rojnameyên progagandayê jî ji bo yekane armanca pêşxistina hedefên sermayeya bîyanî tên afirandin. Quai d’Orsay gelek rojnameyên bi zimanê erebî fî-

nanse dike, lê belê li gel vê yekê jî ji bandora weşanên ji alîyê hêzên bîyanî ve tên destekkirin gazinan dike. Li nava pêşengên rojname-vanîya ereb wekî din rojnameyeke di 1880yî de li Cagliarî, Sardany-ayê hatîye weşandin xwe dide der. Hikûmeta îtalî û derdorên karsaz ên Sardanyayê ji nêz ve dibin çav-dêrên rewşa Tûnisa cîran ku li wir dilê wan dibije avakirina kolonîy-ekê. Lê ev herweha dibe tevdana tengezarîya li gel hikûmeta fransî ya ku ji bo ewlekarîya Cezaîrê fi-

karên wê hene. Bi armanca tesîr-kirina li raya giştî ya tûnisî û ereb û pêşîgiritina li Fransayê ya dix-waze Tûnisê kontrol bike, edîtorê L’Avenire di Sardegna (Siberoja Sardînyayê) Giovanni De Fran-cesco, helbestvanê libnanî Yûsif Baxus dixe kar da ku pê rojna-meyeke bi erebî Al-Mustaqill (Ser-bixwe) derîne. Ev hewldanên pro-pogandayê wê bi serkeftinê tacîdar nebin, ji ber ku Fransa di gulana 1881ê de li Tûnisê bicih dibe. (4) Rola hilweşîner a rojnameya pro-

îtalî di çapemenîya fransî de tê şermezarkirin. Baxus dûre wê biçe Parîsê ji bo di Al-Bassir (Feraset)ê de bixebite. Ev jî kovareke hefteyî ya ji bo berjewendîyên Fransayê ye û hedefa wê ew e tesîrê li girseyên xwende yên ereb bike. Bi guherti-neke fikrî ya ji nişka ve, ji alîyê Le Figaroya hingê ve tê silavkirin û bi bextîyarî destnîşan dike ku Al-Bassir «berevajîyê tiştên ku Mus-taqillê îdîa dikir, dibêje». (5)

Gelê ereb li hemberî vê rewşê çawa tevdigere ? Weşanên ku bi awayekî zêde vekirî xwe dane propagan-dayê gelek caran ji alîyê xwende-vanên xwe ve tên terkkirin. He-bûna van cure weşanan wextî ye ji ber ku nikarin zêde xwendevanan peyde bikin : mirov pê tengezar di-bin, gelek caran ji zimanên ewropî xirab tên wergerandin, stîla wan bi mubalexe bi girseyên xwende û yên li pey derbaskirina wextekî xweş re nagunce. Xwendevanên ereb rêzenivîsan, îlustrasyonan dixwazin. Ji bo cezbkirina wan, divê naverokên xweser û resen werin hilberandin. Di konteksteke alozîya ronakbîrî de li gelek alîyên cîhana erebî (Misir, Lubnan, Tû-nis), xwendevan herweha li pey lêgerîna gotina azad, serbixwe ne û ev jî ji alîyê weşanên hikûmetan ve gelek caran pir xirab tê kirin.

Ev e sînorê van hewldanên dew-letî. Li komegiravên fireh ên ka-feyan ku ji Fasê heta Basrayê dirêj dibin, nûçeyên dawî tên lêkolîn-kirin, weşanên fermî tên nirxan-din û hewl didin texmîn bikin ka li pişt wan kî xwe vedişêre. Raya giştî naxwaze agahîyên ku jê re tên pêşkêşkirin daqurtîne û her tim amade ye bi lez biçe li deverên din li van agahîyan bikole.

* Dîrokzan û mamosteyê qedîm ê zanîngeha Cambridge. Nivîskarê berhema Nûçeyên Elektîrîk li Cezaîra Mêtingeh -, (2019, Çape-menîya Zanîngeha Oksfordê).

________

(1) Gabriel Tarde, Nêrîn û Girse, 1901. Benedict Anderson, xeyalsazîya neteweyî, 1996.

(2) Ji Cezaîra fransî ber bi Cezaîra cezaîrî, , Weşanên Bouchène, Alger, 2005

(3) «Gavên pêşî yên çapemenîya fermî bi Lissan al-Maghrib», Zamane, Kazablanka, 29 çileya paşî 2019.

(4) Binêrin li «1881, ‘‘sîleya’’ Tûnisê: vege-ra ser qonaxa ku bi berdewam mohra xwe li têkilîyên fransî-îtalyan daye», Francet-vinfo.fr, 2 sibat 2019.

(5) Pierre Giffard, «Joseph Bokhos», Le Fi-garo, 19 çileya pêşî 1881.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Nurettin Erkan, Komedîya Xwedayî-Hêvî, (2020), Li ser tûwalê boyaxa rûnî, 191X158 cm